Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-Ş                                                                   

KurdiYazarlar

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Rêzenivîs :20                                                                                   

                                                                                        Ş

Şahid û şihûd

Şahid: 1. Govan, gewa, dîdevan. Kesa/ kesê ku tiştê qewîmî yan jî tiştê ku hatîye kirin dîtîye û paşê bahsa wê qewimî û kirinê dike.

 Şihûd: 1. Ji “şahidê” şihûd.

  1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate.

Mane: Govan, gewa, guvah, guwah, gewah.

Mînak: Tu jî şahid û şihûdê xwe bîne, ez jî tînim; ka kî heq e, kî neheq e!

 

Şal û şapik

 Şal: 1. Şel, şelwal, pantolon, pantor.

  1. Kûd, felç.
  2. “Ji te ra çi.”  (mîn: Ne şalê te ye, şalê te pê nîn e.)        

Şapik: 1. Îşlik, çakêt, çoxik, qemîs. Paltoyê bêastar yê ku bi mûyên bizinan hatîne honandin. 

Mane: Cil û bergên gelerî yên mêrê Kurdan.  

Mînak: Şal û şapik, girêdaneke kevnar û kevneşopîyeke mêrê Kurdan e.

 

Şalt û palt

 Şalt: 1. Kincirî, peritî, pirtikî, şeletan. Cil û cawê kevn û diriyayî.

  1. Perîşan, belingaz, pejmûrde.

Palt: 1. Pejmûrde, şelax, peregende.

Mane: Pejmûrde, şeletan, kincir.

Kinç û cawên kevn û diriyayî.

Mînak: Ewqas zengîn e, bi kincên şalt û palt derdikeve der.

 

Şelt û Pelt= Şalt û palt.

 

Şalûl û bilbil

Şalûl: 1. Balindekî deng xweş. (Merops apîaster)

Bilbil: 1. Balindekî pir deng  xweş. (Lûscînîa megarhynchos)

  1. Tûteber. 

Mane:  Navê du çûçikan.

Du balindeyên dengxweş.  

Mînak: Bihar e bîstan xemilîn bi hemû rengan,

Di nav de dixwînin şalûl û bilbil gelek dengan (1).   

Şan û şuhret

Şan: 1. Navdarî, meşhûrî.

  1. Kalibê hingivê.
  2. Nîşane, elamet.
  3. Şanik, şanek.
  4. Nîşan dan, şanî kirin.
  5. Mil, serpî.

Şuhret: 1. Şan, navdeng, navdar.

Mane: Navdeng, binavdeng, navdar, meşhûr, bi nav.

Mînak: Şan û şuhret barekî giran e, her kes nikare hilbigir e.

 

Şan û şoq = Şan û şuret.

 

Şaş û metel

Şaş: 1. Nerast, çewt, xelet.

  1. Xeletî, çewtî, xirabî.
  2. Metel, şaşwaz, ecêbmayî.

 Metel: 1. Mat, şaşwaz, heyirî, şepilî, ecêb, heyret, matî.

  1. Fesadî, berhevdanî.
  2. Mesel, metelok, serpêhatî. 
  3. Zûgotinok.

Mane: Şaşwaz, heyirîn, ecêbmayîn, mat man.

Bi awayekî heyrîmayîn, şaşmayîn.

Mînak: Pir caran meriv li hember hûnermendên wêje û  zanistîyê şaş û metel dimîne.

 

Şaşwaz û metel

Şaşwaz: 1. Matmayî, metel, heyrî, mitrî,betilî, sersûr, ecêbmayî, aqilçûyî, liberxweketî, hişbelav. 

Metel: 1. Mat, şaşwaz, heyirî, şepilî, ecêb, heyret, matî.

  1. Fesadî, berhevdanî.
  2. Mesel, metelok, serpêhatî.
  3. Zûgotinok.

Mane: Matmayî,  ecêpmayî, bi aqilçûyî.

Mînak: Bi awayekî şaşwaz û metel  min li wana sêr kir.

 

Şax û gulî

Şax: 1. Qoç, qiloç.

  1. Çeq, gulî, ta.
  2. Parçe, beş.
  3. Çîya, gir.

Gulî. 1. Çeq, ta, çiq, çiqûl. Parçeyên daran. Beşekî daran.

Mane: Beşa darê ya ku li ser per û mêwe dibe.  Ta û Çiqûl.

