Halil Dalkılıç: Şer mekin, şerm bikin!..

Yazarlar

Rast e; ev sernivîs vegotineke dilînî ye. Ji xwe em Kurd her wisa ne. Em nikanin rewş, bûyer û pêşketinan bi helwestekî analitik hilînin dest û analiz bikin. Em diltenik in û her meseleyê bi hestiyarî pêşwazî dikin. 

Em gişt wer dixwazin; ku Tirkiye û siyaseta navdewletî tim hewilbidin vê yekê provoke bikin jî, Kurd bi hevdu re şer nekin; siyaseteke Kurdistanî pêş bikeve û yekîtî pêk were… 

Çax û têkîliyên mirovahiyê diguherin, lê mixabin rojeva Kurdan a navxweyî a siyasî naguhere. Rojev îro jî şer e û tansiyon li taxa Kurdî dîsa pir bilind e. Di medya Kurdî û medya civakî de rexne, nifir, tewanbarkirin, gotinên dijminane bi heman vegotin û hevokan li pey hev tên dubarekirin… 

Mesele pir cidî ye. Rewşa heyî; enerjiyê Kurdan diherîkîne kanalên vala, destkeftiyên Kurdan lewaztir dike, pêşeroja Kurdan tarîtir dike, xelkê diwestîne û hêviya wan a rojên azad û aram vedimirîne…

Bûyerên li Başûr ji hêla Kurdan ve hê jî wekî şerekî navxweyî û ‘birakujî’yê tê binavkirin û nirxandin. Lê a rast ev e; ku bûyerên pêk tên, ji me re tiştên din vedibêjin. Pir aşkereye, ku pirsgirêk ne tene pirsgirêkeke navmalî a Kurdan e. Ji wê wêdetir, meseleyeke berfireh a navdewletî li dar e… 

Ger em bi vî çavî lê mêzekin; meriv dikane bêje ku helwest û analîzên Kurdan hestiyariyê û naîftiyê dihundirînin.

Helwesta hêzên navdewletî a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê a li Başûr û Rojava û herwiha helwesta wan a li hemberî pirsgirêkên di nav hêzên Kurdî de vê rastiyê radixe pêş çavan: Bûyerên li seranserê Kurdistanê pêk tên gorî berjewendiyên Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê ne û siyaseta Tirkiyê a dijkurd jî  xizmetî berjewendiyên wan dike. 

Li başûrê Kurdistanê siyaseta PDKê jî (ne a tevahiya Başûr, tenê a PDKê) bi vê siyaseta navdewletî, bi taybetî jî bi siyaseta Tirkiyê ya dijkurd re angajebûyî ye. 

Hevkariya PDKê bi Tirkiyê re ji dîplomasî û têkîliya du otorîteyên serbiwxe wêdetir, wateyên cûda dihundirîne. Çi PDKê ji têkîliyeke wisa re motîve dike, ne diyar e; lê ê berbiçav ev e; ku bi hevkariya arteşa Tirk re li dijî hêzeke din a Kurd operasyon pêkanîn û dorpêçkikina wan tu xizmetekî ji berjewendiyên Kurdan re nake; zirarê dide îroj û pêşeroja Kurdan û wan bêhêvî dike, diwestîne, diêşîne… 

Divê analizên wer wekî helwesteke partîzanî neye nirxandin. Helbet her detayên têkîliyên wan nayê zanîn, lê bi taybetî jî Kurd li benda bersiva van pirsan in: 

Ger em bi hêla Kurdî, Kurdistanî û kurdewariyê ve mêzekin; gelo helwesta PDKê tê çi maneyê?

Gelo dîplomasiya ku PDK bi Tirkiyê re dike, çima bi hêzên din ên Kurd re nake; ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî rêya diyalogê hilnabijêre? Gelo bi hevkariya Tirkiyê û gorî daxwaziya wê helwestnîşandana li dijî hêzeke din a Kurd, gorî kîjan berjewendiyên Kurdan e?

Pêşîvekirina bicîbûn û dagirkeriya arteşa Tirk a li Başûr gorî kîjan berjewendiya Kurdan e?

Helwesta PDKê rewşê aramtir dike, an metirsiyê li ser Kurdan hê zêdetir dike?

Siyaseta PDKê gorî daxwaziya xelkê Kurd e an digel nerazîbûna wan e? Ev helwest pirsgirêkên Kurdan çareser dike an wan hê girantir û aloztir dike?!.

Mesele kûr e û ji sînorên dilînî û hestiyariyê derbastir bûye. Ji ber vê yekê ji hestiyariyeke naîf wêdetir, analîzên analîtîk û berfiref divê. 

Pêşketinên vê dawiyê ên li başûrê Kurdistanê bi giştî nîşan didin; ku rewş ji tu hêlan ve ne gorî berjewendiya Kurdan e. 

Rewşa îroyîn a li Başûr ne tenê meseleyeke navmalî a Kurdan e jî. Rewş him ji bo têkîliyên navmalî û him jî ji bo têkîliyên derveyî, Kurdan neçarî analiz, siyaset û dîplomasiyekî nû ê analîtîk, zengîn û rengîn dike, ku ji vê kaosê şer derkevin û pêşiya xwe bibinin…

Heta niha Kurdan banga ‘yekîtiyê’ li hêzên xwe yên siyasî dikirin, lê îro ji wan re dibêjin ‘şer mekin!’ Yanî îro hêzên siyasî ên Kurd ji hev hê dûrtir in û rewşa navmalî a Kurdan hê xirabtir e! Trajedî her berdewam e…

Dizanim kêrî tiştekî nayê, lê dîsa jî em hestên xwe bidin dengkirin; Kurdino şer mekin, şerm bikin!..

İlginizi Çekebilir

Hakan Tahmaz: Biden görüşmesi ve siyasi aymazlık
Suna Arev: O artık yaşamıyor; ona sıkıca sarıl ve hisset

Öne Çıkanlar