Girtin û zindanîkirina parlementerên Kurd Leyla Guven û Musa Farisogullari straneke kevin a Şivan Perwer anî bîra min.
Di zaroktiyê de, di rojên nêzî derbeya cûntaya leşkerî ya 12ê îlona 1980yan a li Tirkiyê de yek ji stranên Şivan Perwer ên ku me bi dizî guhdarî dikir, strana rexnekirina parlementerîzmê, ‘parlemento’ bû. Şivan bi dengê xwe yê zelal diqîriya; “parlemento; mala burjuwa!“ û wiha dewam dikir; “hey parlementerê mezin, şorê te pir erzanin…“
Erê; dengê ji parlementoya Tirkiyê tê “pir erzan“ e û bi taybetî jî Kurdan diêşîne…
Wan çaxan tevgerên Kurdî yên nûjen jî di çaxên zaroktiya xwe de bûn û hê siyaseta Kurdistanî li bakurê welêt bandor li piraniya xelkê nekiribû.
Di siyaseta Kurdî ya wê demê de ‘parlementerîzm‘ yanî bi rêya parlementoyên serdestan gîhiştina azadî û serxwebûnê wek taktîk an stratejiyekî siyasî nedihat qebûlkirin. Wek armanca stratejîk ‘serxwebûna Kurdistanê‘ û ji bo gihîştina vê armancê jî wek taktîk ‘şerê çekdarî‘ di piraniya hêzên Kurdî de xwe dida pêş.
Li bakurê Kurdistanê piştî destpêkirin û pêşketina şerê çekdarî yê PKKê, ku sosyolog Îsmaîl Beşîkçî wekî ‘fîşenga yekemîn a li dagirkeriyê hatiye xistin‘ binav dike, re di Kurdî û kurdewariyê de vejînek rû da.
Civaka Kurdî guherî û bi wêrekî xwedî li rastî û nirxên xwe yên netewî derket. Siyaseta înkarker a dewleta Tirk jî ji binî ve hejiya û neçar di gotinê de be jî rastiya Kurdî hate qebûl kirin. Ji xwe di heman demê de li seranserî cîhanê jî guhertinên mezin ên siyasî, dîplomatîk û civakî pêk hatin, dewleta Sowyetan ji hev belav bû û dîwarên siyasî hilweşiyan…
Helbet ev pêşketinana bandor li siyaseta Tevgera Azadiyê ya Kurdî jî kir û motîvasyoneke ji bo lêgerîna rê û rêbazên nû ên ku têkoşînê zengîn û berfirehtir bikin, xwe da der.
Siyaseta ‘demokrasîyekî ku herkes bi vîneke azad xwe tê de îfade bike û bi hev re jiyîn‘ê û ji bo wê jî, piştî 70 salan, li Tirkiyê ‘parlemento‘ careke din ket rojeva Kurdan.
Kurd li her qadên jiyanê bi can û xwîn, bi bedelên giran xwe dan xuyakirin, birêxistinî bûn, siyaseta înkarker pûç û bêmane kirin û bingeha rejîma Tirk ji binîve hejandin. Helbet parlemento di vê têkoşînê de cihekî berçav girt. Kurd bi têkoşîna di parlementoyê de jî dengê xwe ji cîhanê re dane bîhistin û bûne rojev.
Dewleta Tirk wekî têkoşîna man û nemanê, li her parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê bi siyasî, dîplomatîk û leşkerî li dijî Kurdan di nava êrîşê de be jî heta îro ne di şerê çekdarî de, ne li qadê civakî û ne jî di têkoşîna di parlementoyê de kanî bandora Kurdan û siyaseta Kurdî asteng bike. Rastiya Kurdî wekî avê diherike û helbet ê rojekê rê û cihê xwe bibîne.
Heta ku hişmendiya rejîma Tirk ji binîve neguhere, êrîşên dewletê yê li dijî hebûna Kurdan ê bi her awayî û li her qadê jiyanê dewam bikin. Divê ev bi xwe re moralşikestinekê dernêxe holê.
Divê têkoşîna azadiyê bi giştî bê nirxandin. Kurd siyasî, civakî, leşkerî û dîplomatîk hê li her derê ne û li ser pê ne. Hewildan û têkoşîna li her qadê jiyanê hevdu temam dikin. Ne tenê bi têkoşîna di parlementoyên serdestan de, ne têkoşîna çekdarî û ne jî rêxistinîbûna civakî bi serê xwe dikane Kurdan azad bike. Tevahiya têkoşîna li van qadan hêza Kurdan derdixe holê…
Rast e; têkoşîna di parlementoyan de ne her tişt e, bi serê xwe Kurdan azad nake. Divê Kurd piştê pê girê nedin û têkoşînê tenê di wir de nexitimînin.
Lê her wiha divê Kurd bi vîna xwe, bi reng û dengê xwe li her qadê jiyanê hebin û helbet wek qadekî têkoşînê di parlementoyên Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îranê de jî hebin.
Wer difikirim, ku di bin şertên îroyîn de vekişîna ji parlementoyan destê Kurdan bihêztir nake…
Divê Kurd li hinda têkoşîna li her qadî, di parlementoyên dagirkeran, yanî di ‘mala burjuwa‘yan de jî dengê xwe tim bilind bikin, doza Kurd û Kurdistanê bikin rojev û dagirkeran rihet nehêlin ku gavan bavêjin…