Mînak: Îsal, şax û gulîyên daran di bin mêweyan da xwar bûn.

 

Şax û dax

Şax: 1. Qoç, qiloç.

  1. Çeq, gulî, ta.
  2. Parçe, beş.
  3. Çîya, gir.

Dax:1.Dirûv. Nîşanên ku bi hesinê sorkirî (kozir bûyî) pê gohên sewalan muhr dikin.

2.Jan, jana giran.

Mane: Reh, rîş, rîçik.

Reh berdan.

Mînak: Nexwaşîya pençeşêrê şax û dax berdaye hundirê wî û tevahîya organên wî metaztaz kirîye.

 

Şax û per

Şax: 1. Qoç, qiloç.

  1. Çeq, gulî, ta.
  2. Parçe, beş.
  3. Çîya, gir.

Per: 1. Pûrtê laşê firindeyan.

  1. Pel, belçîm, belg.
  2. Kel û per.
  3. Kêlek, tenişt, kevî
  4. Kaxez, pel.

Mane: Lêxwedîderketin, lêxwedîbûn, xwedîkirin.

Mînak: Ew bêkesî  girt bin şax û perê xwe û lê xwedîtî kir.

 

Şax û şov

Şax: 1. Qoç, qiloç.

  1. Çeq, gulî, ta.
  2. Parçe, beş.
  3. Çîya, gir.

Şov: 1. Versîyon, guharto, varyant.

  1. Ji bo çandinê xeta ku li erdê hatîye kolandin.
  2. Şûv, şîv, bor, beyar.
  3. Şov (show).

Mane: Versîyon.

Tiştên hinek ji hev cuda yên eynî  wek hev.

Mînak: Çend şax û şova wê motorê di vê kataloxê da hatîye nîşandin. 

 

Şeb û şekir

Şeb: 1. Cûreyek xwêy. KAI(SO4)2. 12H2O  

  1. Ji êvarê heta sibê.

Şekir: 1. Daringê (madeyê) şîrînkirinê. C6 H12 O6

Mane: Çêşîdekî xwê û şekir. 

Mînak: Hê şeb û şekir ji hev naqetîne, hatîye rexneyan li min dike.

 

Şek û şemal

Şek: 1. Lêdan, lêxistin.

  1. Çalak, cansivik, çeleng.
  2. Halê dinê, halê cîhanê.
  3. Beranê du salinî.
  4. Asteng. (şekdan)
  5. Hîle, fêl, xapandin, xap.
  6. Çêq, pêk, çîmik.
  7. Şîp, pars. (zo.)
  8. Guman, şik.

Şemal: 1. Şewq, ronî, pertav.

  1. Ronîya çav û rû. (mecazî)
  2. Find, mûm, çira, şam, şemamk.

Mane: Xuyanga gelemperî, gelemperî xuyangî (ji bo însanan.)

Şekil û şemal.

Mînak: Bi gelemperî şek û şemalê wî/wê kesî  ji min ra wer terîf kir. 

 

Şekil û şemal

Şekil: 1. Şikil, dirûv, form.

Şemal: 1. Şewq, ronî, pertav.

  1. Ronîya çav û rû. (mecazî)
  2. Find, mûm, çira, şam, şemamk.

Mane: Şekl û şemaîl, 

Taybetîya reng û rûyê kesekî/kesekê, taybetîya xuyanga kesekî/kesekê.

Mînak: Li şekil û şemalê xwe nanêre, zemê xelkê dike.

 

Şel û pel

Şel: 1. Kêsek, tert, tertan. (Ji bo axê, girikên axê)

  1. Kerme, keşkûr.
  2. Tegel, henc, şûl.
  3. Tûrikê mezin, xirar, telîs.
  4. Şal.
  5. Şil.
  6. Kûd, felinç, şat.
  7. Îftira, buxtan.

Pel: 1. Per, belçîm, belçîm, pelçîm, pelçim,  Parçeyên çaqên daran.

  1. Darik, ço, çogan.
  2. Pelik. (Di kutandina tiştê madenî da parçeya ku jê dipeke.)
  3. Tîm, taxim, kom.
  4. Caw, paç, paçik, tiştên hûrûmûr, kelûpel, kirtûpirt, kalûmal,cilûcor.
  5. Tîk, tîkî, tîkanekî.

Mane: Kêsek, kerme, şelanê xwalîyê.

Mînak: Serê xwe li şel û pelan xistin(2).

