Halil Dalkılıç : “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!..”

Yazarlar

Kurdên rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê de vê sloganê diavêjin. Di hinek xwepêşandanan de jî dibêjin; “Zereyek xakî weten / Nadim be qesrî qeyserî!..” 

Li bajarê Koeln a Almanyayê ez jî bi xwe lê rast hatim; di meşeke Kurdan a ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk de, ku Kurdên ji her çar parçeyî tevlî bûbûn, li gel sloganên “bijî serok Apo” komeke biçûk jî slogana “bijî serok Barzanî” avêt. Sloganên wekî “yek e, yek e; Kurdistan yek e” ji hêla her kesî ve bi coşeke mezin hate qîrîn. Di xwepêşandanan de hemû al û rengên Kurdî û Kurdistanî têne bakirin…

Ev du hefte ne; Kurd bi berxwedana Rojava re radibin û rûdinin. Raya giştî a cîhanî jî bi elaqayeke mezin êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Kurdan temaşe dike û bertek nîşan dide. Heta niha (19.10.19) jê 18 zarok, bi tevahî 218 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Lê tu bertek feyde nake û hê jî êrîşên arteşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ên selefîst-cîhadît dewam dike. 

Li ser bertekên raya giştî a cîhanî nûnerên Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) û rayedarên Tirk ji bo ‘agirbesteke li Rojava’ hatin cem hev (17.10.19). Paşê hat daxuyandin ku ew di derbarê rewşa bi dagirkeriya rejîma Tirk peyda bûye, li hev kirine; Tirk ê êrîşên xwe yên dagirkeriyê ji bo 120 saetan bidin sekinandin, çekdarên Kurd ê çekên xwe deynin û  ji herêmê vekişin û hwd. Ji lihevkirinê re DYAyê got ‘agirbest’, lê Tirkan got ‘navberdayîn’!.. 

Lê li herêmê rewş hê jî heman rewş e! Êrîşên arteşa Tirk û cîhadîstên wan nesekînî. Li holê ne ‘agirbest’ek heye ne jî ‘navberdayîn’ek..

Ji xwe kesekî fam nekir ku DYA û Tirkiyê li ser çi li hev kirine? Ê ku meseleyê nizane, ê wer bifikire; qey DYA û Tirkiye di nava şer de ne û niha jî li hev hatine! Eger lihevkirinek hebe jî, ew teqez ne ji bo aramiya Rojava ye. Hê zêdetir rengekî wekî daxistina tansiyonên siyasî ên li her du welatan xwe dide der:  Li DYAyê Serok Trump di bin tundiya bertekên ji ber vekişîna ji Rojava û îxaneta li Kurdan kirî û doza li dijî wî a ku jikarvekişîna wî tê xwestin de ye. Erdogan jî ji xwe êdî nikane baweriyê bide xelkê, xelk ji polîtîkayên wî ên bi şer û tundiyê eciz e, partiya wî dihele, bingehê jinûve hilbijartina wî a wek serokkomar namîne û ew tenê bi polîtîkayên tundî û şer dikane desthilatdariya xwe bide dewamkirin. Erdogan qedera dewleta Tirk bi a xwe ve girêdaye…

Bi daxuyaniya agirbestê re li DYAyê piraniya bertekên li dijî Trump vemirîn, li Tirkiyê jî Erdogan bi siyaseta nijadperest dîsa hemû muhalefet bêdeng kir.

Rayedarên Tirk wer nîşan didin ku qey li Rojava tenê ew û Amerîkî hespan dibezînin û li ser çarenûsa Rojava tenê ew xwedî gotin in; ew ê 444X32 km2 axa Rojava dagir bikin û biryarê çarenûsa Sûriyê û Rojava ewê bidin… Li hemberî vê dagirkirinê tenê Kurd belkî dengê xwe derêxin, ji xwe ew jî bêkes û bêxwedî ne û tenê bi keleşê nikanin li hemberî teyare, helîkopter, tank û topên wan bisekinin (!)…

Kurdan, rejîma Sûriyê û hevkarên wê ên navdewletî Rûsya û Îran, li gel wana Yekîtiya Dewletên Ereb, Yekîtiya Ewropayê û Çînê hê jî li hember vê dagirkeriyê helwestên xwe yên pratîkî nîşan nedane. Yanî ji vî hevîrî re hê pir av lazim e…

Lê li gel vî kaosî careke din aşkere bû; ku her êrîşa li dijî Kurdên parçeyekî an parçeyekî Kurdistanê, Kurdan giştan hê zêdetir nêzî hev dike. Erdogan û rejîma Tirk çiqas bixwazin demografiya Kurdistanê biguherin û hebûna Kurdan lê tune bikin jî, Kurd hê bixwebawertir û Kurdistan di dilê wan de hê mezintir dibe… Wekî Kurdên Rojhilatî bi coş diqirîn; “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!..” 

İlginizi Çekebilir

Temel Demirer: 33’ler İle Çağdaş’ından Öğrendiklerim(iz)
Temel Demirer : Uluslararası Kaosun Geleceği

Öne Çıkanlar