Halil Dalkılıç: Kurd ê hêviyê bi kê ve girê bidin?

Yazarlar

Di nava heftiyekê de hikûmeta Tirk dest danî ser sê şaredariyên Kurd (Cizîr a Şirnexê, Seray a Wanê û Qoser a  Mêrdînê) û sê şaredar ên ku ji hêla xelkê ve hatibûn hilbijartin ji kar dûrxist. Di nava heft mehên li ser hilbijartinê re derbasbûyî de hejmara şaredariyên Kurd ên ku hikûmeta Tirk dest danîye ser bi van sê şaredariyan ve bû 15. 

Dema vîn û îradeya Kurdan ji hêla dewletê ve wer dihat binpêkirin, serokê partiya muhalîf, Partiya Komarê a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bi rêya çapemeniyê dagirkeriya hikûmeta AKPê a li Sûriyê diparast û digot, “destekdayîna me a bo tezkereya leşkerşandina Sûriyê biryarekî rast bû. Leşkerên me ji bo xelkê Efrînê xizmetên pir baş dikin. Eger ew vekişiyana , ev xizmetana pêk nedihatin…” 

Wekî tê zanîn; li siyaseta Tirkiyê xeynî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), partiyên Parlamentoya Tirkiyê bi giştî piştgiriyê didin siyaseta hikûmeta AKPê û a serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a dijkurd û despotîk. 

Li hemberî dagirkirina rojavayê Kurdistanê, hilweşandin û talankirina gund û bajaran û kuştina bi sedan kesan û koçberkirina bi sedhezaran însanan ji mal û warên xwe, dagirkiran axa başûrê Kurdistanê û herwiha li Bakur jiholêrakirina hemû destkeftiyên Kurdan, dîlgirtina parlamenter, siyasetmedar û çalakvanan, binpêkirina vîna Kurdan ji hêla partiyên siyasî ên Tirkiyê giştan ve tê destekkirin.

Siyasetnas Prof.Dr.Hamit Bozarslan nijadperestiya li Tirkiyê ji a desthilatdarên din ên herêmê xetertir dibîne û dibêje; “Nasyonal sosyalîzm (nazîzîm) li Almanyayê binket, lê îro li Tirkiyê desthilatdar e…” (gazeteduvar.com.tr)

Yanî îro li Tirkiyê, xeynî hêz û rêxistinên xwe, tu hêzeke cidî û xwedîbandor a ku Kurd ji bo hevkarî, demokrasî û bidestxistina mafên xwe hêviya xwe pêve girê bidin, tune ye…

Li hêla din; îro li hember berxwedana Kurdan a li Rojava li seranserê cîhanê di nava xelkan de ji Kurdan re sempatiyeke pir mezin xwe daye der. Lê di serî de hêzên serdest Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê û dewletên din siyasetên şikenandina hêviyên Kurdan bi rê ve dibin. 

Kurd rojekê li benda alîkarî û gotinên xweş ên berdevkên Amerîkayê û roja din jî li benda ên rayedarên Rûsyayê dimînin. Carinan jî bi gotineke xweş a siyasetmedarekî Tirk, xelk dilxweş dibe û roja din bi gotineke din hewes di qirikê de dimîne…  

Her kes Kurdan li benda çareseriyekê dihêle, Kurd jî, belkî ji ber psîkolojiya bêdostbûn û tenêtiyê, bi piranî li benda wê dimînin û hêviya xwe pêve girê didin. Meriv dikane vê tespîtê bike; ku siyasetên Kurd jî psîkolojiya civakî zêde li ber çavan nagirin û bi vegotin û siyasetên xwe, bixwazin nexwazin, hinekî xizmetî encamgirtina vê siyaseta serdestan dikin. 

Li hemberî rastiyeke wisa, wer xuya ye ku arguman, retorîk, rê û rêbazên siyaseta Kurdî, têrî motîvasyona xelkê a ji bo tevgerbûn û xwedîderketina destkeftiyên heyî  û çareseriya siyasî nake. Di mobîlîzekirina potansiyela Kurdî û mezinkirina bandora wê de lewazî xuya ye.

Di encama siyaseta heyî de bandora libendêmayîn û libendêhiştinê ji bandora yekkirina hêza netewî, xwedîderketin û parastina nirxên xweser û cewherî zêdetir derdikeve pêş. Ev yek jî piraniya enerjiyê civakî diherikîne kanalên bêbandor û pêşketineke netewî bi xwe re nayine.

Ked û enerjî qasî dost peydakirinê, divê ji bo yekîtî û ji bo daxwazên netewî tevgeriya bi hev re jî bê xerckirin. Li gel çalakî û hewildanên ji bo yekîtî û mafên netewî, divê retorîk û uslûbê siyaseta navxweyî a Kurdî jî bibandor û kurdewar be. 

Kurt û kurmancî; di nava xwe de yekîtî û li derve yekdengiya Kurdan ê bandoreke mezin a berçav li ser pêşketinên netewî û navnetewî bike. Dîmenên çalakiyên pîrozbahiyên 1ê Mijdarê Roja Kobanê a Cîhanî û 2ê Mijdarê Roja Rojava a Cîhanî raxist ber çavan, ku xelk ji vê yekê re amade ye…

İlginizi Çekebilir

Osman Özçelik: Li Dojehê
Temel Demirer: Ahmet Kaya Vardı, Vardır, Var Olacaktır

Öne Çıkanlar