Xwende û nûserên kurdan ecêb in. Medya civakiyê yan ji bo pesindana xwe yan jî ji bo nifirkirina li kurdên ku wekî wan nafikirin, bikartînin. Di medya civakî de kurd li şûna pêşxistina helwestekî netewî û kultureke demokratîk a kurdî, roj bi roj dijminatiya navmalî mezintir dikin.
Berê helwesta kurdan gorî eşîretan bû û îro jî gorî partiyan e. Kurdan berê ji bo eşîreta xwe bi hevdu re şer dikirin û îro jî bi navê xwedîderketina partiyên xwe, wekî ku ji dest wan were, qey ê kurdên ji partiyên din ji holê rakin, helwestê nîşan didin…
Kengê Tirkiye êrîşî kurdan dike di heman demê de li ser medya civakî jî şerekî ferazî di navbera dilsozên partiyên kurdan de gur dibe. Her kes dibê ‘kurd û Kurdistan’; lê wer tê fam kirin ku ‘kurd û Kurdistan’a her kesî gorî xwe ye!
Xwende û nûserên kurd him nakokiyên di nava partiyên kurd de hê mezintir dikin, him jî motîvasyona berxwedana xelkê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê lewaztir dikin. Di gotinên wan de wijdanê kurdî, yekîtî, helwesta netewî û aramiya navmalî zêde xuya nake…
Kurt û kurmancî; helwesteke rewşenbîr, zana, nûser û xwendeyên kurdan ji bo lihevhatin û pêşketina demokrasiyê kurdî ê navmalî hê pêşneketiye. Berovajî vê yekê, lîstina rolekî neyînî li holê ye…
Em werin ser mijara esasî…
Dîsa ev du heftî ne ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê ji bo çêkirina baregehên nû û ji bo dagirkirina qadekî hê berfirehtir li başûrê Kurdistanê, di nava êrîşê de ye. Ji çapemeniyê û ji daxuyaniyên wan wer tê famkirin, ku partiya herî mezin a Başûr, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî alîkariya Tirkiyê dike. Wan heta niha li dijî dagirkeriya Tirkiyê tu daxuyanî nekirine. Ji xwe êrîşa Tirkiyê dîsa piştî hevdîtinên rêveberên Başûr (PDK) bi Serokê Tirkiyê R.T.Erdoganî re dest pê bû…
Nûnerên dewleta Iraqê li hemberî hebûna arteşa tirk a li başûrê Kurdistanê bertekê nîşan bidin jî, ji pratîkê dilxwaziya wan a ji bo vê yekê zêde xuya nake. Ji ber ku arteşa Iraqê jî bi êrîşa Tirkiyê re heman demî êrîşî Şengalê kir.
Êdî her kes dizane; ku Tirkiyê ne tenê kurdên Bakur an jî PKKê ji xwe re wek pirsgirêk dibîne. Dewleta tirk li ser bingeha tunekirin û nebûna kurdan hatiye avakirin û ev sed sal in, ku li dijî kurdan bi vê hişmendiyê tevdigere. Di xala yekemîn a qanûna bingehîn a Tirkiyê de tê gotin, ku “hemwelatiyên li Tirkiyê dijîn, hemû tirk in!” Yanî gorî hişmendiya wan; “25 mîlyon kurdên li Bakur tune ne û ên ku di hebûna xwe de israr bikin jî divê jiholê bên rakirin!..”
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî li ser dagirkeriya vê dawiyê wiha gotiye: “Tirkiye qet tu cûdahiyê naxe nava kurdan. Gereke kurd vê rastiyê bibînin. Ew bêramiya li Iraqê wekî firsendekî bikartîne û êrîşî axa me dike… Pirsgirêkên di nava partiyên kurdan de tên jiyîn jî, ne pirsgirêkên netewî, ji wê wêdetir pirsgirêkên şexsî ne…”
Rastiya Tirkiyê ya dijkurd ne tiştekî veşartiye û helbet nûnerên PDKê jî vê rastiyê baş dizanin. Kîjan berjewendiya netewî(!) rêveberên PDKê bi Tirkiyê ve, bi vî awayî girê dide, nayê zanîn. Helbet rastî ê heta hetayê di tarîyê de namîne. Ji ber ku ev helwest ne bi berjewendiyeke kurdî a netewî û ne jî ê bi dîplomasiya navdewletî ve ê bê îzahkirin.
Rêveberiya Başûr xwedî statûyekî siyasî ye û bi her dewletan re xwedî têkîliyên dîplomatîk e. Eger berî her tiştî motîvasyoneke netewî hebûya, wan dikanî her têkîliyên xwe yên siyasî û dîplomatîk ji bo pêşîgirtina dagirkeriya Tirkiyê û pêşxistina aramî û demokrasiyekî kurdistanî jî bikar anîna. Lê mixabin hişmendî, helwest û pratîk li ber çavan e û hewceyî nirxandinê nîne…
Rexnekirina siyaseta PDKê ji ber hevkariya wê ya bi Tirkiyê re mafê her kurdî ye û ev mafekî demokratîk, kurdî û kurdistanî ye.
Di dema êrîşên Tirkiyê ên li dijî kurdan de, kurdek ê hê çawa helwestekî bidudilî û bêalî nîşan bide û gelo ê hê çawa hevkariya bi siyaseta dijkurd a Tirkiyê tolere bike?!. Pîvana kurd û kurdistanîbûnê çi ye gelo?!.