Halil Dalkılıç: Dêrsim: Birîneke ku ne çê dibe, ne jî ji bîrê diçe..

KurdiYazarlar

Di ser re 83 sal derbas be jî Tertela Dêrsimê û civaka Dêrsimî ji hêla sosyolojî, dîrokî, nasnameyî û kulturî ve mijareke zindî ye.

Îro wer bûye ku dema meriv guftûgo, niqaş, axaftin û analîzên li ser Dêrsimê dixwîne an jî guhdarî dike, xwe zêde hewceyî hişmendî û mentiqeke saxlem nabîne.

Piranî polîtîk in, ji rastiyê wêdetir helwestên polîtîk îfade dikin. Dîrok, nasname, kultur, sosyolojî, hişmendiya civakî; her tişt tê serûbinîkirin û şêlûkirin. Dost kî ye û dijmin kî ye, meriv kî ne, bapîr û dapîr kî ne, dîrok çi ye û çîrok çi ye; her tişt…

Bi hişmendiya îroyîn dîrokeke ‘kevin’ a rawêjî yanî ‘sanal’ tê çêkirin.

 Dîroka fermî ya Tirkî dibêje; “di nava derewê de bijî.” Hinek jî gorî vê mantiqê tevdigerin. Bi navê Dêrsimîbûnê û xwedîderketina Dêrsimê ketine nava operasyonên nasnameyî, kulturî û civakî. Wekî ên ku dewletê nekaniye pêk bîne, temam bikin; Dêrsimê û Dêrsimiyan li dûrî Kurdî û Kurdistanê bicih dikin. Wekî ku millet û welateke nû ava bikin…  

Di derbarê qirkirina di salên 1937-38an de, xeynî hinek detayên di arşîva dewletê de, her tişt zelal e. Hemû belge, bîranîn, vebêj, şîn, çîrok û kilam hovîtiya serdestên Tirk û zulma ku Dêrsimiyan jiyaye bi aşkereyî radixe pêş çavan: Dewletê wekî ku li deverên din ên bakurê Kurdistanê kiriye; bi awayekî sîstematîk li Dêrsimê jî qirkirineke wekî jenosîdê pêk aniye.

Di sala 1934an de bi ‘Qanûna Bicîkirinê’ (Îskan) û ‘Qanûna Tuncelîyê’ bingehê qirkirinê ava kiriye û di salên 1937-38an de jî Kurdên elewî ên Dêrsimê him bi fîzîkî û him jî bi kulturî qir kiriye. Bi awayekî hovane bi dehhezaran Dêrsimî kuştiye. Hinek ji ên mayî daye ber xwe ji Dêrsimê derxistiye û ên li wir mayî jî bi sîstema Tirkîkirinê asimîle kiriye…

Hinek nexwezin bibînin jî, belge û rastiyên dîrokî hemû hewldanên derew ên ji bo şêlûkirin û serûbinîkirina rastiya Dêrsimê bêmane dihêlin.   

Di sala 1926an de Mufetîşê Mulkiyeyê Hamdî Beg ji Wezareta Karên Hundirîn re wiha dinivîse: “Dêrsim her diçe bêhtir dibe Kurd. Ev talûkeyeke mezin e. Dêrsim ji bo Komarê kula culbe ye. Teqez divê ameliyatek bê kirin ku pêşiya Kurdbûna wê bê girtin…” 

Fermandarê Arteşa Tirk ê wê çaxê Fevzî Çakmak (1931) nerazîbûna xwe ji Kurdayetiya Dêrsimê wiha vedibêje: “Dêrsimî nezan in. Bi darê zorê bicihkirin û telkîna Tirkbûnê divê. Gereke memûrên Kurd ji herêmê bêne derxistin.

Dêrsim bi dilxweşkirin û razîkirinê bi dest nakeve. Mudaxeleya hêzên çekdarî ê hê zêde bandorê li Dêrsimiyan bike. Divê Kurdayetî di nava Tirkbûnê de were helandin..” 

Berpirsekî dewletê ê dema qirkirinê Îhsan Sabrî Çaglayangîl, ji serokê CHPê (Partiya Komarê ya Gel) Kemal Kiliçdaroglu re dibêje (1986): “Wan xwe spartibûn şikeftan. Arteşê gazên jahrî bikar anî û ji heftê heta heftêyî ew Kurdên Dêrsimî hemû mîna mişkan kuştin…”

Çend meh berê (29.11.2019, Agos.com.tr) jî akademîsyen Zeynep Turkyilmaz rojnivîsên askerekî Tirk ê tevlî komkujiya Dêrsimê bûye, ji raya giştî re aşkere kir. Askerê Tirk li havîna 1938an li Dêrsimê çi anîne serê Kurdan wiha vedibêje: “Di 27ê tîrmeha 1938an em çûne ser Dêrsimê, çûne ser Kurdan…

11ê Tebaxê: Me vê sibê êrîş bir ser gundekî, lê kesek tune bû. Ji bo şewitandinê em li benda fermên in… Îro me 10 Kurd dît, me dudu ji wan kuşt, hinek bi birîndarî reviyan. Niha em gundê Kozlucayê dişewitînin… 13ê Tebaxê: Me îro di çemekî de 20 hezar pez û 50 Kurd bidest xist…

18ê Tebaxê: Em îro ji Zarayê ber bi Pulurê ve bi rêketin. Me di rê de hemû gund şewitandin. Di gundê Cevîzlî de jineke Kurd xwe darve kiribû… 12ê îlonê: Em vê sibê zû rabûn û li çiyayan tevgera lêgerînê dikin. Her roj bi serîjêkirinê re mijûl dibin…” 

Bi her awayî Dêrsim birîneke kûr û pir bi êş e; ne çê dibe, ne jî ji bîrê diçe. Berî her tiştê ew birîneke Kurdî ye; lê îro ne Kurdên din ji dermanê wê fam dikin, ne jî Dêrsimî bi xwe. Civakbûneke taybet û rengîn e; lê rengîniya wê bûye zengîniya derdên wê…

İlginizi Çekebilir

Prof.Dr. İlhan Kızılhan: Pêşdarazên me û Şivan Perwer
Osman Şahin: Ferman û qirkirina Şengalê 

Öne Çıkanlar