Halil Dalkılıç: Kî diêşe, ew ê têbikoşe…

KurdiYazarlar

Ev demek e, rêveberiya Tirkiyeyê mesajên xwe  jinûve nêzikkiran Yekîtiya Ewropayê û Dewletên Yergirtî yên Amerîkayê dide. Di vê helwestê de bandora ji her hêlan ve xitimandina rejîma AKP-MHPê û helbet mesajên rêveberiya nû ya Amerîkayê jî heye. Wekî tê zanîn; Joe Biden helwestê Amerîkayê yê di derbarê pêşketinên li Rojhilata Naverast (Iraq, Sûriye, Yemen û hwd), bakurê Afrîkayê (Lîbya û Derya Spî) û Pêş-Asyayê gav bi gav aşkere dike. 

Ev mesajên Amerîkayê helbet ji her hêlan ve desthilatên Tirkiyê jî elaqedar dike. Li hinda van pirsgirêkên li herêmê, hikûmeta Tirk di heman demê de bi Amerîkayê re xwedî pirsgirêkeke pir mezin a wekî çekên giran ên Rûsan S400î jî ye.

Rejîma AKP-MHPê bi zêdebûna binpêkirina mafên mirovan, xwevekişîna ji Peymana Stenbolê ya ji bo pêşîgirtina şîdeta li dijî jinê, hilweşandina saziyên sivîl ên demokratîk, berdewamiya êrîşên li dijî Kurdan û vekirina doza girtina HDPê jî ev demek e dibe mijara medyaya rojavayî û ya daxuyaniyên berdevkên Yekîtiya Ewropa û ên Amerîkayê ye.

Meriv ji kîjan hêlê ve mêze bike bira bike; wer xuya ye ku rejîma Tirk a wek ‘sultantiya’ R. Tayyîp Erdogan tê sazîkirin, bi polîtîkayên heyî yên hundirîn û derveyî xitimî ye. Di anketên vê dawiyê de jî aşkere tê dîtin ku piştgiriya xelkê ya bi hikûmeta AKP-MHPê dahatiye binî ji sedî 40î.

Niha dîsa Erdogan û hikûmeta wî berê xwe dane rojavayê û cardin hewildidin ku bi têkîliyên bi Ewropiyan û bi Amerîkayê re bêhnê bistînin. 

Her çiqas Amerîkaya bi serokatiya Joe Bidenî mesajên ji bo parastina mafên mirovan û aramiyê bide jî, ew ê bandoreke çawa li siyaseta rejîmên despot û otorîter bike, ne diyar e. Bi taybetî jî Tirkiyê ê ji bo jinûve xurtkirina têkîliyên xwe bi Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re ê di siyaseta xwe ya hundirîn û ya derveyî de guhertineke çawa bike, ew jî pir şêlû ye. Jixwe baweriya kesekî tune ye ku rejîma AKP-MHPê ê bikane xwe bihurîne, ev yek jî wek pirsgirêkeke mezin li holê sekiniye.   

Joe Biden bi Erdoganî re hê tu têkilî daneniye û heta niha ew tenê vexwendiye Konferansa Avhewayê (22-23yê nîsanê) ku ew jî ê wekî telekonferansê pêk bê. Lê berdevkên Yekîtiya Ewropayê wekî ku dilê Erdoganî şa bikin, mesajan didin. 

Yekîtiya Ewropayê siyaseta Tirkiyeyê ya Lîbya, Derya Spî û Sûriyê û herwiha binpêkirina mafên mirovan rexne  dike, lê ev tenê di gotinê de dimînin û bi Tirkiyê re têkilî û danûstandinên ku emrê hikûmeta Erdoganî hê dirêjtir bike, gavan diavêjin û têkîliyên heyî xurtir dikin. Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ê Karên Derve Josep Borrell di raporê xwe de daxuyaniyên berdevkên hikûmeta Tirkî “erênî” û wekî “gavên baş” dipesîne.

Jiber helwestê Yekîtiya Ewropayê rejîma AKP-MHPê zordestiya li ser xelkê, binpêkirina mafên mirovan û herwiha êrîşên li ser Kurdan her zêdetir dike. Ev siyaset jî tenê xizmetî bêdengkirina hêzên demokratîk û Kurdan dike.  

Çapemeniya Ewropî jî ev demek e balê dikişîne ser siyaseta Ewropayê ya durû, bêbandor.  Di rojnameya Almanî Dîe Weltê de Denîz Yûcel balkişandiye ser helwesta 7 hezar fîrmayên Almanî yên ku dijdemokrasîbûna rejîma Tirkî jinedîtinêve tên û xizmetî wê dikin. Yûcel balê dikişîne ku ev fîrmayan Peymana Gerdûnî ya Yekîtiya Neteweyan ya ji bo pêşîgirtina şertên giran ên karkeriyê û xebitandina zarokan jî îmze kirine, lê ew li Tirkiyeyê pêdiviyên vê peymanê paşguh dikin.  

Redaktora polîtîkaya derveyî ya Dîe Weltê Carolîna Drüten jî nivîsiye ku Yekîtiya Ewropayê ji ber peymana penaberan, polîtîkaya dijdemokrasî û binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyê di têkîliyan de nake wek mijareke sereke û ê li dijî Tirkiyeyê ambargoyeke bibandor naxe meriyetê.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê li hemberî siyaseta hikûmeta Tirk a binpêkirina mafên mirovan û êrîşên li dijî Kurdan tim “xem û fikarên xwe” vedibêjin û ê ji îro şûnde jî ê her tim wer bikin. Yanî barê bipêşxistina demokrasî û bidestxistina azadiyê tenê li ser pişta kes, kom û civakên ku pêwîstiya wan pê heye dimîne. Kî diêşe, ew ê têbikoşe…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Heyva Çardeşevi
Mela Mihyedîn: Newroz e, Newroz e

Öne Çıkanlar