“(…) Tu gundên Garzanê beşê nedidan û ji wan gundiyan tu kes nediçûn leşkeriyê. Ji bo ku wana bixin bin desthilatdariya Babialî (Osmanî) amadekarî hate kirin… Mehmet Paşa bi 3000 kesan ber bi dilê Kurdistanê ve ketibû rê. (…) Garzan ji her hêlan ve dihate dorpêçkirin ku ji her çar hêlan ve rastî êrîşê bihata. Dijmin (Kurd) texmînî ji 30 hezar kesên çekdar pêk dihat, lê yekîtiya wan, rêberên wan û tu kela an jî bircên wan tune bû. (…)
(…) Paşê bi dengê ‘Allah Allah’ ber bi jêr ve êrîş birin ser gundeki. Piraniya ên ku dixwestin birevin, bi singûyan hatin kuştin… Leşker bi ganîmetan vedigeriyan. (…) Mêrên di nav xwînê de, jin, ji pitikên bermêj ji her salan zarok, serî û guhên ku hatine jêkirin… Ên ku yek ji vana dianîn 50 -100 qirûş pere distandin…
(…) Bi 14 liq leşker û gelek cerdevan ji bo dorpêçkirinê êrîş birin ser girekî bilind. 14 leşker mirin û 60 birîndar bûn. Jinan jî nîzamîye gulebaran dikirin. Jineke Kurd bi xençera xwe leşkerek kuşt. Dema leşker gihîştin jor, kî derket pêşiya wan kuştin. 400-500 Kurd hatin kuştin. 50 jinên ku bihatana birin di çemê çiyê ê rabûyî de fetisîn…” (Nameya Çiyayên Kurdistanê ji ‘Nameyên Tirkiyeyê’ ên H.von Moltke, Hezîran-Tîrmeh 1838)
Dema meriv ev bûyerên 181 sal berê di nav serdestên Tirkan û Kurdan de qewimîne dixwîne, wekî ku bûyerên di nav çend salên vê dawiyê de dixwîne, lê tê… Dijminê Kurdan bi hovîtiya xwe heman dijmin e. Li hember vê yekê helbet Kurd ne wekî Kurdên wê çaxê ne; hem ji hêla leşkerî, hem jî ji hêla siyasî û civakî ve bi rêxistinî ne, xwedî rêber û serok in û çi jin û çi mêr hê jî pir şerker in, lê bi bêparmayîna ji yekîtiyê, heman Kurd in…
Mareşalê Alman Moltke, Kurdên 181 sal berê wek “yekîtî, rêber, kela û bircên wan tune ne…” tarîf dike, lê li gel vê yekê pesna şerkerîya wan dide. îro hem rêber hem jî kela û bircên Kurdan (Rojava, Başûr û destketiyên li Bakur) hene û hê jî pir şerker in, lê hê jî ji yekîtiyê dûr in…
35 sal berê Kurdan piştî bêdengî û tarîtiya bi dehan salan careke din li dijî siyaseta înkar û tunekirinê bi dilawêrî serî rakirin, gule teqandin. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek rêxistineke hevdem di serdemeke ku navê Kurd û Kurdistanê ji holê hatibû rakirin, di 15ê Tebaxa 1984an de dest bi şerê çekdarî kir. Di şerî 35 salan ê li her çar parçeyên Kurdistanê de Kurdan şerkerî û wêrekiya xwe careke din îspat kirin û îro hem bi hêzên herêmî û hem jî bi hêzên serdest ên navdewletî re siyaset û dîplomasiyê bi pêş dixin. Kurd îro jî şerker in, xwedî arteşên modern in, bi rêxistinî ne û xwedî bîrdozên hevdem in…
Lê hê jî şerkerîya wan ji siyasîbûn û dîplomasîya wan zêdetir xwe dide der. Valahiya siyaseta yêkîtiyê, siyaseta civakî û dîplomasiyê bi hewildanên leşkerî ve tê dagirtin. Şer hê jî ji Kurdan re wekî siyaseta xweîfadekirinê ye. Dijminê Kurdan jî Kurdan neçar dihêlin ku di siyaseta şer de ase bimînin. Û ev rewş dibe sebeb ku êş û jana Kurdan her berdewam bibe…
Di 35 salan de tecrûbeya Kurdan a berxwedanê îspat kir ku, divê Kurd ji bo mayîndekirina destketiyên netewî û civakî hiş û hestan bi hev re bikarbînin. Li gel xweparastinê hewcedarî bi xurtkirina siyaseta civakî û dîplomasîyê heye. Hêza ku 35 sal li dijî sê dewletên maf, vîn û hebûna Kurdan înkar dikin, li ber xwe dide û bi Amerîka û Rûsyayê re bi askerî û siyasî dide û distîne, ê bikane siyaseta yekîtiyê, civakî û dîplomasîyê jî pêş bixe…
Hêvî ev e ku li gel destanê şerkeriyê, Kurd ê di 15ê Tebaxê ên salên pêş de bi yekîtiyê, serkeftin û destketiyên siyasî, civakî û dîplomatîk jî pîroz bikin.
/Nupel/