Her çiqas di têkoşîna Kurdan a îroyîn de zêde bahsa herêma Kurdên elewî (bakur û rojavayê çemê Firatê) neyê kirin jî, sed sal berê berxwedana vê herêmê ji ya herêmên din ên Kurdistanê zêdetir deng dabû.
Dîroka Kurdên herêmê ji hêla nîştimanperwerî, wêrekî, fedaîtî û qehremaniyê ve tijî mînak e; him bi mêr û him jî bi jinên xwe ve…
Mîna çîroka Alîşêr û Zarîfeya Koçgîriyê…
Wan him wek hevjîn û him jî wek hevalên têkoşînê emrê xwe di berxwedanên Koçgîrî û Dêrsimê de derbas kirin û ji bo doza Kurd û Kurdistanê seriyên xwe dan.
Di salên têkçûna dewleta Osmanî de hinek kesayetên leşker, siyasmedar û rewşenbîr ên Kurd bi sozên rêveberên rejîma nû ya Tirk (Îttîhat û Terkakkî) bixapin û bikevin dû wan jî, hinekan jî hewildan ku tevgereke ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê ava bikin. Yek ji wan nîştimanperweran jî şaîr, nivîskar û têkoşer Alîşêrê Koçgîriyî bû.
Alîşêr bi Alîşan û Haydar began pêşengiya berxwedana Kurdên Koçgîriyê (rojavayê Dêrsimê) kirin û daxwazên Kurdan ên wê çaxê him ji rêveberên rejîma Tirk û him jî rêveberên dewletên rojavayî re radigîhandin.
Sed sal berê (6ê adarê-17ê pûşperê 1921)Waliyê Sêwasê yê rejîma Tirk, Nûreddîn Paşa bi serokçete Osmanê Kulek (Topal Osman) ê ku li herêma Derya Reşê li dijî Pontûsan komkujî pêk anî bû, 140 gundên Kurdên Koçgîriyê şewitandin, hilweşandin, talankirin û nêzikî hezar kesî kuştin. Rejîma Tirk ya nû siyaseta xwe ya nû ya dijkurd cara siftê li Koçgîriyê bi vî awayî îlan kir…
Piştî têkçûna berxwedana Koçgîriyê, Alîşêr bi jina xwe Zarîfeyê derbasî Dêrsimê dibin û heta ku bi serjêkirinê têne kuştin (7ê tîrmehê 1937), wek du hevalên berxwedêr û têkoşêr li hinda pêşengê berxwedana Dêrsimê Seyîd Rizayî têdikoşin.
Zarîfe wekî ‘yekemîn jina Kurd a gerîla‘ tê naskirin. Ew bêdudilî bi doza xwe bawer bû, ku Kurd jî ê serbixwe û azad bijîn.
Di dema hevdîtinên Lozanê (24ê tîrmehê 1923) de, ku li wir qedera Kurdan jî dihate gûftûgokirin, mebûsê Dêrsimê Hasan Xeyrî dixwaze Alîşêr, Dr. Nûrî û Zarîfeyê îkna bike ku ew bi sozê Mustafa Kemal û xwediyên rejîma Tirk a nû bawer bikin û dev ji têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê berdin. Li ser vê daxwazê Zarîfe ji Alîşêr re dibêje; “Hevalê min, wer tê famkirin ku herkes ê di rêya xwe de bimeşe. Daxwaza me aramiya Dêrsimê ye. Em ê di rêya xwe de bimeşin. Wer xuya ye ku em ji vê muzakereyê tu feydeyê nabînin. Hên rêyeke me ya pir dirêj heye. Rabe em herin…“ (D.Munzuroglu, Daglere Şecere Yazan Adam: Alîşêr ve Zarîfe, Dersim’de İklim).
Nûrî Dêrsimî, Zarîfeyê ji bo jinên Kurd wekî jineke pêşeng a têkoşer û siyasetmedareke bibandor dide nasandin: “Zarîfeyê wekî mêrê xwe Alîşêr, girêdayîna xwe ya bi doza Kurd a netewî re bi jiyana xwe îspat kir. Ew ji bo hişyarkirina gel propagandîsteke bêhempa bû. Di xebatên netewî yê Alîşer de tim bi wî re bû û tim wek ‘hevalo‘ bang li wî dikir. Wêrekî û egîdiya wê ji rûyê wê dihate dîtin. Li Dêrsimê di nava gel de doza netewî vedigot û pirsgirêkên di nava eşîran de bi diyalogê çareser dikir…“ (N.Dersimî, Kürdistan Tarihinde Dersim)
Ji ber helwesta wê ya bixwebawer û têkoşerî, dijmînê Kurdan jî pesna Zarîfeyê dane. Serbazê Tirk Nazmî Sevgen ê ku komploya ji bo kuştina Alîşêr û Zarîfeyê organîze kirî jî dema Zarîfeyê tarîf dike, nikane hestên xwe veşêre: “Jina Alîşêrî Zarîfe, jineke pir balkêş bû. Di têkoşîna mêrê wê de bandora vê jin ê pir bû. Tim bi çeka xwe bi mêrê xwe re hevaltî kiriye û bi wî re jî mir. Di dema dihatine kuştin, kesekî bi navê Vankî Efendî jî kuştiye…“ (N.Sevgen, Yakin Tarihin Esrarla Örtülü Hadiseleri ve Koçkirili Alişir, Türk Dünyasi, hjm.9)
Koçgîrî di berxwedana ji bo doza Kurd û Kurdistanê de destpêk bû û ew hê berdewam e…
Zarîfe ‘gerîlaya‘ jin a pêşeng bû û kujerên wê jî pesna wê dabû. Îro jî peyrewên wê li seranserê Kurdistanê pêşengtiya doza netewî û têkoşîna wekheviya civakî dikin û bala tevahiya mirovahiyê dikişînin û ser xwe.
Ruhên şehîdên Koçgîriyê şad bin.
8ê adarê li Zarîfeyên hevdem û li jinan giştan pîroz be…