Halil Dalkılıç: Erê çav sor in, lê rewş ne gorî dilê wan e!..

KurdiYazarlar

Li hundir û li derve di derbarê Tirkiyê de pir tişt têne gotin û niqaşkirin. Lê dîsa jî ew ne wê maneyê ku pirsgirêkên Tirkiyê yên bingehîn têne guftûgokirin. Di vê qelebalixa vegotin, analîz û daxuyaniyan de bahsa mijarên bingehîn zêde nayê kirin. Xelk bi rojevên kêlî ve tê mijûl kirin.

Hikûmeta AKPê hên jî bi rojevên duwem dikane bi awayekî serkeftî rojevên esasî ên mîna pirsgirêka Kurdî û pêşketinên bi wê ve girêdayî û têkçûna ekonomîyê û her diçe feqîrtirbûna xelkê ji ber çavan dûr bixe û bi rojevên çêkirî xelkê û raya giştî a cîhanî bixapîne…

Li Tirkiyê atmosfera ji hilbijartina 31ê Adarê vir ve ji hinek hêlan ve mîna atmosfera piştî hilbijartina 7ê Hezîranê a 2015an e…

Wekî ku tê zanîn; di hilbijartina 7ê Hezîranê de partiya deshilatdar AKPê ji dengên xwe ji sedî 9 wendakirîbû û bi ji sedî 40,9ê rayan hejmara parlamenterên wê daketibû 258ê û bi serê xwe nikanîbû hikûmetê ava bike.

Wê çaxê piştî çend rojên bêdengîyê Erdogan û AKPê polîtîkayên şer xistibûn meriyetê, Pêvajoya Çareseriyê a ji bo çareserkirina pirsa Kurdî hatibû bidawîkirin. Li çend bajar û navçeyan û li bakurê Kurdistanê di çalakiyên girseyî de bombe hatibûn teqandin û bi hejmareke mezin kesên aştîxwaz jiyana xwe ji dest dabûn. Di encama ew pêvajoyê şer û tirsandinê de 3yê Mijdarê hilbijartin hatibû dûberekirin û AKPê wekî ku ayarkirî bi ji sedî 50yê rayan cardin hikûmetek ava kirîbû. Ji wê çaxê heta îro Erdogan û berdevkên hikûmetê tenê bi polîtîkaya şer û tirsandinê Tirkiyê bi rêve dibin…

Di hilbijartina 31ê Adarê de encam dîsa ne gorî dilê wan bû û wekî wê çaxê dîsa çend roj bêdengî û dîsa vegotinên tirsandinê û bi sloganên nijadperest amadekariyên ji bo şer… Helbet hedefa hazir a vî şerî jî dîsa Kurd in…

Erdogan û hikûmeta wî him li hundir û him jî derveyî welat xitimî ye û xelk û welateke li ber teqînê li dar in. Ne feraset ne jî hêza rêveberên Tirkiyê a demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêkên bingehin bi rêyên diyalogê heye. Pirsgirêka Kurdî li ningên wan ve şedîyaye û wan bê tevger dihêle, lê dîsa jî di polîtîkayên şer û tirsandinê de bi israr in.

Hikûmeta Tirk wekî bîsîkleteke bêfrên e; ku bisekine ê bikeve!…

Her roj qîreqîr û barebara Erdogan û berdevkên hikûmetê… Her ku diqîrin; pereyê Tirkiyê (TL) dikeve, dolar (USD) bilindtir dibe… Her ku diqîrin; xelk feqîrtir dibe… Her ku diqîrin; xelk diêşe, meseleyên esasî bêçareserî li holê dimînin…

Daxuyaniyên Erdogan û berdevkên hikûmetê (Suleyman Soylu, M. Çavûşoglu û hwd) ên ev çend rojên vê dawiyê ne nîşana xêrê ne. Meriv bi awayekî objektîf li rewşê mêzeke; AKPê emrê xwe yê siyasetê tewa kiriye û niha mîna hêzeke şer tenê xelkê ditirsîne. Erdogan û berdevkên hikûmetê gişt wek berdevkên arteşeke ku di şer de ne deng dikin…

Di nava vê hengameyê de meriv difikirê; gelo ê cardin bikanin rewşa ku piştî hilbijartina 7ê Hezîranê a 2015an pêş bixin. Ê bikanin bi şerekî hundirîn an êrîşeke din a li ser Rojavayê ve emrê xwe dirêjtir bikin!?.

Erê daxwaza wan ew be jî ne şert û mercên hindurîn ne jî piştgirîya ku Erdogan heta demeke berê ji hêzên hundirîn û ji yên navdewletî digirt îro li holê xuya ye…

Wer xuya ye ku hinekî zehmet e biwêrin kaos û şerekî din ê mezin bi pêşxin. Lê gereke neyê paşguhkirin ku mêrikan çav sor kirine û gereke ev îxtîmal, yanî îxtîmalê bi pevçûnê ve vekişandina wan jî were hesabkirin…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan: Türkiye’nin tehlikeli yol ayrımı ve olası senaryolar
Müslüm Yücel/Şiir: Abdullah 17 yaşında

Öne Çıkanlar