🔴Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê diyar kir ku DYA û Îsraîl li herêmên niştecihbûnê yên Îranê êrişî baregehên leşkerî dikin û bang li sivîlan kir ku ji herêmên leşkerî dûr bikevin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hangawê; Îsraîl û DYA’yê li Ciwanroyê (Javanroud) êrişên hewayî birin ser baregehên Supaya Pasdarên Îranê yên ku di nav deverên niştecihbûnê de ne. Hangawê da zanîn ku derbarê windahiyên canî de agahiyeke teqez nîn e û bang li welatiyan kir ku ji navend û herêmên ewlehî û leşkerî dûr bikevin û herin cihên ewle.
Ji bo parastina ewlehî û silametiya xwe, hişyarî da ku welatî nêzî avahî û navendên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê nebin, li wir kom nebin û negerin. Li gorî Hangawê, di roja 6’emîn a şer de di êrişên Îsraîl û DYA’yê de herî kêm 310 sivîl hatine kujtin.
Çavkanî: MA










