Heftiya çûyî bi êrîşa arteşa Tirkiyê ya li ser herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê ve tansiyona siyasî ji nişkave bilindtir bû. Di operasyona di rojên 10-14ê sibatê, bi dehan teyare û helîkopterên şer û her cûre çekên giran ve hate lidarxistin de, xeynî kuştiyên ji herdu hêlan, 13 girtiyên di destê gerîlayên Kurd de jî, ji hêla arteşa Tirk ve hatin kuştin.
Rayedarên Tirk her çiqas hewil bidin, bi çavtirsandinê meseleyê bixin stûyê gerîlayên Kurd jî, ne raya giştî ya Tirkiyê û ne jî raya giştî ya cîhanî bi daxuyaniyên wan bawer kir.
Piraniya hikûmetên rojavayî bi bêdengiyekê nêzî bûyerê bibin jî, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniya xwe ya bi maneyî, qîreqîra rayedarên Tirkiyê pûç û vala kir. Rêveberiya nû ya Amerîkayê ‘nebawerkirin’a xwe ya bi îdîayên berdevkên Tirk, bi gotinên “eger kuştina 13 kesan bi destê PKKê ve bûyîbe, em wan şermezar dikin“ anî ser zimên…
Partiyên opozîsyonî yên Tirkiyê (CHP, ÎYÎP û hwd) jî jiber mirina 13 kesan hikûmeta AKPê û serokê wê R.T.Erdogan tewanbar kirin. Yanî careke din derket holê ku îdîa û gotinên Erdoganî û hikûmeta AKPê ne li ser raya giştî ya Tirkiyê û ne jî li ser raya giştî ya cîhanê xwedî bandorekê ne.
Helbet li hemberî van bertekan, wekî her caran; Erdogan û berdevkên hikûmetê dîsa bi ûslibekî qirêj êrîşî muhalîfan û Kurdan kirin. Ji bo tirsê li ser gel hê mezintir bikin, bi derewan tehdîd barandin. Di rojekê (15ê sibatê) de 718 Kurd hatin binçavkirin…
Jixwe ev demeke dirêj e, ku hikûmeta Tirk xitimandina siyasî ya rejîmê, bi êrîşên li dijî Kurdan vedişêre. Ne tenê li bakurê Kurdistanê, bi bikaranîna lewaziya ahengiya navdewletî, li dijî rojava û li başûrê Kurdistanê jî bi êrîşên xwe tim tansiyonê bilindtir dike…
Heta niha him lewaziya têkiliyên Kurdî-Kurdî û him jî li herêmê şêlûbûna rewşa siyasî ya navdewletî firsendekî mezin radixist ber Tirkiyê ku bi rêya leşkerî û tundiyê biçe ser Kurdan û têkoşîna wan a ji bo mafên civakî û siyasî ji holê rake û tevahiya destkeftiyên wan hilweşîne.
Helbet pirsgirêka Kurdî problemeke navdewletî ye û helwesta dewletên bi herêmê ve pêwendîdar, bi taybetî ya dewletên mezin ên wekî Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê, teqez bandorê li jiyana Kurdan dike. Ji ber wê ye ku çav û guhê Kurdan tim li ser helwest û gotinên wan e.
Di 55. Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de (15-17 sibat) dewletên endamên NATOyê û hevkarên wan mesajên ‘bixwevehatina saziyên pergala liberal‘ dan û balkişandin ser bilindkirina têkoşîna li hemberî bandora siyasî û aborî ya Rûsya û Çînê ya li seranserê cîhanê. Mesaja Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden jî ji hêla çapemeniya cîhanî ve wekî “vegera Amerîkayê“ hate nirxandin.
Vegera Amerîkayê ê bandoreke çawa li Kurdistanê û li herêmê bike, hê bi giştî ne diyar be jî, mesajên destpêkê nîşan dide ku ew ê mîna serdema Trumpî, meydanê ji aktorên mîna Erdogan re vala nehêlin.
Belkî daxuyaniya dawî ya Fermandarê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê Mazlûm Abdî mesaja xweamadekiran Kurdan a ji bo pêvajoya nû ye: “Serkeftina dîyaloga ENKS û PYNKê ji bo me armanc e. Lihevkirina me girîng e û ew ê berjewendîyên xelkê me biparêze…“
Mesajên saziyên Kurdan ên ji bo kampanyayên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê jî tenê bi xwedîderketina zimên ve bisînor neman û ew bi daxwazên bipêşxistina yekîtiya netewî ve hate girêdan…
Gelo aktorên siyasetên Kurdistanî bi mesajên serdema nû têdigîhijin û serê xwe pê re diêşînin an na?
Êrîşa Tirkiyê ya li ser Garê ev mesaj da; ku Kurd neçar in çav li siyasetên xwe yên kilasîk bigerînin. Mixabin bi siyaset û helwesta hêzên Kurdistanî ya heta îro Kurd ê li seranserê Kurdistanê tim di bin tundî û êrîşên Tirkiyê û Îranê de bin.
Belkî Garê ê kilîta hişê siyaseta Kurdistanî veke, ku him rastiya xwe, him jî rastiya herêmê rast binirxînin, guh bidin mesajên gel û siyaseta hêzên herêmî û ya hêzên cîhanî bi siyaseteke Kurdistanî pêşwazî bikin…