Li bakurê Kurdistanê, wekî navend; Bazarcix û Elbîstana Mereşê di 6ê Sibatê de li dû hev 2 erdhejên mezin pêk hatin. Tevahiya bakur-rojavayê Kurdistanê, Edene û Antakya (Hatay) hejiya. Bi dehhezaran bîna bûne kavil, bi dehhezaran însan canê xwe ji dest dan û bi sedhezaran jî birîndar bûn. Hejmara dawî ya miriyan a fermî 41 hezar e û hên çiqas însan di bin kavilan de ne, nayê zanîn. Bi hejîna erdê ra dewleta tirk bi hemû saziyên xwe, bi hikûmet, muhalefet û bi xelkê xwe ve hejiya. Helbet bi giştî kurd jî hejiyan.
Ji roja erdhejê heta niha her kes di bin bandora şokekê de ye û hê jî ji hêla hikûmetê ve daxuyanî û pratîkeke mantiqî û însanî nehatiye bihîstin û dîtin. Heta 5-6 rojên piştî erdhejê dewlet li holê tune bû. Xelk bixwe û bi alikariya saziyên sivîl û komên alîkariyê yên ji derveyî welat hatine, hewldan ku meriv û nasên xwe bi zindî ji bin kavilan derxînin û an jî mirîyên xwe bibînin.
Erdhejê pir aşkere raxist ber çavan, ku li holê dewletekî wer bi hemû saziyên xwe ve organîzebûyî û rêkûpêk li holê nîne. Hemû kom û kesên ku wek berpirsiyarên saziyên dewletê derdikevin pêşberî xelkê, tenê li benda gotin û talîmata Serokê Tirk R.Tayyîp Erdogan man û heta ku deng ji wî derneket, herkes bêliv û bêtevger man. Dema ku deng ji berdevkên hikûmetê derket; dîsa wekî her carê û herwiha wekî ku tê zanîn; qurbaniyên erdhejê, kesên muhalîf û her kesî ku rexne li dewletê dikin, bûn hedefa êrîşên wan.
Helbet belkî ji dewletê zêdetir, bi erdhejê re kurd jî bi giştî hejiyan. Hem can û malên xwe wenda kirin û hem jî careke din bi rewş û pêşerojeke nû ya şêlû ra rû bi rû man. Ne tenê li bakur-rojava, herwiha li başûr-rojavayê Kurdistanê kurd di bin kavilan de man. Li Efrîn û Cindirêsîya Rojava bi hezaran kurd di kavilan de canê xwe ji dest dan û yên sax mayî jî her tiştên xwe wenda kirin. Ji hêla kurdan ve rewşa jixwe xirab, hên xirabtir bû. Bi taybetî jî li bakur, gelek kurdên qurbaniyên erdhejê her tiştî xwe li pey xwe dihêlin û berê xwe didin rojavayê Tirkiyê û Ewropayê. Ev encam jixwe daxwaziya hikûmet û dewleta tirk e. Ev herêm, yanî bakur-rojavayê Kurdistanê, herêma kurdên elewî ye û Komara Tirkiyê ji damezrandina xwe ve heta îro bi her cûre siyasetên kujer û qirêj hewldide ku vê derê bêkurd bike.
Mixabin rewşa niha cardin vê dîrok û siyaseta dijkurd a dewleta tirk tîne bîra mirov. Jixwe di erdhejê de jî êrîşên arteşa tirk û hevkarên wan ên cîhadîst ên li dijî kurdên Rojava bênavber dewam kir. Arteşa tirk a ku ji bo rizgarkirina qurbaniyên erdhejê neçû alîkariyê, wekî her carê bi kuştina kurdan ve mijûl dibû.
Belkî mînandineke zû ye an jî rewş hewceyî pêşbînî û analîzên hûr û kûr e; lê rewşa Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê, ku bi zirara herî mezin a erdhejê ra rû bi rû man, dişibe rewşa Dêrsimê û ya dêrsimiyan ya piştî komkujiya 1937-38ê.
Ji niha ve bahsa koçberkirina kurdên jêmayîyên erdhejê, revandin û teslîmgirtina zarokên kurd ên di erdhejê de dê û bav û merivên xwe wenda kirine ji hêla cimatên îslamîst-tirkperest û li herêmê bicîhkirina malbatên cîhadîstên li Rojava bi navê Tirkiyê êrîşî kurdan dikin, tê kirin…
Hêvî ev e; ku dahatuya kurd û kurdewariya herêmê di bin kavilan de nemabe. Pêşîgirtina senaryoyên felaketên ji erdhejê girantir berî her tiştî bi helwesta civak û siyaseta kurdan ve girêdayî ye. Dermankirina kulên qurbaniyên erdhejê yen saxmayî û di jinûve avakirina bajar, navçe û gundên hilweşiyayî de xwedîînîsîyatîfbûna civak û siyaseta kurdî belkî heta radeyekê pêşiya rewşeke hên xirabtir bigire.