Halil Dalkılıç: Keftelefta gurên har û hêla Kurdan

KurdiYazarlar

Bi destpêka sala nû re hêzên serdest ên ku polîtîkayên wan sedemên sereke ên bêaramîya Rojhilata Navîn in; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê tansîyona sîyasî a herêmê ji nû ve bilind kirin. 

Generalê Îranê Qasim Sulêmanî ê operasyonên li derveyî Îranê, bi taybetî jî operasyonên Îranê ên li Iraq û li Sûriyê bi rê ve dibir, li Bexdayê bi operasyoneke Amerîkayê ve hate kuştin. Li ser kuştina Sulêmanî wekî her caran, Îranê dîsa tehdîd li dijî Amerîkayê barandin û sondên tolhildanê dûbare kir.

Di daxuyaniyên dewletan û raya giştî a cîhanî giştan de ji her du welatan re banga daxistina tansîyonê hate kirin. Bûyer ji hêla hinek analîzvan û siyasetmedaran ve wekî destpêka 3. Şerê Cîhanî hate binavkirin.

Xeynî partiya HudaParê ku ew nêzî hikûmetên Tirkiyê û Îranê ye û herwiha heta îro bi siyaseteke tarî û dijkurd tê nasîn, piraniya Kurdan ji ber rolê Qasim Sulêmanî ê dijkurd, bi taybetî jî rolê wî ê di dagirkirina Kerkûkê de, bûyer bi kêfxweşiyê pêşwazî kirin. Hinekan jî ji bûyerê ji bo xwe par derxistin û kêfxweşiya xwe ewqas gir kirin, ku qey kuştina Sulêmanî ji bo Kurdan ‘serkeftineke mezin’ e!..

Îran di rojên pêş de bersivekê jî bide, hinek Amerîkîyan an hevkarên wan bikuje an jî hinek zirarê bide berjewendiyên Amerîkayê jî, di nava her du dewletan de şerekî mezin dernakeve. Xirecira ku ji rêveberiya rejîma Îranê derdikeve ji bo tûjkirina bertekên xelkê li dijî Amerîkayê û bi vê yekê re paşguhkirin û veşartina despotîzm û zordestiya rejîma xwe a Îslamî ye.

Amerîkayê jî bi vê operasyonê ve dixwaze vê mesajê bide; ku ew ê pêşiyê nade Îranê ku destê xwe zêde bixe nava rêvebirina dewletên li herêmê û hêz û bandora Amerîkayê a li ser dewletên herêmê lewaztir bike. Lê di atmosfera îroyîn de ne rewşa Îranê ne jî a Amerîkayê dikane şerekî mezin rake. 

Îranê bi hêzên xwe yên mîlîsî ve tevlîhevkirina dewletên cîran û ên li herêmê hem dixwaze bandora xwe li seranserê herêmê ava bike û hem jî pirsgirêkên xwe yên hundirîn ên rejîmî û civakî ji ber çavan dûr bixe.   

Çend salên vê dawiyê hikûmeta Tirk a R. Tayyîp Erdoganî jî heman polîtîkayê bi rê ve dibe û destê xwe dirêjî her derê dike. Ji Sûriyê û Iraqê heta Lîbyayê pirsgirêkan û kaosê siyasî kûrtir dike û bi vî awayî pirsgirêkên civakî ên li hundir ji ber çavên xelkê dûr dixe û rejîma xwe a dijdemokrasî û despotîk li ser pê dide sekinandin. Lê siyaseta Tirkiyê ne mijara vê nivîsêye, ji xwe em her tim li ser dinivîsin.

Eger em vegerin ser kuştina generalê Îranê Qasim Sulêmanî, meriv dikane gotinê wiha dirêjtir bike: Bi hebûn an jî mirina Qasim Sulêmanî re ne polîtîkayên Îranê ne jî yên Amerîkayê ê biguherin. Mirina Sulêmanî nabe sebebê şerekî mîna 3. Şerê Cîhanî jî. Helbet her dewlet ji bo bêbandorkirina dijminê xwe ê suîqast û operasyonên wisa her berdewam bikin. Belkî di rojên têyî de bêaramiya herêmê ê hê kûrtir bibe û ji ber siyaseta van her du dewletan û hevkarên wan, êşa xelkên herêmî hê girantir bibe. 

Lê Kurd ne mecbûr in, di keftûlefta van her du gurên har ên ku zirarê didin hebûn û berjewendiyên Kurdan de alîgir bin. Şûna ku Kurd bêperspektîf û bêpêşbînî di nava siyasetên serdestan de herin-werin, divê bi kar û barê xwe ve mijûl bin; diyalog û hevkariya navxweyî zeximtir bikin ku nebin êmê tu guran.

Li gel vê yekê; di nava xirecira serdestan de firsendên siyasî ên ku derkevin holê baş bikar bînin û destketiyên xwe yên siyasî û civakî mayînde bikin. Yanî divê em siftê bi êşên xwe biêşin, bi serkeftinên xwe şa bibin û pêşiya xwe bibînin, gavên xwe saxlem biavêjin…

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Benda Hilbijartinê nehişt Silêman Çawîş şer rawestîne
Osman Özçelik: Bi ferhengan zimanê nivîskî û pirtûkxaneya kurdî dewlemend dibe

Öne Çıkanlar