Li Tirkiyê ‘şanoya demokrasiyê’ lîstika ‘hilbijartinê’ bi awayekî serketî pêşkeş kir û rejîma zordest bi careke din bi her îmkanên dewletê û bi her cûre lîstikên qilêr, dek û dolaban Recep Tayyîp Erdoganî bo cara sêyem wek serokkomar da hilbijartin.
Wekî serokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş jî gotiye; “(bi navê hilbijartinê) operasyoneke mezin hate kirin. Li hemberî operasyona hêzeke mezin a ku dewlet bi dest xistiye, bi têkoşîneke bi etîk gîhiştina ewqas dengan jî bi serê xwe serkeftineke mûcîzeyî ye. Xelkê guherîn xwest, lê pêvajo hate manîpûlekirin…”
Di pêvajoya hilbijartinê de hest, helwest û piştgiriya raya giştî ya tirkî ya bi nijadperestî, nasyonalîzm, tirkperestî û îslamîzmê re gîhişt radeya herî bilind û bi giştî tabloyekî wekî faşîzmê xwe da der. Her kesê muhalîf û ên ne tirk wekî ‘terorîst’ hatin îlankirin. Dîsa kurd û li hinda wana vê carê penaberên Sûriyeyî jî ji bo êrîşan hatin hedef kirin.
Tirkiye bi vî halî, bi vî ekonomî û rejîmê dê ku de here, mirov nikane pêşbîniyekê vebêje. Lê rewşa kurdan bi guman e. Kurdan xeynî windakirina Erdoganî, ti daxwazên civakî û netewî nekirin wek mijarên rojeva pêvajoya hilbijartinê û ji ber vê yekê ti daxwazên wan nehatin gengeşekirin. Kurd tevlî hilbijartina tirkan bûn û piştgirî dan yek ji du namzetên siyaseta tirkî…
Gorî helwesta siyaseta kurdî, kurdên bakurî bi piranî (ji sedî 50yê zêdetir) piştgirî dan namzetê muhalefetê Kemal Kiliçdaroglu. Ji Başûr KDPê û hevkarên wê yên li Bakur û îslamîstên kurd ên ku ketine dûv tirkperweriyê (ên wekî HûdaParê) piştgirî dan Erdoganî û rejîma wî ya dijkurd a zordest.
Encameke wer derkete holê; ku serdestên tirk siyaseta kurdî gorî daxwazên xwe bi helwestên xwe re angaje û bêbandor kirin. Ji ber vê yekê siyaseta kurdî hê lewaztir bû û hê zêdetir hate marjînalîzekirin. Çend meh berê di dîzaynbûna siyaseta tirkî de, ji siyaseta kurdî (HDPê an jî YSP), wekî aktorê herî bibandor dihate bahskirin; lê di çend mehan de ket rewşeke wekî aktorekî bêbandor (hem dengên wê kêmtir bûn û hem jî hejmara parlamenteran). Belkî wekî ku di destpêka pêvajoya hilbijartinê de hatibû diyarkirin; bi namzetekî xwe, bi perspektîfeke serbixwe û bi daxwazên kurdan ên civakî pêvajo hatiba meşandin; hem ji hêla kurdan ve û hem jî ji hêla siyaseta Tirkiyê ya giştî ve encam û pêşketinên cûdatir dê xwe bidana der.
Ji axaftina Erdogan a serkeftinê jî wer tê famkirin, ku di destê xwediyên rejîma tirk da xeynî êrîşbirina ser kurdan û terorîzekirina siyaset û civaka kurdî tiştek nemaye. Dema Erdogan di axaftina xwe ya serkeftinê da digot “terorîst Selo di desthilatdariya me da ê nema bê serbest berdan”, alîgirên wî ên ku li wir hatibûn komkirin slogana “ji Selo ra îdam!” diqîriyan…
Helbet ji kurdan ra tenê zulmê fîzîkî neyê rewa dîtin. Herwiha bi lîstin û hilweşandina hişmendiya kurdayetîyê jî hê dîtbar ê bibe wek armanceke sereke ya rejîma tirk a bi serkeşîya Erdoganî. Ji niha ve nîşaneyên wê xwe didin der; ku bi HûdaParê ew ê bi kodên hişmendiya kurdayetîyê bilîzin û bi navê ‘muhafakarkirinê’ ew ê kurdayetîyê bikin xizmetkarê hişmendiya îslamîst-tirkperestîyê. Wezîrê Karên Hundirîn Suleyman Soylu, di hesabê xwe yê Twîtterê da (23.5.23) HûdaParê wekî projeyekî stratejîk ê dewletê binav dike: ““Hûnê deh sal şûnde bibînin; bi HûdaParê muhafakarî çawa li herêmên rojhilat û başûrrojhilatê (bakurê Kurdistanê), wekî hinek herêmên din ên Tirkiyê ketiye dewrê. Komara Tirkiyê bi vê yekê, gaveke stratejîk davêje!..” Akadamîsyen Prof. Hamît Bozarslan projeya HûdaParê a rejîma tirk wiha analîz dike: “bi vê yekê Îslamîkirina kurdayetîyê û xistina wê ya wek xizmetkariya sunnetiya tirkî tê hedef girtin.” (Îrfan Aktan, artigercek.com)
Bi kurtî; bi hilbijartinên hatine kirin, li Tirkiyê ji bo bidestxistina mafên kurdan ti hêviyeke çareseriyê derneket holê. A herî girîng jî; eger kurd bi nasname, daxwazî û aktorên xwe di siyaseteke xweser û serbixwe de israr nekin, ew ê hem li ser siyaseta Tirkiyê bandora xwe wenda bikin û hem jî rewş dê ji bo tevahiya kurdan hê xirabtir be…