Halil Dalkılıç : Rojava rastî ye û rastî venamire!.. 

Yazarlar

Du bihêztirîn dewletên cîhanê; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsya ji bo berjewendiyên xwe, dewleta Tirk a ku hebûn û pêşeroja xwe li ser tunekirina Kurdan plan kiriye, şandin ser Kurdan.

Dewleta Tirk bi pêşîvekirin û piştgiriya DYA û Rûsyayê, ev çend roj in, bi her cûre çekên modern ji hewa û ji bejayiyê êrîş dibe ser Kurdên Rojava. Armanc; dagirkirina Rojava û tunekirina hebûna Kurdan li wir û bicihkirina çeteyên selefîst-cîhadîst û Erebên penaber ên li Tirkiyê.

Heta ev nivîs dihate nivîsandin ji ber bombebarana arteşa Tirk, zar û zêç û jin, bi dehan Kurd hatibûn kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Wer xuya ye ku DYAyê wek gava destpêkê ji bo dagirkirina xeta ji Girê Spî heta Serekaniyê a Rojava pêşî ji Tirkiyê re vekiriye. Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû jî aşkere kir ku ew ê ji bo gava yekê bi dirêjahî 120 km û bi kûrahî jî 30 km axa Rojava dagir bikin û paşê dest bi gava duduyan bikin. Yanî bi vê dagirkirinê yekparçeyîya axa Rojava ê bê parçekirin, Kurd ên bêne kuştin û ên mayî ên bên sirgûnkirin û li rojavayê Kurdistanê hebûn û şopa Kurdan û kurdewariyê namîne… 

 

Rûsya ji xwe ji bo dagirkirina Efrînê jî Tirkiye motîve kiribû û pêşî jê re vekiribû. Her wiha Rûsyayê ji bo berdewamiya dagirkirinê û jiholêrakirina hebûna Kurdên Rojava di civîna Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî de jî astengî derxist û nehişt ku biryarekî ku êrîşên Tirkiyê bê şermezarkirin û bê sekinandin, were girtin.

Li DYAyê her kes daxuyaniyên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dide û Serok Trump wek îxanetkarekî ku Kurd tenê hiştiye sûcdar dike, lê li wir jî ji bo sekinandina êrîşkariya Tirkiyê tiştek ji destê tu kesî nayê!..

Yekîtiya Ewropayê jî tenê şermezar dike… Fransa rojane bang  dike ku Tirkiyê dest ji dagirkirin û êrîşa li dijî Kurdan berde û herwiha dewletên Skandînavyayî ji Tirkiyê re firotina çekan dane sekinandin, lê ew ê çi bandorê ji bo pêşîgirtina hovîtiya Tirkiyê bike, ne diyar e. 

Li pêş çavên cîhanê Tirkiye bi çeteyên selefîst-cîhadîst bi êrîşên xwe yên li dijî Kurdan û dagirkirina axa rojavayê Kurdistanê dewam dike û her roj bi dehan Kurd têne kuştin, bi dehan hezaran Kurd û xelkên din ên Rojavayî jî ji şûn û warên xwe têne derxistin…

Raya giştî a cîhanî û wijdanê mirovahiyê li hemberî vê hovîtiya Tirkiyê û durûtiya DYA û Rûsyayê li ser pê ye û bertek nîşan dide. Lê ev Rûsya û DYA ji bo normalkirina dagirkerî û êrîşkariyê moral û motîvasyon didin Tirkiyê. 

Lê eger meriv bi giştî çav li pêşketinan bigerîne dikane bêje, ku rewş mîna rewşa dema dagirkirina Efrînê xuya nake: A yekê; wê çaxê deng ji raya giştî a cîhanî qasî a vê carê derneketibû. A duduyan; êdî ji bo bidawîanîna şerê li Sûriyê û amadekariya makeqanûna Sûriyeya nû tê kirin û ji ber vê yekê Tirkiyê nikane li axa Sûriyê bi demdirêjî bimîne. Raya giştî a cîhanî Tirkiyê wek êrîşkar, dagirker û kujerê Kurdan binav dike û Kurdan jî wek qehremanên ku DAÎŞ bêbandor hiştine û niha rastî dijminatî û êrîşên Tirkiyê û çeteyên selefîst-cîhadîst tên nas dike. A sisêyan; Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li ser pê ne. Bi taybetî jî bertekên partî û Kurdên Başûr pir biwate û balkêş e. Kurd êdî li hemberî vî şerî û jiholêrakirina destkeftiyên xwe bêdeng û bêbertek namînin. A çaran; êdî nav û mafê Kurd û Kurdistanê di siyaset û rojeva cîhanî de wek faktorên meşrû têne qebûlkirin û bilêvkirin…

Kurd dimirin û diêşin, lê destkeftiyên xwe wenda nakin, Kurd, nirxên kurdewar û Kurdistan ê her tim bijîn. Aktorê rewşa man û nemanê dijî, dewleta Tirk bi xwe ye. Piştî vî şerî dor ê were pirsa; dewleta Tirk hem ji hêla sosyolî û hem jî ji hêla sînorên siyasî ve ê çawa yek parçe bimîne?

Rojava, Kurd û Kurdistan rastî ne û rastî venamire û a biherike û rêya xwe bibîne…  

 

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: 33’ler İle Çağdaş’ından Öğrendiklerim(iz)
Temel Demirer : Uluslararası Kaosun Geleceği

Öne Çıkanlar