Halil Dalkılıç : Çima Kurdistan qasî Stenbolê balê nakişîne!?…

KurdiYazarlar

Hilbijartina ji bo şaredariya Stenbolê cardin anî rojevê ku Kurd di siyaseta giştî a Tirkiyê de dînamîkeke bi bandor in. Her kesi bi daxuyaniyên xwe qebûl kir ku namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi dengên Kurdên HDPî yanî ên ku piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê a Kurd an jî xwe nêzikî wê dîbînin ve serketina xwe îlan kir. Careke din aşkere bû ku di çend salên vê dawîyê de rêxistinîya wê hatibe belavkirin, hevserok, parlamenter û bi hezaran endamên wê hatibe zindanîkirin jî, Tevgera Kurd di demokratîkkirina siyaseta giştî a Tirkiyeyê de aktoreke xwedî bandoreke mezin e û mohra xwe li rojeva Tirkiyeyê dide.

Herwiha li rojavayê Kurdistanê jî siyaseta Sûriyê û a navdewletî li ser destkeftiyên Kurdan tê guftûgokirin. Di bin tehdîdên Tirkiyê de be jî Kurd mohra xwe li siyaseta Sûriyê û a navdewletî dixin.

Li gel hilbijartina serokê herêmê ê nû, li Başûr rewşeke berovajî jî li dar e. Gorî agahiyan arteşa Tirk yek ji çarê axa Başûr dagir kiriye lê ev êrîşa Tirkiyê him ji hêla Kurdan û him jî ji hêla raya giştî a navnetewî ve wekî kiryareke asane tê pêşwazîkirin…

Kurd bandorê li siyaseta dewletên lê dijîn dikin, lê pirsgirêkên xwe yên sereke nikanin bikin rojeva xwe a giştî. Rojevên Kurdî, kurdewarî û Kurdistanî divê, lê ev motîvasyon ne di xelkê de, ne jî di siyasetên Kurdî ên her parçeyên welêt de xuya ye.

Kurdan li şûna dagirkirina başûrê Kurdistanê û tehdîdên li ser Rojava bala xwe dan hilbijartina şaredariya Stenbolê. Ji ber ku demokratîkbûna Tirkiyê bi çareseriya pirsa Kurd ve girêdayî ye, helbet şopandin û îrade beyankirina li ser encamên hilbijartina Stenbolê tiştekî ne şaş e. Lê eger ev yek bi paşguhkirina pirsgirêkên sereke ên siyasî û civakî ên Kurdî û Kurdistanî ve pêk bê, wê çaxê mirov dikane vî helwestî mîna hebûna pirsgirêkeke pir mezin fam bike.

Ev demek e li hember pirs û pêşketinên netewî ên Kurdî helwesteke lewaz li dar e. Ên ku ji bo vê yekê di serî de serî biêşînin siyasetên Kurd ên pêşeng bi xwe ne. KCK, PDK, YNK, PYD, DBP û ên din li gel rojevên xwe yên taybet, gereke tim li ser meseleyên netewî jî hesas bin û di nava xelkê de ji bo tevlîbûnê motîvasyonê geş bikin.

Li Bakur di hilbijartinên 31ê adarê de piraniya şaredariyên bakurê Kurdistanê ji nû ve ketin destê Kurdan û hên ne zêde be jî bayekî livandinê xwe nîşan dide. Li Başûr serokê nû ê herêmê hate hilbijartin û pirsgirêka Kerkûkê ji nû ve hate rojevê. Li Rojava jî xebatên avakirina pergalekî nû her berdewam e, guftûgo û hatinûçûyîna ji bo çareseriya siyasî her diçe zêdetir û berbiçav dibe.

Li gel van pêşketinan, pirsgirêkên civakî, aborî û kulturî bê muhatab mane û daxwaz û pratîkên Tirkiyê ên dijkurd li her sê parçeyên Kurdistanê bênavber didomin…

Yanî mijar û rojevên ku Kurdan giştan elaqedar dikin, pir in.

Havîneke germ e û wer xuya ye ku siyaset jî ê germtir bibe. Nîşane hene ku li Tirkiyê siyaset ê hên aloztir bibe. Rewşa partiya desthilatdar AKPê û a serokkomar R.T.Erdogan ên ku ev cara yekê ye bi binketineke giran (hilbijartina şaredariya Stenbolê) re rû bi rû man, ne zelal e. Bahsa alternatîfan tê kirin. Partiya opozîsyonê CHPê ê siyaseteke çawa derxe pêş, zêde ne diyar e. HDP a ku van rojan bahsa makeqanûneke nû dike bahsa hinek amadekariyan bike jî, di serî de hewceyî xurtkirina rêxistinîbûna xwe ye. Rewşa Sûriyê û Iraqê jî jixwe li ber çavan e…

Pêvajo bo bikaranîna firsendan Kurdan neçar dihêle ku hişyar, şidandî û rêxistinî bin: Mijûlbûna bi pirsgirêkên herêmî re, pêşxistina xebatên civakî ên kurdewarî, xwe tevlîkirina rojevên netewî û li hember êrîşan bi yekdengî parastina destkeftiyan…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik : Mewlanzade Rıfat û Serbestî
Hüseyin Topgider: Her kaos yeni bir düzenin anasıdır

Öne Çıkanlar