Halil Dalkılıç: “Ji Dîlokê heta Meletiyê ji sedî 70-80 Kurd in”

KurdiYazarlar

“Ez ji Dîlokê (Enteb) bi rê ketim û piştî rêyeke xilexwar a 320 kmyî gîhiştim Meletiyê. Tê îdiakirin ku ev herêm a Ermenan e. Lê civaka Ermen a ku bahsa wê tê kirin; tenê 25 esnafên ku beriya şer (şerê 1ê ê cîhanê) li herêmê bi Kurdan dijîn in. Ermen bi xwe bahsa dostaniya Kurdan dikin û bi spasiyê pesna wan didin, ji ber ku dema ew hatin koçberkirin Kurdan alîkariya wan kiriye. 

Ji Dîlokê, xeynî 50-60 kmyên siftê, heta Meletiyê, nifûs piranî (ji sedî 70-80) Kurd in. Ez çûme ku derê, min pir aşkere dît ku Kurd neteweperwer in û ji rêveberiya Tirk qet nerazîne… Ji sedî 75ê Kurdên herêmê xwedî baweriya aram û tolereyî, elewîtiyê ne.  Kurd têkîliyên navxweyî gorî dînê nakin, ên sunî ne fanatîk in. Kurdên elewî û sunî bi hevdu re dizewicin…” (Kurdistan 1919; Rojnivîska Serbaz Noelî, Avesta 2010 (çapa bi Tirkî)).

Xwediyê van gotinan serbazê Îngîlîz Noel (Edward William Charles) e. Mîsyonerê Îngîlîz serbaz Noel di sala 1919an de sê mehan li Dîlok, Mereş û Meletiyê cih û warên Kurdan digere û rastî û taybetmendiyên civakî ên Kurdên herêmê di cih de dibîne û bi raportekî ji dewleta xwe re radigihîne. 

Noelê Îngîlîz sed sal berê (1919) tespît kiriye ku nifûsa herêma bakur-rojavayê Kurdistanê (bakur-rojavayê çemê Firatê) ji sedî 70-80 Kurd e. Lê gorî texmîna min îro hejmara Kurdên herêmê ji sedî 40 nîne… Gorî Planê Sererastkirina Rojhilatê (1925) bi komkujî, koçberkirin û asîmîlasyonê bi taybetî Kurdên bakur û rojavayê çemê Firatê di nava salan de hatin kuştin, koçberkirin û ên mayî jî bi radeyeke bilind hatin asîmîlekirin. 

Ev siyaset îro jî bi awayekî hên dijwartir berdewam e. Dewleta Tirk bi dagirkirina rojavayê Kurdistanê re demografiya Kurdistanê diguherîne. Piştî Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Kurd ji van herêman tên derxistin, ên warên xwe bernadin, têne kuştin û li şûna wan Tirk û Erebên cîhadîst tên bicîhkirin. Nîşane û nirxên Kurdî û kurdewarî gişt tên hilweşandin û jiholê têne rakirin…

Li gel êrîş û dagirkirina Rojava, dewleta Tirk herêma Şengalê a li Başûr jî tim di rojevê de dihêle, bi awayekî rûtînî êrîş dibe ser. Ji xwe qadekî mezin ê başûrê Kurdistanê ji hêla Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Di danûstandinên di nava rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê û rêveberên Tirk de hebûna şervanên Kurd ên li Şengalê tim dibe rojev û Tirkiye bi israr derketina wan a ji wir dixwaze. Wer xuya ye; ku armanca Tirkiyê koçberkirina Kurdên Êzîdî û bi vî avayî di nava Başûr û Rojava de avakirina herêmeke tampon a ku Kurdên her du parçeyan ji hev qut bike ye. 

Gorî daneyên Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê ji destpêka şerê Sûriyê (2011) vir de ji 3,6 mîlyonî nêzî  1,5 mîlyon penaberên Sûrî li bakurê Kurdistanê hatine bicîhkirin. Ev bicîhkirin bi taybetî li bajarên serxetê (Dîlok, Mereş, Meletîyê, Semsûr, Riha, Mêrdîn, Amed, Êlih, Şirnex) hatiye kirin.  Li van bajaran hejmar û giraniya Kurdan û kurdewariyê hate kêmkirin û lewazkirin. 

Tirkiye li bin xetê, li Rojava, li Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Serê Kaniyê û Girê Spî jî di nava heman hewldana qilêr de ye. 

Siyaseta tunekirina Kurdan û kurdewariyê a ku di sed salan de bi ser neketî, ji hêla dewleta Tirk ve li pêş çavên mirovahiyê, bi hemû dek û dolabên nûjen û hov careke din tê ceribandin. Bakur, Başûr û Rojava careke din ji hev têne qutkirin. Kurdistan bi lewazkirin û tunekirina hebûn, nirx û nîşaneyên Kurdî û kurdewariyê careke din tê parçekirin. Dagirkerên Tirk hewldidin ku Kurdistanê bêyî Kurd bikin.

Pêşîgirtin û bêbandorhiştina siyaseta dewleta Tirk a bêkurdkirina Kurdistanê peywira sereke a partî û organîzasyonên Kurd û Kurdistanî ye. Eger ji bo vê yekê kampanyayên civakî ên zindî û daîmî nebin rojev, bahskirina yekîtî, parastina nirxên netewî û pêşerojeke kurdewarî jî bêmane ye… 

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Min çi got rast derket
Hakan Tahmaz: Aleviler, Demirtaşlar ve Muhalifler

Öne Çıkanlar