Piştî ku Joe Biden wek serokê nû yê Amerîkayê hate hilbijartin, di rewşa siyasî ya li Rojhilata Naverast, bakurê Afrîkayê, li giraveya Erebî û li Pêşasyaye libendêmayînek tê jiyîn. Her dewlet, rejîm û komên siyasî li benda helwesta siyasî ya rêveberiya nû ya Amerîkayê ye.
Kaosê ku siyaseta rêveberiya Donald Trumpî kûrtir kiribû, şûna xwe ji bêdengiyekê re hiştiye. Him hêzên mezin ên navdewletî û him jî dewlet û komên herêmî li benda ahengiyeke bi siyaseta rêveberiya nû ya Amerîkayê re ne.
Rêveberiya Biden, ji Afganîstanê, heta Erebîstana Siûdî, Yemen, Lîbya, Îran û Kurdistanê bi mesajên kurt, lê ên bi bandor nîşaneyên siyaset, hevkarî û têkîliyên nû diyar dike. Xwediyên rejîmên otorîter ên ku di serdema Trumpî de pişta xwe bi têkîliyên şexsî ên bi Trumpî re girêdabûn û aramî jiholê rakiribûn, ev demek e bêdeng in.
Ji mesaj û helwestên serokatiya Amerîkayê ya nû wer tê famkirin ku li şûna têkîliyên berê ên şexsî, têkîliyên dezgehî ê fonksiyonî bibin. Dîplomasiyekî bi vî rengî helbet ê bandorê herî zêde li rejîm û desthilatdarên despot ên ku bi Trumpî re bênavbeynkar têkilî pêk dianîn û bandor li siyaseta wî dikirin, bike.
Rêveberiya Tirkiyê û serokê wê Recep T. Erdogan jî ji ên ku rastî bandoreke neyînê ji helwestê rêveberiya Joe Biren werin in. Ji têkîliyên bi Rusyayê re bigire heta bi hewesa Osmanî bipêşxistina siyaseta tevlîhevkirina welatên derdorê, piraniya pratîka wan a bêdestûr ji bo berjewendiyên Amerîkayê pirsgirêk bû û rejîma Erdogan ê bi vê siyasetê bi Amerîkayê re ahengiyeke çawa pêk bîne, hê ne diyar e.
Di nava bîst rojên derbasbûyî de reveberiya Joe Biden bi rêveberiya 30 welatan re têkilî daniye, lê hê jî bi rêveberiya Tirkiyê û serokê wê Erdogan re tu têkilî daneaniye. Li berovajî vê yekê; helwesta hikûmeta Tirk a li dijî çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ên li dijî rektorê qayûmê û daxuyaniyên li dijî kesên LGBTî ji hêla rêveberiya Amerîkayê ve hate rexnekirin, nerazîbûna li dijî kirrîna S400an ji Rûsyayê hate dûbarekirin…
Li hinda vê yekê, him mesajên rêveberiya nû û him jî ji bo siyaseta li Rojhilata Naverast û têkiliyên bi Kurdan re peywirdarkirina kesayetên xwedî sempatiya Kurdan, dilê Kurdan hinek hênik dike. Mesajên hevkariya bi Kurdên Rojava û Başûr û ên derbarê demokrasî û mafên mirovan de çavê Kurdan badide helwesta rêveberiya nû ya Amerîkayê…
Di mesajên giştî yên rêveberiya Joe Biden de wer xuya dibe; ku demokrasî û mafên mirovan ê hê bêtir bibin mijarên rojeva siyaseta navnetewî. Bi çûyîna Donald Trumpî re piraniya mirovahiyê dilaram bûbû. Lê divê neyê jibîrkirin ku Amerîka û Yekîtiya Ewropayê heta niha ji bo pêşxistina demokrasiyê piştgirî nedane xelkên tu welatan û piraniya hevkarên wan jî rejîmên dijdemokrasî, zordest û totalîter in…
Herwiha divê neyê jibîrkirin ku siyaseta Amerîkayê ya Kurdî ê gorî helwest, xwedîperspektîf û xwedîhêzbûn, rêxistinîbûn û qebîliyeta Kurdan a siyasî rengê xwe aşkere bike. Heke Kurd zeîf bin, tu aktorên siyasî guh nadin wan, lê eger bihêz û xwedî siyaseteke bibandor bin, wê çaxê herkes û helbet Amerîka jî ê neçar guh bide wan û bi wan re wek aktorekî serbixwe bide û bistîne…
Eger Kurd tabloyê siyasî ê piştî hilbijartina serokatiya Amerîkayê rast nexwînin, yanî rastiya xwe û ya herêmê paşguh bikin û piştê tenê bi mesajên erênî yên rêveberiya Amerîkayê ve girê bidin, ew ê belkî pirsgirêkên hê dijwartir re rû bi rû bimînin.
Lê ji mesajên destpêkê wer tê famkirin, ku ji bo Kurdan zemînê siyasetê û zêdekirina destkeftiyan ê hê firehtir bibe. Helbet ji bo vê yekê jî divê Kurd ji siyaseta rêveberiya nû ya Amerîkayê û bandora wê ya li herêmê re amade bin. Û bovê yekê jî siyaset û dîplomasiyekî hê çalaktir divê…