Halil Dalkılıç: Divê siyaset xelkê dilşa bike!

KurdiYazarlar

Kurd her serdikevin, lê li şûna ku dilşa bibin, hê jî diêşin, hê jî şînê digirin…

Dema meriv li pêşketinên li Sûriyê ên di hefteya Newrozê de pêkhatî binêre, bi serê xwe û bi aşkereyî tabloyekî serûbinîbûna statûkoya Rojhilata Navîn tê dîtin.

Bi pêşengiya hêzên Kurd (YPG/YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) stargeha dawî a DAÎŞê a li ser axa Sûriyê xistin destê xwe û him serkeftina xwe û him jî têkbirina DAÎŞê îlan kirin. Rûsya-Sûriye ev demek e bahsa paqijkirina Idlîbê a ku di destê El Nûsra û çeteyên din ên girêdayî Tirkiyê de ye dikin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di roja têkçûna DAÎŞê de daxuyand ku ew Girên Golanê wek axa Îsraîlê qebûl dikin û paşê biryarnameya derbarê vê yekê jî îmze kir.

Di dema ku ev pêşketinana diqewimîn, hêzên Kurd Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakîyên xwe yên ji bo rizgarkirina Efrînên zêdetir kirin. Rayedarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî daxuyandin ku “bêyî rizgariya Efrînê li Rojava bahsa tu çareseriyekê nayê kirin.”

Ev pêşketinana gişt nîşan didin ku li Sûriyê çareserî hê ne nêzik e. Hezên serdest ên wekî DYA û Rûsyayê hên hesabên xwe zelal nekirine û ê kengê û çawa zelal bikin jî ne diyare.

Li Tirkiyê amadekariyên hilbijartinê û li zindanan grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê pêşketinên li Sûriyê di bin sîyê de hiştin. Ji ber şehadetan coşa Newrozê jî zêde nehate hîskirin. Di zindanên li Tirkiyê de 4 girtiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn. Çalakiyên li dijî tecrîdê û li beramberî vê yekê bêdengîya hikûmeta Tirk û saziyên navnetewî tansîyonê hê jî bilindtir dike…

Di nava vê hengameyê de meriv difikire; gelo rolê siyasetê çi ye û siyaseta Kurdî rolê xwe baş dilîze an na? Helbet li ser sifra guran bo çarenûsa xelkekî têkoşîn ne karekî hêsan e û mirov nikane keda tê dayîn înkar bike. Wer xuya ye ku pêşketinên li parçeyan û li dîyasporayê ji hev qutbûyî dimînin û hevdu temam nakin. Mînak; coşa têkbirina DAÎŞê gerek bandor li ser çalakiyên li bakûr jî bikira û bi coşa Newrozê ve hevdu temam bikira. Di heman demê di çalakiyan de rengînî kêm e û piranî bi êş û mirinê encam didin.

Piranî caran di daxuyaniyan de zimanê îknayê xuya nabe. Li gel vê yekê, wekî ku rayedarên Tevgera Azadî jî didin xuyakirin, pêşîgirtina çalakiyên takekesî de derengmayîn pêk tê û canên ciwan jiyana xwe ji dest didin…

Bi kurt û kurmancî; siyaset bo aramîkirina jiyana civakê û lêgerîna rê û rêbazên bo jiyan û jiyandinê ya di bin her şert û zirûfê de ye. Kurd pir diêşin, lê di nava van pêşketinan de tekane hêza serdikeve jî Kurd bi xwe ne. Siyaset êdî gereke di têkoşînê de bi awayekî rêk û pêk, rê û rêbazên jiyanî zêdetir derêxe pêş û xelkê dilşa bike. Li şûna êş û gîrînê, bi serkeftinan êdî şabûn jî divê bibe para Kurdan…

İlginizi Çekebilir

Prof. Dr. İlhan Kızılhan : Siyaseta Kurd û Kurdayetî
Halil Dalkılıç: Hilbijartin û hunerê siyaseta Kurdî

Öne Çıkanlar