Dengê rahîbekî ku 3 hezar sal berê li Misrê jiyaye, hatiye zindî kirin. Li Brîtanyayê zanyaran di xebata li ser termê rahîbê Misrî Nesyamûn ê hatiye mûmîkirin de bi bikaranîna programeke 3Dyî a kompûterê dengeke mîna ‘e’ya wî a resen jinûve afirandine. Ji xwe jiyandina dengê wî, daxwaza dawî a rahîbê Misrî bûye! (Scientific Reports)
Nûvedaneke wer hem bala meriv dikişîne û hem jî meriv pê şa dibe…
Dengê rahîbê Misrî mîrateyên Kurdistanê ên ku têne jiholêrakirin û talankirin, anî bîra min.
Li seranserê cîhanê lêkolînên wer bi mirovahiyê re elaqedar, bi reseniya cografya û xelkê ku li wir dijîn, tên binavkirin û nasandin.
Lê dema mesele bi kurd, kurdî, kurdewarî û Kurdistanê ve elaqedar be, ji nişka ve mijar tê siyasîkirin û rastî û resenî tên serûbinîkirin, bi bêhurmetî navên nû û ên bêlaqedar tên lêkirin û wer têne nasandin.
Bi taybetî jî di vê mijarê de polîtîkaya Tirkiyê pir dijkurd û bêmînak e. Rastî û şopên kurdan û kurdewariyê an têne hilweşandin, an di bin avê de têne hiştin an jî dikin malê xwe û navên tirkî tên lêkirin û ji derve re wek dîroka tirkan têne nasandin. Heskîf li pêş çavê cîhanê di avê de hate fetisandin, herêma Sûrê a Amedê li serê xelkê ku têde jiyayî hate hilweşandin û herwiha bi sedan mîrateyên din…
Mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç jî di nivîsa xwe ya bi navê ‘Keleha Pertegê‘ de bala kurdan dikişîne ser vê meseleyê: “Dijminahiya Kurd ne tenê dîroka wê di bin bendavan de wendakirine… Çi bi Kurdan re têkildar be, çi berhem û kavîlên ji bav û kalên Kurdan mabe, hebe; yekber ji Ermeniyan, Grêkan, Fars û Asûran yan jî ji gelên din re dikin mal. (…) Dereweke bêbinî yên qaşo lêkolînerên dewleta Tirk jî; hin peyvên dibe ku têkiliya xwe bi kurdî re hebin, yan dikin farisî, yan ‘eskî dîl‘, yan jî moxalî û ûygûrî…“ (24.01.20, Y.O.Polîtîka)
Herwiha di van salên dawî de li Rojava mîrate û şopên kurdan û ên xelkên herêmî bi destê çeteyên selefîst ên girêdayî arteşa tirk ve têne hilweşandin. Li Efrînê Kela Teklîkeyê, Ayn Dara, Girê Cinderûs, Teatra Antîk, Pira Dîrokî û herêma Nabî Hûr çend ji wan in…
Rastiyê, rastiya kurdî, kurdewarî û Kurdistanî hildiweşînin, jiholê radikin.
Heman helwest di derbarê Xirabreşkê yanî a bi navê ku dewleta Tirk êdî di lîteratûra cîhanî de daye bicihkirin; ‘Gobeklîtepe’yê (Girê Navokê) tê nîşandan.
Xirabreşkê an jî Gobeklîtepe a 12 hezar salî ev çend sal in di rojevê de ye û ji ber ku di nava ên ku hatine keşifkirin de perestgeha herî kevin a mirovahiyê ye û daneyên yekemîn ên bicihbûna mirovahiyê dihundirîne, bala raya giştî a cîhanî dikişîne ser xwe.
Navê gundê nêzikê xirabe û kavilên hatine vedîtin jî ‘Xirabreşk‘ e û herêm jî wer tê binavkirin. Eger meriv ji vî navî bi rêkeve, dikane bêje ku nîştecihên berê ên herêmê dizanîne ku li wir xirabe yanî kavilekî kevin heye û wan ew der wek ‘Xirabreşk‘ binavkirine.
Her wiha tê gotin ku navekî din ê girî, ku kavil lê ye, ‘Girê Miradan‘ e. Ev nav jî tîne bîra mirov ku xelkê herêmê ê berê dizanîne ku ev der perestgehek e ku meriv ji bo pêkhatina miradên xwe daxwazên xwe jê re pêşkêş kiriye…
Yanî cografya a kurdan e û bi giştî ne be jî dîrok jî bi parekî a kurdan bi xwe ye. Lê raya giştî a Kurdistanî di derbarê vê mijarê de bêxem û bêxeber e. Cîhan jî tev bahsa van berhem û nirxan dike, lê pê re navê kurdan û Kurdistanê qet nayê bilêv kirin!.
Dengê rahîbê Misrî ê 3 hezar sal berê gîhişte me. Ka gelo dengê qedîm ê kurdî û Kurdistanî ê kengê were bîhistin?