Li Tirkiyê rewşa siyasî û aborî çiqas aloz û lewaz be jî ji bo bipêşxistina aramî, aştî û demokrasiyê hêviyeke xurt jî li holê nîne. Li hemberî lewazbûna partiyên desthilatê, opozîsyoneke ku hêviyê dide xelkê jî tune ye. Ji ber ku hişmendî û pratîka partiyên Tirkan gorî liserpêmayîna dewletê bertekê nîşan didin, rewşa xelkê û aramiya civakî ji bo wan ne mijarên pêserîêşandinê ne.
Êdî çîrokeke nû ya desthilatê (AKP-MHP) nemaye, lê çîrokeke nû ya partiyên opozîsyonê (CHP-ÎYÎP) jî tune ye. Desthilat pir lewaz e û him li hundir û him jî li derve; siyasî, aborî, dîplomatîk; ji her hêlan ve xitimî ye, lê partiyên opozîsyonê jî bi gotin û pratîkên xwe rewşeke heman şêweyî diyar dikin…
Desthilata AKP-MHPê her mijarê dike mijara bazarê û bi vî awayî hesabê heta hetayê bidestgirtina desthilatê tevdigerin. Partiyên opozîsyonê jî wekî ku ê heta hetayê wek opozîsyon bimînin, siyasetê dikin.
Ji derve jî hewildaneke ku bandorê li vê rewşê bike û ji bo pêşketina demokrasî û aramiyê vê rewşê hinekî nermtir bike û biguherîne, xuya nake. Yekîtiya Ewropayê tenê bi siyaseta Tirkiyê ya derveyî re mijûl e û ji bo pêşîgirtina hewildanên êrîşkar ên Tirkiyê siyasetê dike. Ji bo rewşa hundirîn; tundî, binpêkirina mafên mirovan û bêdengkirina xelkê jî tenê ‘xem û fikarên‘ xwe yên bêmane û bêbandor tîne zimên.
Amerîka ya bi serokatiya Joe Bidenî di siyaseta xwe ya navnetewî de her çiqas bipêşxistina demokrasiyê lîberal û xwedîderketina mafên mirovan wekî mijarên sereke derêxe pêş jî, dibe ku ew jî jiber rol û mîsyona Tirkiyê ya li herêmê, rejîma zordest gorî berjewendiyên xwe tolere bike…
Ji bo çareserkirina pirgirêka Kurdî û rejîmeke demokratîk aktorên siyaseta Tirkiyê aliyek in û Kurd (an jî HDP) bi serê xwe aliyek in. Divê wek bêhêvîbûnê neyê famkirin; lê Kurd di siyaseta Tirkiyê de bi serê xwe tenê ne. Tiştê ku tê serê Kurdan tenê bandorê li Kurdan dike.
Bi tundî û zordestiya rejîma nijdaperest a AKP-MHPê çalakbûna HDPê çiqas hatibe lewazkirin jî, hê jî ew li Tirkiyê tekane hêza opozîsyonê ya xwedî hêz û bi bandor e. Dîmenên çalakiyên pîrozbahiya Newrozê careke din ev rastî raxist ber çavan. Piraniya parlamenter, şaredar û çalakvanên siyasî hatibin girtin û hewildanên ji bo girtina HDPê hebin jî, civaka Kurd her zindî û di daxwaz û armancên xwe de bibîryar e.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar hewildanên ji bo girtina HDPê wekî mijareke bêhêvîhiştinê qebûl nake û dibêje; “divê xelkê me reşbîn nebe, em ji hevkariya bi partiyên din re amade ne, eger nêzî hilbijartinê partiyê bigirin jî, alternatîfên me hene ku em giraniya xwe bidinê.“
Helbet HDP û Kurd bêalternatîf nînin û bêlalternatîf namînin.
Ji mijara ‘hevkariyê‘ yanî ‘tîfaqê‘ ya ku Mîthat Sancar bahsê dike, belkî wekî ku HDP xwe tim bi CHPê re angaje dike, tê famkirin. Helbet HDP bi vê ‘angajmanê‘ re dixwaze, (eger hebe) potansiyela demokrat a civaka Tirk û ya alîgirên CHPê di siyaseta Tirkiyê de dîtbar bike û jê di serî de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî û problemên din ên civakî piştgiriyê bistîne…
Rêveberiya HDPê ji bo gavên ‘alternatîf‘ çi difikire, nizanim, lê pêşniyara dawî ya hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş a di derbarê vê mijarê de hêjayî niqaşê ye: “Eger kes û komên nijadperest ên di partiyên opozîsyonê de bi israrê li ber pêşxistina tîfaqa demokrasiyê tim astengiyê derêxin, wê çaxê bi pêşengiya HDPê dibe ku wekî tîfaqeke sêyemîn ‘tîfaqa demokrasiyê‘ bê îlan kirin.“
HDP û siyaseta Kurdî helbet ji bo bidestxistina mafên Kurdan, bipêşxistina demokrasiyê û aramiyê ê tim ji tîfaqan re vekirî bin. Lê xwe angajekirina bi CHPê re ê HDPê bixitimîne. Ji ber vê yekê pêşniyara Demîrtaş a wek ‚‘tîfaqa seyemîn a demokrasiyê‘ hêjayî pêserîêşandinê ye…