 

Şel û şeht

 Şel: 1. Kêsek, tert, tertan. (Ji bo axê, girikên axê)

  1. Kerme, keşkûr.
  2. Tegel, henc, şûl.
  3. Tûrikê mezin, xirar, telîs.
  4. Şal.
  5. Şil.
  6. Kûd, felinç, şat.
  7. Îftira, buxtan.

Şeht: 1. Hestînerm, raşîtîk.

  1. Felç, şelalî.
  2. Zîz, melûl.
  3. Bêhêz, qels, zeîf.

Mane: Felç, felinç, şat, kûd mûd.

Mînak: Kokimî zor e, meriv gav bi gav berbi şel û şehtyê ve dimeş e.

 

Şeng û şong

Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.
2. Rind, nazdar. 

  1. Pora aloz û qij.

 Şong: 1. Ji “şeng” e şong.

  1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate. 

Mane: Şendil, şên û şen, neşedar.

Mînak: Çi merivekî şeng û şong e.

 

Şeng û şox = Şox û şeng

Şeq û deq

Şeq: 1. Çêk, qor, ling.

  1. Navran, navşeq.
  2. Derz, qelş, deriz. (ji bo tiştên req û hişk)
  3. Qîş, tîş, dir, tîşik. 
  4. Alî, pî, rex, hember. (mîn: Li şeqa çepê.)
  5. Kerî, parçe. Dû kerî bûn. Ji hev vebûn.
  6. Xebathez, jêhatî, zîrek. (mecazî)

Deq: 1. Bi derzîyan wêneyên ( dirûv- şikilên) ku li ser laşê mirov hatîye çêkirin.

  1. Guzik, gûzik. (ji bo tovê riwekan). Guzika çamê…hwd.
  2. Belekî, noxte, xal, xalxalok, belekokî, deqdeqoq.
  3. Bijatre, favorî, nirxbilind. 
  4. Bi hejmaran, beşa peyman an jî biryaran nîşan kirin.
  5. Şeqil, mohr, demxe.

Mane: Qelişîn, derizîn, şeqîn.

Derizîn û axmebûn,  şeqîn û belavbûn.

 Bûyerên mezin, hadîseya gir.

Mînak: Ez carek ketime nav şeq û deqê giran, ditirsim serê min ji belayan xelas nabe. 

 

Şeqîn û teqîn

 Şeqîn: 1.  Derizîn, kelişîn, qelişîn, telişîn, qeyişîn.

Teqîn: 1. Teqan, teqînî, çeqîn.

  1. Qetîn, qurifîn, fesixîn. (mecazî)
  2. Fetiqîn. (mecazî) 
  3. Derbûn, bilqijîn. ( ji bo birînan)
  4. Rabûn, çêbûn. (mecazî)
  5. Pencerbûn.

Mane:  Teqereq

Mînak: Me di dawetanda dev ji vê toreya berbat berneda; ji ber şeqîn û teqîna çekan, nîvan û zarok gelek tengezar bûn. 

 

Şer û qal

Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.

  1. Lec, gengeşî. (mecazî)
  2. Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.

 Qal:1. Behs, çêl,qise, qisekirin.

  1. Axaftin, qezîkirin, gotin.
  2. Pevçûn, şer, lihevxistin.

Mane: Ceng, herb.

Pevçûn, lihevxistin, lêkdan.

Mînak: Şer û qalkirinke bêsebeb kir û şûnve jî ewqas kotek xwar! 

Şer û qiyamet

 Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.

  1. Lec, gengeşî. (mecazî)
  2. Lêkdan, pevçûn, lihevxisin. 

 Qiyamet: 1. Dawîya dinê. Sonîya jîyan û cîhanê. (Li gor olî.) Soxîn.

  1. Qelebelix, dengûdor, heytûhot.

Mane: Wake roja mehşerê, wek cihê herş û mehşerê.

Mînak: Bêfîşal, te digot qey roja şer û qiyametê ye…

 

Şer û pevçûn

Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.

  1. Lec, gengeşî. (mecazî)
  2. Lêkdan, pevçûn, lihevxistin.

 Pevçûn: 1. Lihevxistin, lihevdan, lêkdan, şer.

  1. Lihevketin, ceng.

Mane: Lihevxistin, lêkdan, cewşen, ceng, herb.

Mînak: Ma tu delûdîn î her roj bi yekî ra şer û pevçûn dikî?

