“Ên di demokrasiyê de rakevin, ê di dîktatoriyê de hişyar bin!“ Li Koeln a Almanyayê li ser pankarta ku çalakvanekî rakiribû, ev slogan hatibû nivîsandin.
Meşvanan nerazîbûna xwe ya li dijî polîtîkayên hikûmetê ên wekî tevdîrên li dijî vîrûsa Covîd19ê tên pratîzekirin, dianîn zimên. Li kolanên Ewropayê li ser dîwaran sloganên bi vî rengî her diçe zêdetir têne xuyakirin.
Ev çend meh in, ji ber polîtîka û tevdîrên ku ji ber vîrûsa Covîd19ê ketine meriyetê, wekî ku mirovahî di tûnelekî re tê derbaskirin.
Li devê vî tûnelî em ê rastî çi bên, hê jî ne diyar e. Ji her hêlan ve rewşeke şêlû li dar e. Lê di encama pratîkên bi navê tevdîrên li dijî Covîd19ê de ê ku balê dikişîne ew e ku her hikûmet di nava hewldanên zeximkirina otorîteya mekanîzmaya dewletê de ye.
Di rojên vê dawiyê de li Amerîka û li Yekîtiya Ewropayê di meş û çalakiyên roj bi roj zêde dibin de mijara ku derdive pêş jî kêmkirin û astengkirina mafên demokratîk in.
Li welatên pêşketî ên rojavayî tirseke ji otorîtarîzmê û bêparmayîna ji hinek mafan her diçe zêdetir xwe dide der.
Hikûmetên welatên ne demokratîk û otorîter jî tevdîrên li dijî Covîd19ê wekî firsendekî bikartînin û di zordestî û despotîzmê de tu sînoran nas nakin.
Li Tirkiyê di pratîkên hikûmetê de tu pîvanên însanî nemane. Bi taybetî jî di polîtîkayên li dijî Kurdan de.
Li bakurê Kurdistanê ji hêla askerên Tirk ve hilweşandina tirban wek polîtîkayeke rojane ketiye meriyetê. Di kanalên televîzyonê de hinek kesên qaşo nivîskar bi aşkereyî bi navê hikûmetê xelkê tehdît dikin û bahsa “amadekariyên ji bo kuştina kesên muhalîf“ dikin û hejmara kesên ku dixwazin bikujin jî didin.
Li bajarên Kurdan polîs bi çekan dide dû zarokên li kolanan dilîzin, zarokan bi çekê ditirsînin. Bi gazê êrîş dibin ser cemxaneyên ku tê de cenaze tê rakirin. Wekî li Dêrsimê pêk hat, li çiyayên Kurdistanê nivîsên dijminanê ên wekî “çi dilşa ye ku ew ê ji xwe dibêje ez Tirk im“ dinivîsin.
Ava ku diçe rojavayê Kurdistanê tê birrîn û xelkê rojava bi nexweşiyan û bi tîbûnê re rû bi rû tê hiştin. Dagirkirina axa Rojava û Başûr her berdewam e û hwd…
Yanî belkî li welatên rojavayî demokrasiyekî ku meriv pê dengê xwe bilindke û şopandina mafên xwe bike heye. Lê li welatên mîna Tirkiyê tu garantiyeke zindîmayînê jî neyê hiştin.
Wer xuya ye ku ev ‘rojên koronayê‘ ê hiş û helwestên me ji bingehê ve biguherînin.
Ji ekonomiyê bigire heta siyasetê, ji kulturê heta hunerê mirovahî bi guherîneke hişmendî û helwestî ve rû bi rû ye. Helbet Kurd bi xwe jî…
Li seranserê cîhanê serdest rewşa heyî bi kontrolî bi rê ve dibin. Tenê ew bi xwe polîtîkayê dikin û xelkê bêtevgerî mecbûrî bi gotin û pratîkên xwe dikin.
Cirmê jî dixin stûyê xelkê. Belkî li welatên pêşketî xelk bi tevdîrên fînansî zêde zirarê hîs nake, lê li Tirkiyê û li welatên din ên ne demokratîk xelk him ji hêla aborî ve him jî hêla mafên din ên însanî ve bi zordestiyeke bê exlaq û bêsînor re rû bi rû ne.
Rewş ji bo Kurdan girantir e. Ew hê bikanin dengê xwe derbixin, heta radeyekê bertekê jî nîşan bidin, divê li ser guhertinên civakî û derûnî ên di pêvajoya Covîd19ê û a piştî wê de serî biêşînin. Helbet divê siyaset jî gorî wê li ber çavan re bê derbaskirin.
Eger ciwanên Ewropî jî bikevin xema wendakirina mafên xwe yên demokratîk û bêjin “ên di demokrasiyê de rakevin, ê di dîktatoriyê de hişyar bin“, divê Kurd ên ku hê rûyê demokrasiyê nedîtine, sed caran ji wan zêdetir bikevin nava wê xem û tirsê û ji bo guhertina siyasetê û bi pêşxistina rê û rêçên nû re serî biêşînin…