Peyhateyên erdheja li Bazarcix û Elbistana Mereşê rûdayî û 11 bajarên derdorê kiribû wekî kavil berdewam in. Him însanî û him jî siyasî şoka erdhejê bandorê li jiyanê dike. Ne tenê erd diheje, herwiha ji destpêka erdhejê heta niha ji her hêlan ve dewleta tirk jî diheje. Hên xirabe û kavil wekî roja yekê li erdê ne. Ji gotinên propagandayî wêdetir, ne planek ne jî xebateke saziyên dewletê xuya ye.
Qurbaniyên erdhejê hên di şokê de ne û pêrîşan in. Heta niha ji wan bi sedhezaran warên xwe terikandin. Ên li şûna xwe mayî bi kul û êşên xwe ve di nava kavilan da him şîna wendahiyan dikin û him jî hewildidin ji bo jiyana xwe ya nû çareseriyekê bibînin. Ji bo alîkariyê saziyên dewletê hewildanên sivîl asteng kir û bi xwe jî tiştekî nake û planekî wê yê ku tiştekî bike jî ne diyar e. Rewşa qurbaniyên erdhejê ewqas xirab be jî; wer xuya ye, ku erdheja siyasî rewşa wan ji zû ve daye jibîrkirin.
Ev dora deh rojan e; rojeva Tirkiyê aşkerekirina namzetê serokkomariyê yê opozîsyonê ye. Maseya şeşî ya muhalefetê wer îdia dike, ku ew ê hişmendiya zordest a dewleta îroyîn biguherin û rejîmeke demokratîk ava bikin. Lê ev deh rojên vê dawîyê aşkere kir, ku ev hevîr ê hên pir avê hilgire. Yek ji şeş partiyên opozîsyonê yên ku xwe wek ‘hevkariya mîllet‘ê binav dikin, ÎYÎPê bi vekişîn û şûnde vegera xwe ya maseyê êşa qurbaniyên erdhejê, bêçaretî û lewaziya saziyên dewletê ji rojevê dûrxist. Di dawiyê de Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wekî namzetê muhalefetê yê serokkomariya Tirkiyê hate pejirandin û diyarkirin.
Serokkomarê tirk R.T.Erdogan heta îro bahsa avakirina Tirkiyeke nû dikir. Bi vê sloganê hemû saziyên dewletê ji holê rakir û rejîmeke zordest a îslamîst-nasyonalîst-kurdkuj ava kir. Niha Kemal Kiliçdaroglu û partiyên hevkarên wî jî bahsa Tirkiyeke nû, lê yeke demokratîk dikin. Ji hişmendiya siyaseta tirkî ya gerdîşî demokrasiyekî çawa dê derkeve, ne diyar e? Ji vê demokrasiya ku ew bahsê dikin, çi dê bikeve parê kurdan, ew jî ne diyar e. Helwesteke aqilane û bidîqat divê.
Ji ber vê yekê meriv dikane bêje; ku hilweşîna rejîma faşîst a diz, mafya û kujeran a AKP-MHPê ji bo kurdan jî pir girîng e û têkbirina vê rejîmê daxwazîya kurdan û barê siyaseta kurdî ye jî. Wekî tê jiyîn; rejîma AKP-MHPê ya îslamîst-nasyonalîst hewldide her nîşaneyên kurdî û kurdewarîyê ji holê rake. Nav û şopên kurdan ji her derê radikin; li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo têkbirina vîna kurdî bi herkesî re hevkariyê dikin û li dijî hebûn û mafên kurdan her cûre polîtîkayên hovane bikar tînin.
Hê çend roj berê li Bûrsayê ji bo pêşwazîkirina tîma kurdan Amedsporê bilindkirina posterên kujerên kurdan û bibîrxistina kuştina kontgerîlayên jîtemê helbet organîzasyona hişmendiya desthilatdarên AKP-MHPê ye û jixwe serokê MHPê Dewlet Bahçelî ev nijadperestî bi aşkereyî parast. Aşkere ye, ku dîsa bi bibîrxistina komkujiyan mesajê didin û dixwazin kurdan bitirsînin. Ji bo vê yekê guherîna vê rewşê, têkbirina vê rejîmê kar û barê kurdan û ê siyaseta kurdî ye jî.
Kemal Kiliçdaroglû kurd û elewî ye; lê bi serê xwe nikane rejîma Tirkiyê demokratîk bike û pêşiya çareseriya doza kurdî veke. Armanca wî ya sereke jî helbet ne ev e û helbet kurd ê mafê xwe bi têkoşîn û siyaseta xwe bidest bixin. Lê ji bo rewşeke ku mafên kurdan bi awayekî serbest û demokratîk bê nîqaşkirin, pêwîstî bi aramiyê û rêkûpêkkirina rejîma Tirkiyê heye.
Divê mirov di çarçoveyekî fireh re li namzetiya Kemal Kiliçdaroglu mêzeke û helwestê gorî analîzên analîtîk û aqilane nîşan bide. Ne tenê pêhêvîgirêdan û ne jî jêrûbadan ne rast e. Hê zêdetir xwedîînîsîyatîfbûn, danûstandin û xwe tevlîkirina pêvajoyê belkî deriyekî ji bo kurdan jî veke…