Halil Dalkılıç: Şerê li Ûkraynayê û turbulans…

Yazarlar

Heftiyek berê (24ê reşemiyê) Rûsyayê dest bi dagirkirina Ûkraynayê kir. Beriya êrîşa dagirkirinê, Rûsyayê statûyê ‘dewletbûn’a du herêmên (Donetsk û Lûhansk) ku ji hêla mîlîtanên alîgirên xwe ve dihatin birêvebirin, nas kir. Êrîşa Rûsyayê ji nişka ve dest pê nekir. Ev demek e dirêj e, ku di serî de Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî jî dewletên serkêş ên NATOyê, bi nûnerên Rûsya û Ûkraynayê ve hevdîtin û gengeşî pêk dianîn. Wer derket holê, ku her du aliyan nikanîn hevdu îkna bikin.

Bi taybetî jî Rûsya ji hevdîtinan îkna nebûye, ku ji nişkave herêmên Donetsk û Lûhanskê wek dewlet nas kir. Raya giştî ya cîhanê şaşmayîna ji ber vê naskirinê hê ji ser xwe ve neavêtibû, ku Rûsyayê ji her hêlan ve Ûkrayna dorpêç kir û dest bi dagirkinê kir. Dema ev nivîs dihate nivîsîn, şer dewam dikir û paytext Kîew bi tankên Rûsyayê ve hatibû dorpêçkirin…

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, ev bûyer wekî destpêka demeka nû (Zeitenwende) binav kiriye. Scholz matmayîna xwe ya li hemberî êrîşkariya Rûsyayê, bêbandormayîna dîplomasiyê, lewaziya têkîlî û navgînên navdewletî îfade bike jî; xuya ye, ku rewş hê girantir e. 

Êdî wer bûye, ku her bertekên dewletên serdest ên li hemberî pirsgirêkên civakî, siyasî û leşkerî meriv di şaşwaziyê de dihêle. Yanî her pirgirêkek an jî pêşketina navdewletî wekî bidawîbûna serdemekê û destpêka yeke nû tê pêşwazîkirin. 

Encama vî şerî ê çawa bibe, helbet ne diyar e; lê dîplomasiya ji bo vê pirsgirêkê hate kirin, ê tê kirin û bertekên tên nîşandan bi giştî radixin ber çavan, ku aştî û aramiya cîhanê hê xewneke pir kûr û dûr e. Saziyên navnetewî û ên navdewletî ên ji bo ahengiya di nav dewletan de hakemtî dikirin û ji bo aramiya civakan wek garantiyê rol dilîstin; ev demeke dirêj e ku bêbandor in û kêrî çareseriya tu pirsgirêkan nayên. 

Saziyên wekî Yekîtiya Neteweyan, dadgehên mafên mirovan ên navnetewî û saziyên sivîl gişt li hemberî pirgirêkên civakî, însanî û xwezayî bêçare ne.

Di şerê li Ûkraynayê de xeynî xelkê ûkraynî kesekî bêguneh tune ye. Ev şer ne ê ûkrayniyan û ne jî ê rûsan e. Him Rûsya û him jî dewletên rojavayî (Amerîka û Yekîtiya Ewropayê) di vê pirgirêkê de heta qirikê di nava sûcan da ne. Ev şer ê serdestan e û tenê ji bo bidestxistina bazarê ye. Rûsya dagirker e û Ûkrayna bi navê NATOyê neçar di nava vî şerî de ye.

Dagirkeriya Rûsyayê him durûtiya bloka NATOyê (Amerîka-Yekîtiya Ewropa) û him jî êrîşkariya Rûsyayê careke din aşkere kir. Ne tenê şerê li Ûkraynayê, herwiha şer, pevçûn û bêaramiya li seranserê cîhanê û êşa xelkan gişt ji ber siyaseta van dewletan e. Durûtiya cîhana rojava, yanî a Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ji bo cîhaneke aram bêhêviyê û êrîşkariya Rûsyayê jî ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyê hê mezintir dike.

Gorî agahiyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Yekîtiya Neteweyan (UNHCR) di nava heftiyekê de 660 hezar Ûkraînî welatê xwe terikandine. Hemû dewletên Yekîtiya Ewropayê deriyên xwe ji ûkrayniyan re vekirin û bang kirin ku ew ji bo bicihkirina wan amade ne.

Ev helwestekî pir rast û hêja ye. Lê dil hebû ku heman helwest ji bo penaberên Afrîkî, Afganî, Sûriyeyî û ên din ên ji ber şer neçar mane ku welatê xwe biterikînin jî bihata nîşandan. Û ew mexdurên şer ên ku piştî rêwîtiyeke pir dijwar a bi mehan xwe digîhinin ber deriyê wan, bi dîwarên beton, têlên risiyayî û bi polîsên bi sa ve neyên pêşwazîkirin. 

Dewletên ewropî çawa ku li dijî êrîşkariya Rûsyayê bi giştî bertekê nîşan didin, dil dixwest li dijî dagirkerî û êrîşên Tirkiyê ên li dijî kurdan jî heman helwestê nîşan bidin…

Şerê li Ûkraynayê şerê çaxê kaos, bêahengî û tevlîheviyê ye. Ahenga di nava mirov, civak û xwezayê de êdî xira bûye. Mirovahî di turbulansekê re derbas dibe û wijdan û kontrola hişê xwe wenda kiriye. Û divê herkes hesabê siberoja xwe gorî vê yekê bike… 

İlginizi Çekebilir

Günay Aslan: Ukrayna’dan Rojava’ya çifte standart örnekleri 
Hakan Tahmaz: Belarus, Ankara Toplantıları ve Barış Hakkı

Öne Çıkanlar