Ji serê salê vir ve her hewildanên Tirkiyê ên li derve, li Sûriye, Lîbya û li rojhilatê Derya Spîyê ji hêla hêzên rojavayî ve tên bisînorkirin.
Di şerê li Lîbyayê de her hemleyên Tirkiyê ji hêla berdevkên dewletên rojavayî ve tê teşhîrkirin û Tirkiye bi binpêkirina biryarên Konferansa Berlînê tê tawanbarkirin.
Wer xuya ye; ku li Sûriyê jî lîstik û pratîkên Tirkiyê bûne bela serê wê. Ne dikanin jê derkevin, ne jî dikanin li wir bimînin. Hebûna arteşa Tirk û çeteyên ji hêla wan ve tên sponsorkirin li Sûriyê êdî tenê di nava dewletên serdest de ji bo berjewendiyên wan, wek mijareke pêlîstinê ye.
Hem Rûsya û hem jî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (EU) hebûn û pratîka hêzên Tirk û çeteyên girêdayî wan ji bo saxlemkirina zemînê xwe bikar tînin.
Rûsya digel rejîma Sûriyê, Îran,Tirkiyê, Amerîka, YE û siyaseta xwe ya bi Kurdan re bi tevgerên arteşa Tirk dike rê. Kengê bixwaze; an jê re pêşiyê vedike an jî astengî dixe pêşiyê. Tirkiye bi saya Rûsyayê dikane li Sûriyê wek aktorekî bibandor dengê derêxe û mecbûr e, ku gorî daxwazên Rûsyayê tevbigere.
Di van rojan de di şerê li derdora bajarê Îdlibê de wekî mahkûmekî siyaseta Rûsyayê, mecbûr e di nava sînorên ku ew destnîşan dike, tevbigere. Li Îdlibê Rûsya, Tirkiyê bi rejîma Sûriyê û Îranê ve tîne hemberî hev.
Lê li hêla din, li Til Temûrê pêşiyê ji hêzên Tirk re vedike ku ew êrîş bibin ser Kurdan û bi vî awayî Tirkiyê di nava çeperê xwe de dihêle. Ji xwe pêvajoyên Soçî û Astanayê tenê kêrî berdewamiya siyaseta Rûsyayê dike.
Dewletên rojavayî; Amerîka û YE ji ber hevkariya bi Rûsyayê re rexne li Tirkiyê bikin jî, dema Tirkiye li Sûriyê dikeve nava astengiyê daxuyaniyên piştgiriyê didin û bahsa qaşo ‘hevkariya stratejîk’ a bi Tirkiyê re dikin. Ji daxuyaniyên wan tabloyekî wer derdikeve pêş, ku Amerîka û YE li ser parçeyekî Sûriyê ji bo desthilatdariya çeteyên selefîst piştgiriyê dide Tirkiye û çeteyan.
Digel van pêşketinan, êdî dengên nerazîbûnên ji rejîma Erdogan ên ku rejîmê ji hundir ve bihejînin jî hêdî hêdî tên bîhistin.
Serokê bakurê Qibrisê, a ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, bang li hêzên navdewletî kir; ku “eger ji bo Qibrisê çareseriyeke giştî neyê dîtin, Tirkiye ê bakurê Qibrisê biqultîne û bike wek bajarekî xwe.”
Li hundir jî nîşaneyên hejandina bingehê rejîmê xwe didin der. Yek ji aktorê hêza Ergenekonê, ku ew hêzeke bingehîn a dewletê ye, fermandarê arteşê ê berê Îlker Başbûg li dijî desthilatdariya Erdogan dengê xwe bilind kir.
Yanî wekî gotineke pêşiyan; ‘şopên hespan tevlî ên seyan bûye’ û Tirkiye bi xirecirê belkî jî tenê dikane li hundir dengê xelkê bibire û bi vê siyasetê temenê xwe hinekî dirêjtir bike. Rejîma Tirk bi kîjan şaxî digire, ew di destê wê de dimîne û meriv nikane analîzekî pêşbîniyê ji bo çend mehan an jî salê li ser rewşa wê bike.
Gelo rewşa dewleta Tirk an jî lewaziya rejîmên dijkurd ji bo Kurdan çi îfade dike?
Erê rast e; ev dîmen xitimandin û bêçaretiya rejîma Tirk a despot radixe pêş çavan, lê ev tenê bi serê xwe, pêşiya rewşeke aram ji Kurdan re venake û wan azad nake. Di nava vê hengameyê de ev demek e Kurd bi hewldanên dîplomatîk û ên civakî li Rojava pozîsyona xwe diparêzin. Li Bakur xwelivandinek ê çawa pêk bê? Kurdên ji her çar parçeyan ê çawa nêzî hev bin û li ser bernameyeke Kurdistanî li hev bên?
Berî her tiştî Kurd ê bi xwe li bersivên pirsên xwe bigerin. Divê di çeperê siyasetên serdestan de xwe ase nekin, rewşa rejîmên dijkurd wek firsendekî bikar bînin û çareyekê ji halê xwe re bibînin…