Halil Dalkılıç: MAS a Bolîvyayê, HDP û DBP a Kurdan

KurdiYazarlar

Li yek ji dewletên Amerîkaya Latîni Bolîvyayê di hilbijartina 19ê Cotmehê de Tevgera Sosyalîzmê (Movimiento al SocialismoMAS) bi ser ket. Wekî tê zanîn MAS partiya serokê Bolîvyayê yê berê Evo Morales ê ku ji ber darbeya bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate kirin, neçar mabû ji welatê xwe derkeve ye. 

Armanca MASê tunekirina feqîriya xelkê Bolîvyayê û kêmkirina bandora DYA û şîrketên navdewletî ye. Evo Morales ê MASî wekî namzetê xelkên herêmî , çermsorik, xwezaparêz û feqîran di sala 2006an bûbû serokdewlet û heta 2019an bi polîtîkayên ji bo başkirina rewşa xelkê radeya feqîriyê daxist û hewldanên MASê tim bûn hedefa DYAyê û şîrketên mezin ên navdewletî.

Sala çûyî (2019) Evo Morales û MAS bi darbeyeke ku ji hêla Amerîkayê ve hate amadekirin neçar man desthilatdariyê berdin û Evo Morales Bolîvya terikand. Di serî de Amerîka û şîrketên mezin ên ku zirarê didin xwezaya Bolîvyayê bi dek û dolaban ji bo bêbandorhiştina MASê tim di nava hewldanan de bin jî hefteya çûyî (19ê Cotmehê) xelkê Bolîvyayê dengê xwe dîsa ji bo MASê bikaranî û namzetê wê yê sosyalîst Luis Arce wek serokdewlet hilbijart… 

Belkî hinek bêjin; ma Bolîvya li ku ye, Tirkiye û Kurdistan li ku ye? 

Ne heman be jî rewşa MAS a Bolîvyayê hinekî dişibe rewşa HDPê û DBPê… 

Lîstik, tundî, zordestî û êrîşên serdestan çiqas bênavber û bibandor bin jî eger ji bo pêkanîna daxwazên civakê hêviyek bê afirandin, xelk di bin her rewşê de piştgiriya xwe kêmtir nake. Yanî rastîya civakî jî mîna rewşa avê ye; ew diherike û rêya xwe dibîne…

Hikûmeta Tirk jî ji her hêlan ve êrîşî dînamîkên Kurdî yên rêxistinî dike. Siyasî, aborî, çandî û civakî; li her qadê jiyanê her sazî, çalakî, nirx û nîşaneyên bi Kurdan û Kurdiyê re elaqeadar dibin hedefa tundî û zordestiya saziyên dewletê.

Rojek tune ye, ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), şaredariyên Kurd ên HDPî, çalakvan û hemû çalakiyên komal û xebatên kulturî rastî êrîşên hêzên dewletê neyên. 

Êdî wer bûye ku dadgeh û dozgerên dewletê ne tenê bi çalakiyên Kurdan ên îroyîn re mijûl in, herwiha ew ketine dû hemû xebat û çalakiyên Kurdan ên bi salan berê hatine kirin. Bi sedan siyasetmedar û çalakvan ji ber bûyer û mijarên êdî hatine jibîrkirin dîsa tên darizandin û tên zindanîkirin…

Armanc; tunekirina vîna Kurdî ya birêxistinî û jiholêrakirina nirx û nîşaneyên Kurdî ye. Tirkiye her gavên xwe yên li derve jî dixe xizmeta vê armancê. 

Êrîşên dewletê bênavber dewam bikin û li hinda vê yekê di siyaseta legal a Kurdî de xitimandinek hebe jî, piştgiriya xelkê ya ji bo HDPê qe gorî daxwaza serdestên dewletê kêmtir nabe. Hinek nerazîbûnên xelkê ji HDPê hebin jî, bi taybetî jî Kurd hêviyê jê qut nakin. Gorî anketan, dengên HDPê tim li jorî ji sedî 10an e.

Ev rewş nîşaneya hebûna vîneke zindî ya siyasî ya Kurdî ye û armanca êrîşên dewletê jî jiholêrakirina vê vînê ye. Bi êrîşan rêxistiniya vê vîne çiqas lawaz û belavele bibin jî ew di dil û hişê xelkê de cih girtiye. 

Bêguman; bêyî rêxistinîbûnê tu daxwazî û hêvî bi serê xwe nabin vînekê û bandorê li jiyana civakî nakin. Ji bo siyaseta legal a bakurê Kurdistanê hewldanên rêxistinî wekî mertalekî ji bo bêbandorhiştina êrîşan û parastina destkeftiyan karekî pir girîng e. 

Helbet ne rewşa Kurdistanê û ne jî ya Tirkiyeyê mîna ya Bolîvyayê ne. Dînamîkên wan ên civakî ji hev pir cûda ne. Lê tim di bin êrîşan de bin jî, Kurd jî wekî ‘çermsorikên herêmê‘ bi vîn û hêvî ne. Û HDP û DBP ya bihêz û baş birêxistinîbûyî ê hêviyê geştir û vînê bibandortir bikin…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-Ş                                                                   
Halil Dalkılıç: Hilbijartina Amerîkayê û Kurd

Öne Çıkanlar