 

Şer û şewat

Şer: 1. Ceng, herb, cewşen.

  1. Lec, gengeşî. (mecazî)
  2. Lêkdan, pevçûn, lihevxisin. 

Şewat: 1. Agir, sotin, şewitîn, agir pê ketin.

  1. Êş, jan, ezyet, şewata dil. (mecazî)

Mane: Di şer da, di şewatê da, lihevxistin êş û dilşewatî. 

Mînak: Ax Kurdistan ax! çima tu her tim qada şer û şewatê yî? 

 

Şeref û hesîyet

Şeref: 1. Namûs, rûmet, firazî, qîmet, nirx.

Hesîyet: 1. Rûmet, şeref, heysîyet, şanazî, şan, weqar.

Mane: Rûmet, namûs, zetînefs.

Mînak: Azadî, şeref û hesîyeta meriv e.

 

Şerm û heya

Şerm: 1 . Fedî, fêd, eyb, fihêt, erz, ar.

Heya: 1. Ar, şerm, avrû.

Mane: Fedî, avrû, ar, eyb.

Mînak: Tu çi bibêjî bêhûde ye, şerm û heya jê ra nemaye.

Şert û şirûd 

Şert: 1. Hoy, merc, rewş. Pêwîstî, pêdivî, hewçetî.

Şirûd: 1. Merc, şert.

Mane: Tiştê ku hewceye bibe yan jî nebe. Pêk bê yan neyê. 

Hal û merc, şert û merc.

Mînak: Şert û şirûdê wana nayê qebûl kirin.

Şert û şûrt = Şert û şirûd.

Şert û merc

Şert: 1. Hoy, merc, rewş. Pêwîstî, pêdivî, hewçetî.

Merc: 1. Şert, şirûd, pêwîstî.

Mane:  : Tiştê ku hewceye bibe yan jî nebe. Pêk bê yan neyê.

Mînak: Şert û mercên sereke, bê berjewendî yêkbûn e.

 

Şev û roj

Şev:1. Navbera rojava û rojhilat.

Roj: 1.Navbera rojhilat û rojava.

Mane: Sibeh û êvar.

Herdem, her gav, hemî deman, tim.

Mînak: Ji bo amadekarîya azmûnê şev û rojên xwe kirîye yêk.

 

Şev û ro = Şev û roj.

 

Şewl û şafir

Şewl: 1. Şafir, devîstan, dehlûdir, daristanok. Dehlûdirê ku rûyê bivir nedîtîye. 

  1. Li çîyê, cîhê dûz û rezîn. Cîhê ku kîjotik lê ne 
  2. Şewq, ronî.

Şafir: 1. Berî, çol.

  1. Deşt, step. 

Mane: Devîstan, warê pir teraş gîya pûşûpelax.

 Devîyê ku rûye tevir û bivir nedîtîye.

Mînak: Piştî  birûskê şewat derket, şewl û şafir nema.

 

Şewq û şepal

 Şewq: 1. Ronahî, tav, ronî, ronayî, geşî, hetav.

  1. Birq, teys, çirisîn.
  2. Xwestek, hewes, şênayî, kêf.
  3. Bizmika derî û şibekan.

 Şepal: 1. Bedew, ciwan, liserxwe, zîba, rind, nazdar.

  1. Şêr yan jî parsê (şîp) mê.
  2. Avzê, avzêl, şilek, pengav.
  3. Kûçikê hişyar, kûtîyê pêt, seyê xurt.

Mane:  Birq û bedew, rindikîya rû û bejn û bala. 

Mînak: Ez bûme dînê şewq û şepala yarê,

Qet jî nezan bibêjin ey evdalê xwadê(3).

 

Şêl û bêl

Şêl: 1. Çîm. (Lolîûm)

  1. Tevger, libat, şêwe, helwest, dîtin.
  2. Ofîs, şax, beş.
  3. Bîra berfê.
  4. Fêl, hîle, lîstik, derew.
  5. Çapxûn, êgîn, libak, mikewnî. (Mîn: Ew xatûna ji alîyê kar ve şêl e.) 
  6. Şêlavk, badene, şerbet.
  7. Henckirin.

 Bêl: 1. Parî, beş, şax, qism.

  1. Pûlik. Kerîk erazî yan jî daristan. Rêl, daristanok.
  2. Mer.
  3. Çîhê dûz, ser tûm.

Mane: Hal, rewş, helwest, tevger û libat.

