Van rojan di derbarê kaos û şerên li Sûriyê û Lîbyayê de li ser hev hevdîtîn, civîn û konferansên navdewletî tên li darxistin.
Her çiqas ev çûnûhatin, danûstandin û livûtevger ji bo aştiyê û çareseriyê bê pêşkêşkirin jî di platformên wiha de dengê xelkên herêmî qet nayê bîhistin. Li şûna berjewendiyên xelkan, berjewendiyên hêzên serdest tên niqaşkirin.
Amerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropayê û çend dewletên herêmî ên wekî Tirkiye û Îranê ên ku rolekî ji bo bêaramkirina herêmê dilîzin, hewldidin ku di bêahengiya Rojhilata Navîn, bakurê Afrîkayê û rojhilatê Derya Spî de destê xwe bihêztir û bibandortir bikin.
Ji ber ku ev, civînên ‘navdewletî’ ne, nûnerên dewletên serdest bi xwe û ji bo nûnertiya xelkên herêmî jî hêzên ji hêla wan ve hatine biçekkirin û fînansekirin, tên dawetkirin.
Ji bo mijara Sûriyê heta îro li Astana, Soçî û Cenevreyê bi dehan hevdîtin, civîn û konferans hatin lidarxistin, lê li şûna pêkanîna aramiyê, her hêz hewlda ku kevirê xwe yê li qadê hê saxlemtir bike.
Rewşa xelkên Sûriyê tenê wek çerezê ser maseyên dîplomasiyê hate bikaranîn.
Piştî Sûriyê niha jî dor a mijara Lîbyayê ye.
Li Berlîn a Almanyayê serok, serokwezîr û nûnerên 12 dewletên serdest û lîderên her du aliyên şer ên li Lîbyayê tevlî konferansê bûn.
Yanî wekî mijara Sûriyê, dîsa her hêza navdewletî destê xwe xistiye nav vê meseleyê jî. Ji xwe wekî ku tê zanîn; pirsgirêk jî bi hewldanên wan rûda bû. Yanî mesele ne ya xelkê Lîbyayê, encama siyasetên wan bi xwe ye.
Di konferansa li Berlînê de jî li şûna berjewendiyên xelkê Lîbyayê, ew ê ji bo berjewendiyên xwe kartan raêxin ser maseyê…
Helbet her encam û pêşketinên ku di vî dîplomasiyê de derketine û derkevin holê, bandorê li têkoşîn û berxwedana kurdan a li dijî hêzên herêmî û serdest û herwiha li ser qedera wan jî kir û dike.
Lê gereke neyî paşguhkirin ku helwest û sekna kurdan jî bandorê li siyaseta van hêzên serdest dike.
Hê tu bandoreke berbiçav derneketibe holê jî, bi pêşketina şoreşa Rojava ve kurd û hêzên kurdî berê xwe didin hevdû, bahsa yekîtiya netewî hê zêdetir tê kirin, her kurd pirsgirêkên li her çar parçeyê Kurdistanê dişopînin, ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî ên navxweyî civîn û konferansan li dar dixin.
Kurd li aliyekî bersivê didin siyasetên hêzên serdest, li aliyê din jî ji bo zeximkirina kela kurdî di nava xwe de xebatên navmalî gurtir dikin.
Nûnerên kurdan ji bo platformên navnetewî neyên vexwendin jî, eger kela kurdî saxlem û zexim be, wê çaxê berjewendiyên kurdan ê ewqas zêdetir di van platforman de bibin mijara dîplomasiya navdewletî.
Yanî zeximbûn û saxlembûna kela kurdî, yanî yekîtî û lihevhatina navmalî a kurdî ê hem li hundir û hem jî li derve destkeftiyên kurdan mayînde bike û bandora siyaseta hêzên derve ên neyar jî lewaztir bike.
Helbet her kes û her hêz jidil û bi dil xwe tevlî vî karî nake. Lê gavên têne avêtin lewaz û kêm bin jî her diçe, bi taybetî civaka kurd hê zedetir dixe bin bandora xwe. Hêvîgirêdana kurdan a bi platformên navkurdî re her diçe geştir dibe.
Yek ji van xebatan, Komxebata Yekîtiya Netewî a li Amedê bi tevlîbûna 8 partî û organîzasyonên kurd tevlî bûn e. Pîrê siyaseta kurdî Ahmet Turk di komxebatê de gotiye; ku tenê hatina cem hev a hêzên kurdî ne bes e, gereke êdî hevkarî bi pêş bikeve û gavên bi hev re jî bêne avêtin. Yanî êdî dema pratîkê ye.
Helbet dîplomasiya navnetewî û navdewletî pir girîng e û gereke kurd jê qet bêpar nemînin. Lê çarenûsa kurdan berî her tiştî bi yekbûna navmalî a kurdî re girêdayî ye…