Li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê pirsgirêka kurdî û pirsgirêkên ku ji ber xitimandina sîstema dewletê têne jiyîn tabloyekî kaotîk radixin ber çavan. Meriv nizane rewşê ji kîjan hêlê ve bigire dest û li ser meseleyekê gotinekê bike…
Ê tê dîtin; rojeva Tirkan û Tirkiyê ji rojeva Kurdan û Kurdistanê hinekî cûda ye û herdu hêl li ser pirsgirêkên xwe serî diêşînin û li gel vê yekê dengê hêla din zêde nabihîsin. Wateya vê rewşê niha ne mijara vê nivîsê ye û hêjayî analîzeke cûda ye.
Li hêlekê nezelalbûna encama hilbijartina bo şaredariya Stenbolê, krîza aborî, çarenûsa Erdogan û hikûmeta wî û li hêla din jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd û ji bo rakirina wê çalakiya gireva xwebirçîhiştinê û gireva mirinê…
Mijara gereke bê niqaşkirin ev e ku him dewlet him jî siyaseta kurdî dixwaze bi rojeva xwe li ser hêla din bandorê çêke û ji bo gavavêtinê elaqayê bikişîne ser xwe. Dewlet û siyasetên girêdayî dewletê pirsa kurdî ne ji bo çareserkirinê, lê berovajî vê yekê tenê bo tunekirina siyaseta kurdî û bêvînhiştina Kurdan hiltînin dest.
Di nava ev tabloyê kaotîk de hewildanên Kurdan balê dikişînin; her diêşin û diqîrin. Lê a ku bi taybetî balê dikişîne ev e ku; piranî caran li hemberî polîsên Tirk dayikên Kurd bi tenê ne! Wekî ku mesele tenê a dayikan e?! Tenê dîmenên dayikên bi çarikên spî…
Di çalakiyên ji bo şikenandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî ên Kurd têne kirin de tenê dengê dayikên ku zarokên wan di gireva xwebirçîhiştinê û girêva mirinê de ne derdikeve. Li hember dîmenên her roj di çapemeniyê têne weşandin de dilê meriv diêşe; an polîsên tirk bi awayekî dijînsanî li dayikên Kurd didin an jî wan bi awayekî hovane di erdê re kaş dikin…
Siyasetmedarên Kurd ên pêşeng di girêva xwebirçîhiştinê û girêva mirinê de ne û dayikên Kurd li derve ji bo tecrîda li ser wan bê rakirin diqîrin, hawarê dikin û bi lêdan û hovîtîya polîsan tirk ve rû bi rû dimînin…
Li gel van pêşketinan; ku êdî bûye mîna kulturekê; bi taybetî jî di medya civakî û çapemeniya partî û hêzên siyasî de, her kes bang li her kesî dike. Lê kî ji kê bi awayekî dîtbarî çi dixwaze ku bike, ne zelal e.
Wer xuya ye ku di vê rewşê de kêmasî an jî şaşitîyek heye. Di çalakiyan de tabloyekî wekî ku dem, rêbaz, mekan, muxatab û hwd. hevdu temam nakin derdikeve pêş û bi wê ve girêdayî bedel pir giran be jî ev hewildanana têra xwe bandorê li ser muxataban nakin. An jî muxatab ji nedîtinê ve tê û xwe kerr û kor dikin.
Dewleta tirk a jihalketî tenê li dijî Kurdan zindî ye…
Gorî muxalefeta tirk zilma li Kurdan tê kirin ‚kêm‘ e!
Partiya desthilatdar (AKP) a ku di bin pirsgirêkan de felişî ye, bi hêza xwe ya mayî her roj tehdîdan li ser Kurdan dibarîne,li hemberî vê siyasetê partiyên qaşo muxalefetê jî bi kêmasiya tehdîdên li ser Kurdan wan tewanbar dikin. Kurd jî bang dikin ku ev hikûmet û siyaset ji bo çareserkirina pirsa kurdî gavan biavêje û ji bo ku dengê wan bê bihîstin canê xwe radizînin mirinê…
Aktor û faktorên siyaset û pratîkê hevdu temam nakin. An kêmasîyek an jî şaşitîyek heye…
Her kes; xelk, rewşenbîr, siyasetmedar,şervan, sivîl, hêzên pêşeng ên siyasî ku bandorê li pêşketinan dikin û çav û guhê xelkê li ser pratîk û gotinên wan e gereke kûr û hûr bifikirin; ka rolê xwe di vê rewşa xitimî de çi ye?
Û bê tirs û bi wêrekî divê gotineke nû were gotin!..
/Nupel/