Halil Dalkılıç: Newroz; Dewlet naguhere, Kurd jî…

KurdiYazarlar

Dema meriv li dîmenên Newroza îsal mêze dike, rewşa heyî ya têkîliyên dewleta Tirk û Kurdan dişibîne wekî çerxekî. Çerx her dizivire, lê tu guhertin pê re pêk nayê. Ne dewlet dest ji zilmê berdide, ne jî Kurd dest ji berxwedanê berdidin.

Di du rojên beriya pîrozbahiyên Newrozê de hikûmeta Tirk çend gavên wisa avêt ku hêviya her kesên li benda demokrasî, aştiya civakî û aramiyê ne, şikand. Parlamenteriya parlamenterê HDPê O.F.Gergerlîoglû ji dest hate girtin, li dijî HDPê doza girtinê hate vekirin, dewlet ji Peymana Stenbolê ya Navnetewî ya ku ji bo astengkirina şîdetê li dijî jinan hatibû amadekirin vekişî, girtina aktîvîstên Kurd bênavber dewam kir û hwd…  

Ji bo biryarên ewqas cidî, hikûmeta Tirk êdî xwe hewceyî niqaşên li parlamentoyê û agahdarkirina raya giştî nabîne. Saziyên dewletê gişt êdî sembolîk in û bêbandor hatine hiştin. Hikûmeta AKP-MHPê ya xwedî hişmendiya îslamî-nijadperestî dewletê û civakê ji rejîmeke bêyî parlamento û bêyî hilbijartinê re amade dike. 

Li hemberî rewşa Tirkiyê, bertekên dewletan û saziyên navnetewî jî pir lewaz û bêbandor in û ew jî bi awayekî pragmatîk hewildidin ku ji rewşê ji bo xwe feydeyê bistînin. Gelo xwediyên rejîmê ê heta kengê van polîtîkayan bi rê ve bibin? Xelkê Tirk ê hê çiqas pê tehamûlî bike, an jî raya giştî ya navnetewî ê heta kengê pêşiyê jê re vekirî bihêle, ne diyar e…

Lê tekane tişta herî aşkere ew e; ku wesfa rejîma Tirk çi dibe bira bibe, ew nikane hêviya Kurdan a ji bo azadî û aramiyê bişkîne. Dewlet pir lewaz e, ji bo aramiyê xwedî perspektîfekê nîne û di nava hewldana parastina hebûna xwe û tunekirina îradeya Kurdan de ye. Dewlet li dijî Kurdan wekî di gotineke kilasîk de jî tê vegotin, bi hişmendiyeke wekî “parastina herî baş, êrîşkirin e“ tevdigere. 

Komara Tirk ji damezrandina xwe heta îro tenê rewşa ‘xirabtirîn‘ ji Kurdan re rewa dîtiye û êdî ji bo Kurdan pratîkeke wê ya ‘hê xirabtir‘ nemaye. Ji ber vê yekê; di mijara rêxistinîbûnê de dest û pîyên Kurdan bê xişkirin jî, hêviya wan her tim zindî ye. 

Belkî dewlet bi kirinên xwe yên zalimane nikane Kurdan bêhêvî bike, lê li hemberî coşa Newrozê belkî hêviya wê ya bêvînkirin û bêhêvîhiştina Kurdan ê bişke. Tişta ku her sal tê dubarekirin belkî ev e. Rewş êdî girêkî bûye, xitimiye. Dewlet dixwaze bi zordestiyê Kurdan bêhêvî bike, lê di her Newrozan de bi pûçbûn û bêencammayîna siyaseta xwe ya dijkurd re rû bi rû dimîne…

Helbet hêvîkirin bi serê xwe tenê zik têr nake. Rêxistinîbûn, siyaset û bi taybetî di vê demê de dîplomasiyekî xurt jî divê. Rast e; coşa Newrozê belkî mesaja bandortirîn dide dewleta Tirk, lê rewş siyasetên Kurdan jî neçar dihêle ku guh bidine van mesajan.

Belkî pandemîya koronayê li seranserê cîhanê pêşiya rojeva siyasî digire û desthilatên otorîter ên wekî desthilata Tirkiyê, rewşê ji bo saxlemkirina rejîmên xwe bikar tînin. Hêzên serdest ên cîhanî jî gorî berjewendiyên xwe keviran zêde ji şûnê nalivînin.

Herkes hesabê xwe dike û divê Kurd jî gorî her rewşê hesabê xwe bikin. Dewlet naguhere û di bêvînhiştina Kurdan de israr dike. Lê Kurd jî di doza xwe de bi israr in. Û coşa Newroza îsal careke din nîşan da, ku hê bi têra xwe, potansiyela Kurdan a ji bo hişyarmayîn, liserpêmayîn, xweparastin, têkoşîn û liv û tevgerê heye. Dor a hunernîşandana rêxistin û siyasetên Kurdî ye…  

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal: Heyva Çardeşevi
Mela Mihyedîn: Newroz e, Newroz e

Öne Çıkanlar