Halil Dalkılıç: Serkeftina Tirkiyê hilweşandina navmala kurdan e!

KurdiYazarlar

Di nava hengameya şerê li Ûkraynayê da Tirkiye dîsa li başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kir. Wekî her carê, dîsa ji raya giştî ya cîhanî tu deng derneket û çapemeniya cîhanî zêde bahsa dagirkeriya Tikiyê ya li herêma Kurdistanê nekir. 

Hinek rayedarên Iraqê (Serokê Tevgera Sadrê Sadiq es-Sadr û Serokê Iraqê Behrem Salih) bertekê nîşan bidin jî, dengê wan xeynî kurdan negîhişt tu kesî. Herwiha serokê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebul Xît jî êrîşa Tirkiyê wekî “binpêkirina serxwebûna Iraqê û hiqûqa navnetewî” binavkir û şûndevekişîna arteşa Tirkiyê xwest, lê tu kesî banga wî nebihîst… 

Armanca van êrîşan ji ber rewşa xitimî ya hikûmeta tirk a îslamî-nijadperest (AKP-MHP), bi siyaseta hundirîn ve bê girêdan jî, mesele ne tenê ev e. Wekî tê zanîn; lewazkirin û jiholêrakirina îradeya kurdan a siyasî armanca sereke û ya berdewamî ya her hikûmetên tirk e. 

Di vê êrîşê de jî ji bo vê siyasetê bi taybetî dorpêçkirin, tunekirin û bêbandorhiştina gerîla û aktîvîstên PKKê, astengkirina çûyîn û hatin û têkîliyên kurdan ên siyasî, civakî, aborî û leşkerî di navbera Başûr, Bakur û Rojava da; mayîndekirina bicîbûna leşkerên tirk li Başûr û Rojava; li Başûr bi siyasî û aborî bi xwe ve girêdana vîna kurdan û helbet li dijî hevdu bi pozîsyonîkirina partî û siyasetên kurdistanî tê armanckirin. 

Ji xwe tê zanîn; ku ne tenê ji nehatina helwesta yekîtiyê ya siyesetên her beşên kurdistanê, herwiha li her parçeyan, bi taybetî li Başûr û Iraqê jî di lewazbûn û hilweşandina siyaseta kurdî da Tirkiye rolekî sereke dilîze..

Pir aşkere ye, ku li hemberî van êrîşan li pêşiya Tirkiyê astengiyeke siyasî, dîplomatîk û leşkerî tune ye; ne ji  hêzên navdewletî (Amerîka, Yekîtiya Ewropayê, NATO, Rûsya û hwd.) û ne jî ji hêzên herêmî (Iraq û hikûmeta başûrê Kurdistanê). Xeynî civaka kurdistanî herkes êrîşkariya Tirkiyê gorî berjewendiyên xwe yên li herêmê dibînin…

Bi destpêkirin û gurbûna şerê li ser axa Ûkraynayê, ê di nava Rûsya û NATOyê da ve tecrîda li ser rejîma otorîter û dijdemokrasî a tirk hate rakirin. 

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz ji bo navbeykariyê çûbû serlêdana Erdoganî û îtîbara wî bi şûnda ‘bilindkiribû’ û herwiha Kongreya Amerîkayê ji bo firotina teyareyên şer ên F16an ji Tirkiyê re, pêşniyarî ji rêveberiya Joe Bidenî kiribû. Bi van pêşketinan ve girêdayî rexneyên ji ber otorîteriya rejîma tirk û binpêkirina mafên mirovan û bi taybetî tundiya li ser kurdan jî di daxuyaniyên hikûmetên rojavayî û di analîzên çapemeniya rojavayî da ji nişkave hatin birrîn… 

Wekî ku rojnameger Fehîm Taştekîn formûle kiriye; “Tirkiye di êrîşên li dijî kurdan (ên li Bakur, Başûr û Rojava) da ji bo bêbertekmayîna hevkarên xwe yên NATOyê garantî standiye” û Erdogan (AKP-MHP) ê helbet vê yekê di siyaseta hundirîn da jî ji bo dirêjkirina temenê rejîma xwe ya despot bikar bîne.

Belkî bala herkesî dikişîne; ku li hemberî her êrîşên Tirkiyê, kurd ji hev hê dûrtir dikevin, piraniya enerjiyê xwe li dijî hevdu tune dikin. Rêveberiya Tirkiyê jî di her êrîşan da moralê herî mezin ne ji serkeftinên xwe yên leşkerî, mixabin ji helwesta siyasetên kurdistanî ya pozîsyongirtina li dijî hevdu distîne… 

Kurd wek hêzeke di nava xwe da lihevhatî û xwedî saziyên demokratîk bûbana, hêzên navdewletî çiqas bêdeng bimînin jî, Tirkiyê bi hêsanî nediwêrî van êrîşana bike. 

Êdî pirsgirêka kurdan mixabin berî her tiştî pirsgirêkeke navmalî ye. Divê kurd xwe bi xwe nexapînin; beyî aramîbûna beşên din, beşekî Kurdistanê bi serê xwe tenê û bi hevkariya dewletên dagirker aram nabe. Aramiya beşekî li ser bêaramiya beşên din qet ava nabe… 

Siyaseta kurdistanî divê him bi hev du re, him bi her aktorên navneteweyî re û him jî bi pêşketinên civakî yên navnetewî re di nava hevahengîyekê da û bi perspektîfeke kurdistanî ya demokratîk tevbigere. Eger wer nebe; alternatîf ji xwe her ayan e; Tirkiye ê tim êrîşan bike û kurd jî ê tim bikevin qirika hevdu û vîna kurdî ê hê lewaztir bibe…

İlginizi Çekebilir

Hasbey Köksal:  Nimêja Înê
Çetin Çeko: Türkiye-İsrail yakınlaşması Kudüs’ün Kürt siyasetini nasıl etkiler

Öne Çıkanlar