Halil Dalkılıç: Erdogan ê here ku?

KurdiYazarlar

Li Tirkiyê tu dizî û veşartîya rejîma ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ava dike nemaye. Dema meriv li lîstik, dek û dolabên ku rayedarên hikûmetê û saziyên dewletê li piştî hilbijartina 31ê Adarê dilîzin mêze dike, bi aşkereyî dibîne ku tu sîstemeke ku meriv wek dewletekî ‘normal’ binav bike li holê nîne. Sembolîk û şiklîbûna saziyên dewletê jî êdî nemaye. Serokkomar Erdogan çi dibêje ji nişkeve dibe qanûn û bi darê zorê tê pêk anîn.

Ji sê ningên dewletê; daraz û hikûmet ji xwe bûne wek berdevkên Erdogan û kesên derdora wî. Ev demek e Parlamento jî nikane tu qanûnan derêxe û bêmane hatiye hiştin. Bi lîstikên ev çend roj in tê lîstin xuya ye ku êdî hilbijartin jî maneya xwe wenda dike. Eger rejîma otorîter a Erdogan serkeve temam, lê eger muxalefet bi serkeve, wê çaxê an hilbijartin tên îptalkirin an jî bi dek û dolaban rêveberiya şaredariyan ji destê kesên biserketî tê standin. Mînakek; li Baglar a Amedê Zeyyat Ceylan ê HDPî bi ji sedî 70yê rayan nikane bibe şaredar lê li şûna wî namzedê AKPê bi ji sedî 25ê rayan wekî şaredar tê tayînkirin. Yanî di tu hilbijartinan de xeynî Erdogan û namzedên wî divê kesek bi sernekeve!…

Rejîma Erdogan dawîya dewleta Tirk a 96 salî tîne. Hewldide çarenûsa xwe jî bi ya dewletê ve bike yek û heta mirinê wekî desthilatdar bimîne. Lê nîşaneyên li hundir û li qadê navnetewî roj bi roj hên zelaltir dibin ku Erdogan ê beriya dewletê here.

Çend roj in rojname û ajansên navnetewî bahsa reva dîktatorê Sûdanê El Beşîr ê hevalê Erdogan ê pir samîmî dikin. Tiştekî pir balkêş e; ku her kes reva El Beşîr bi rewşa Erdogan ve niqaş dike û çavê xwe vedigerîne ser rewşa wî. Bûyerên li Tirkiyê deqewîmin jî nîşan didin ku Erdogan her hewldana xwe mîna şerê mayîn û nemanê hiltîne dest û bêyî rejîmeke otorîter a wekî dîktatoriyê tu rêyeke bo rizgariya wî xuya nabe.

Niha pirs ev e; gelo Erdogan ê ji Tirkiyê bireve? Eger bireve ê here ku? An ê dest ji daxwaza xwe ya dîktatorîyê berde û hesabê kiryarên xwe yên heta îro xelk, bi taybetî jî Kurd, pir êşandin bide, an jî ê rê an rêbazeke din biceribîne!?…

Ji xwe di hêla siyasî û dîplomasîyê de dest û pîyên rejîma Erdogan hatiye girêdan, bandora gotinên wî û siyaseta wî tenê digîhije kesên derdora wî. Ji ber ku gotinên wî li gel Amerîkayê kêr nayên. Ew jî mehê carekê serî li Serokê Rûsyayê Pûtîn dide. Bi van ziyaretan bixwaze xwe wek ‘meşrû’ bide xuyakirin jî, wer xuya ye ku Pûtin li dijî Amerîkayê ew teslîm girtiye û gorî berjewendiyên xwe bikar tîne. Xeynî Pûtîn kesê ku pesna Erdogan dida El Beşîr bû, ew jî ji welatê xwe revîyaye û niha nayê zanîn ku li ku ye!..

Aborîya Tirkiyê her diçe xerabtir û xelk jî feqîrtir dibe. Daneyên tên aşkerekirin nîşan didin ku rewşa ekonomîyê ê hên xerabtir bibe. Saziya derecekirinê a Navnetewî Moody’sê aşkere kir ku ekonomîya Tirkiyê ê îsal ji sedî 2 tengtir bibe. Pereyê Tirkiyê Lîra qîmeta xwe wenda dike. Gorî çapemeniya Tirkiyê xelk êdî nikane têra xwe pîvazekê jî bikire…

Meriv dikane van daneyan wekî nîşaneyên çûyîna Erdogan bixwîne. Lê çawa, kengê û ê here ku?!.. Wer xuya ye ku em ê hên çend hefte an çend mehên din bipên ku mijar zelaltir bibe..

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Firat Cewerî : Êşa sirgûnê
Firat Ceweri: Reaksiyon

Öne Çıkanlar