Di sedsala 19an de mîsyoner, gerok û nivîskarên ku li Kurdistanê geriyane, hemû ketine bin bandora helwest û rolê jinên Kurd ê di jiyana civakî de. Rehetî û wêrekîya jinan a di nava civakê de bala wan kişandiye û di seyahatname û nivîsên xwe de pesna wan dane.
Yek ji wan, pêşengê wêjeya modern a Ermenan Xaçatur Abovyan (1809-1848) wiha bahsa jinên Kurd kiriye: “Jinên Kurd mîna amazonan in. Pir wêrek û bêtirs in. Mîna mêran çekan hildigirin û bêtirs tevlî şer û pevçûnan dibin…“
Îro Kurd li Rojhilata Navîn xelkê herî dînamîk in. Dînamîzma civaka Kurd ji rolê jinê yê civakî tê. Jinên Kurd li her warê jiyanê; li kolanan, di siyasetê û di nava rêxistinan de û li çiyê hem wek çalakvan hem jî wek rêveber, ji malê derketine û pêşengiya jiyaneke nû dikin. Bi têkoşîna xwe zincîrên hêsîriyê yên ku bi sedan salan vir de desthilatdaran li civakê û li wan pêçandine dişkînin.
Hem civakê hişyar û rizgar dikin û hem jî jiyana civakî rengîntir û dengîntir dikin. Civaka Kurd hê jî ji ber siyaseta zordestan bi jiyaneke tijî zor û zehmetî re bê mehkûmkirin jî, bi derketina qadê jiyanê ya jinê re îro civakeke hişyar û bixwebawer e.
Jina Kurd bi têkoşînê deng û rengê xwe û rola xwe ya civakî ji nûve zindî dike; hem bi xwe vediguhere hem jî jiyana civakî vediguherîne. Bi taybetî jî li Rojava û li Bakur jin hem jiyanê birêxistinî dikin û hem jî civakê ji êrîşên dewletan û çeteyên cîhadîst diparêzin.
Ji bo jiyana civakî saziyên ava dikin, zarokan perwerde dikin, meclîsên gel bi rêve dibin, di siyaset û dîplomasiyê de nûnertiya gel û azadiyê dikin.
Bi têkoşîna li Bakur a di 40 salên vê dawiyê de û bi taybetî jî bi şoreşa Rojavayê re, mirovahiyê jî wekî seyah û gerokên du sed sal berê, careke din bi wêrekî û qehremaniya jinên Kurd hesiya. Bi salan e, dinya alem bahsa qehremaniya jinên Kurd dike.
Têkoşîna wan îro ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê wek mînakekê tê pêşwazîkirin. Dema meriv li Tirkan, Ereban û herwiha li xelkên li welatên pêşketî û modern mêze bike, rolê jinên Kurd di siyaset û jiyana civakî de ê hê baştir bê dîtin û bê famkirin
Li hinda vî rolî, di derbarê pirsgirêkên civakî ên mîna mafê jinan û wekheviya civakî de, ji Ewropa û Amerîkaya Latînî bigire heta Asyayê jinên ji her gelan çav û guhê xwe didin têkoşîna jinên Kurd. Bi taybetî jî di berxwedana li hemberî bela û hovîtiya vê serdemê ya ku hatiye serê mirovahiyê Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de jinên Kurd ên têkoşer wekî sembola rûpakiyê di bîr û hişê mirovahiyê de şûna xwe girtin.
Ji ber vî rolî, jinên Kurd dibin hedef û rastî hovîtiya dewletan, çeteyên cîhadîst û herwiha rastî êrîşên hişmendiya paşverû ya civakê ya ku jinê ji jiyana civakî dûr dixe, tên.
Wekî Asya, Sêvê, Fatma û Pakîzeyan di bodrûman de tên şewitandin û kuştin, wekî dayîka Taybet cesedê wan bi rojan li kolanan tê hiştin, wekî Hevrîn Xelef bedenên wan ji hêla cîhadîstan ve bi êşkenceyê tên parçekirin, wekî gerîla Erkîn Wanê cesedê wan bi tazî tên teşhîrkirin, wekî Sakîne, Leyla û Fîdanan li navenda Ewropayê li pêş çavên cîhana modern bi namerdî têne kuştin û hwd…
Jina Kurd îro xwedîtiyê li civaka Kurd dike, li her qadê jiyanê li pêş e; ji jînê heta şînê… Kurdistan bihara îsal jî bi rengê jinê pêşwazî dike. Jinên Kurd li qadan bi coşeke mezin hem azadiya xwe hem jî ya gelê xwe û gelên din diqîrin; di destê wan de wêneyên Sakîneyan û di dilê wan de evîna welat a Besê, Zarîfe û Leyla Qasiman…