Halil Dalkılıç : Li Yozgatê Kurdên Elewî

Yazarlar

Di dawîya salên 1980yî û destpêka salên 1990î de min li Dîlokê di zanîngehê de beşa endazyarîyê dixwend. Wê çaxê komela xwendekarên zanîngehê tune bû, lê em xwendekarên kurd û ên çepgir bi navê koma folklorê yanî koma lîstîkên gelêrî dihatin cem hev. Di komê de em him lîstîkên gelêrî fêr dibûn him jî bi awayekî birêxistinî tevdigeriyan. Dema ez pê hesiyam ku hevala jin a ku tim li hinda min dilîst kurdeke ji Tûrhal a Tokatê ye, ez him pir heyîrî mam û him jî pir kêfxweş bûbûm.

Piştî salan, di sala 2006an de dema ez li Almanyayê ji ber aktîvîteyên siyasî di zindana bajarê Karlsruhê de bûm, wê carê jî rastî kurdekî ji Yozgatê hatim. Dema Hasan xwe wek ‘kurdekî elewî î ji Yozgatê‘ da nasandin, nizanim ji ber çi, lê wê çaxê jî pir dilşa bûbûm. Bi helwestên wî ên danûstandinê û dîyalekta kurdî a ku deng dikir, li ser min wer bandor çêkir ku qey Hasan kurdekî ji hêla me (Semsûr, Meletî, Dîlok, Mereş) bû. Hasan bahsa 40 gundên kurdên elewî ên li derdora Yozgatê kir. Ji ber ku em tim Yozgatê wekî hêlîna nijadperestiya tirkî dizanin, bi bihîstina hebûna ewqas kurdan li wir ez pir ecêb mabûm.

Dema bahsa kurdên li Anatoliya Navîn tê kirin, tim kurdên li Konya û ên li Ankarayê têne bîra mirov. Herwiha piranîya lêkolîn, analîz û nivîsên ku li ser vê mijarê têne nivîsandin jî çîrokên kurdên li van dera ne. Lêkolînên zanîstî û belgeyên objektîf ên li ser kurdên ku bi sedan sal in li Tokat, Çorûm, Amasya, Çankiri û bi taybetî jî li Yozgatê bicih in, pir hindik in, mirov dikane bêje qey tune ne jî. Piraniya kurdên vê herêmê elewî ne. Heta îro li ser vê mijarê him bêelaqamayîn û xemsarîya kurdên welêt û him jî a kurdên herêmê bi xwe pir balkêş e…

Kurdên Anatoliya Navîn, li Ankara (Haymana, Polatli, Bala, Şereflîkoçhîsar), Konya (Kulu, Cîhanbeylî, Yûnak, Sarayönü), Kirşehîr (Kaman, Çîçekdagi), Çankiri (Kizilirmak), Aksaray (Ortakoy, Eskîl), Yozgat (Yerkoy), Çorûm, Amasya, Nîgde û li Tokatê dijîn. Li Ankarayê 102, li Konyayê 75, li Kirşehîrê 44, li Aksarayê 17, li Yozgat-Tokat-Amasyayê 41, Kayserîyê 23 û li Kizilirmak a Çankiriyê 26 gund, bi giştî 313 gundên kurdan hene.(Vîkîpedîa)

Gorî lêkolîna Alî Bîçer; li Konya, Ankara û Kirşehîrê kurdên sunî, li Yozgat, Çorûm, Tokat û Amasyayê piranî kurdên elewî dijîn. Him ên sunî him jî ên elewî Canbegî ne. Kurdên elewî devoka kurdên li hêla bakurrojavayê Kurdistanê a ku wek ‘kurmanciya Mereşê‘ tê binavkirin, deng dikin. Kurdên elewî ên li Anatoliya Navîn li ji 40î zêdetir gundên li dora sînorên bajarên Yozgat, Çorûm û Tokatê dijîn. (Kovara Bîrnebûn, hejmar 1. Zivistan 1997)

Nivîskar Mehmet Kabadayi gundên kurdên elewî ên li Çorûmê wer tespît kiriye ku piraniya wan girêdayî ocaxê Şix Çoban in û ji eşîra Kavîlî-Gavîlî ne. Gundên kurdên elewî en di nava sînora Çorûmê dimînin ev in: Büyük Keşlîk (Nesîmî Keşlîk), Bekaroglu, Düdüklü, Soyucak, Kadideresî, Mollahasan, Findikli, Mustafaçelebî, Kirazlipinar (Haydutoglu), Yaylacik (Gopsen), Şanliosman (Kanliosman), Degîrmenonu (Dîbareş), Koyunoglû, Mazibaşi, Kozulca, Çîkhasan, Kuzkişla, Akçasoku, Haydar, Hüseyîn Abad, Palabiyik, Kavakalan û Yeşîlova (Büyükkizil). (alevigazetecom.com, 22.04.2016)

Kurdên elewî ên li Anatoliya Navîn kengê û ji ku derê hatine û li vê herêmê bicîh bûne, ne diyar e. Agahiyên di derbarê de hatine nivîsandin, weşandin û vegotin xwedî çavkanîyên zanîstî û teqez nîn in. Li gel vê yekê, ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê ziman û kultura kurdî li Anatoliya Navîn her diçe lewaztir dibe.

Hewce ye; lêkolîner, dîrokzan û saziyên kurdan li ser kurdên Anatoliya Navîn û bi taybetî jî kurdên elewî ên li Yozgat, Çorûm, Amasya û Tokatê bicîh in jî hinekî serî biêşînin ku ev rengê kurdî ê dûrî welêt neçilmise û wenda nebe…

/Nupel/

İlginizi Çekebilir

Hüseyin Topgider : Biz olmasak da dünya döner
Hüseyin Topgider: İmralı kapısı neden açıldı?

Öne Çıkanlar