Mînak: Ez li wî kesî dinêrim, şêl û bêla wî nakeve serê min.

 

Şêl û fêl         

Şêl: 1. Çîm. (Lolîûm)

  1. Tevger, libat, şêwe, helwest, dîtin.
  2. Ofîs, şax, beş.
  3. Bîra berfê.
  4. Fêl, hîle, lîstik, derew.
  5. Çapxûn, êgîn, libak, mikewnî. (Mîn: Ew xatûna ji alîyê kar ve şêl e.) 
  6. Şêlavk, badene, şerbet.
  7. Henckirin.

 Fêl: 1. Xap, hîle, dekûdolab, fen, xapandin.

  1. Kiryar, kirin, xebat, fîîl ( bi tayberî yên xirab.)
  2. Lêker (Rêziman)

Mane: Hîle, desîse, xap, dolav, derew, vir û viç.

Mînak: Ew kesana gişt di nav şêl û fêlan da ne.

Şên û gewz

Şên: 1. Şen, şeng, neşedar, dilxweş, kêfxweş, dilgeş, gewz.

  1. Sax, geş, jîndar (bi taybetî hemû dar, gilûgîya.)

 Gewz: 1. Neşedar, bikeyf, coşdar, bicoş, kêfxweş, dilxweş.

  1. Bikêf, şad.

Mane: Bikêf, şeng, neşedar, dilşen.

Mînak: Çi keçikek şên û gewz e.

 

Şên û şeng

Şên: 1. Şen, şeng, neşedar, dilxweş, kêfxweş, dilgeş, gewz.

  1. Sax, geş, jîndar (bi taybetî hemû dar, gilûgîya.)

 Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.

  1. Porê aloz û qij.

Mane: Şendil.

Mînak: Melodîyên şên û şeng digotin û direqisîyan.

 

Şêr û piling

Şêr: 1. Ji binemalê (famîlya) pisîkan, ajalekî kovî  û dirinde.

  1. Egîd, şêrgele. (mecazî)

Piling: 1. Ji benemalê (famîlya) pisîkan, ajalekî kovî û dirinde.

Mane: Navê dû ajalên kovî û dirinde.

 Şêrgele, egîd, bêtirs, kesên bêtirs.

Mînak: Ew şêr û piling bûn di şerê azadîyê  da…

 

Şil û xet            

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

 Xet: 1. Xêz, rêç, rêbaz. 

  1. Rûyê pereyê (diravê) metal. Rûyê niviskî.

Mane: Vijag, şil û ziwa.

Mînak: Got, em vê pirsgirêkê bi vijagê hal bikin û ji bêrika xwe da qurişik derxist şil û xet avêt. 

 

Şil û şol

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

 Şol: 1 . Kar, xebat, îş, kiryar.

  1. Ked, şuxl, erk.

Mane:  Şipşil, bûn av, şip û şil.

Mînak: Guman heye, vê carê karê me şil û şol e!

 

Şil û pil

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

Pil.1. Lîme, tîke, lîme lîme.

  1. Per perîşan.
  2. Pêyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
  3. Fîske, tilî fîsk.
  4. Şil û pil.
  5. Qure, pozbilind.

Mane: Ser û kinc gişt bûne wake avê. şipşil.

Mînak: Ji ber baranê em şil û pil bûn.

 

Şil û şat

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

Şat:1. Felc, kûd, şel, şelal, qorimî, seqetî.

Mane: Kûd, şel, seqet.

Mînak: Tansîyonê li mejî xist şîl û şat bû, hindik mabû bimire.

 

Şil û şêt

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)
  4. Şêt: 1. Dîn, bêhiş, serserî, aqilkêm, delodîn.
  1. Felç, kûd.

Mane: Kûd, seqet.

Aqilkêm, dîn, delodîn.

Mînak: Tê gotin, dibêjin; li ser vê keçikê şil û şêt bûye.

 

Şil û ziwa

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

Ziwa: 1. Hişk.

  1. Dijberî ter. Dijberî şil û hêmî.
  2. Bêav.
  3. Bêşilî û baran.

Mane: Qet destê xwe ne avêtin îş û karekî. (mîn: Destê xwe şil û ziwa nake.) (4)

 Ji hev derxistin yan jî ji hev dernexistin. (mîn: Qûna şil û ziwa ji hev û du eşkere bû.) (5)

  Vijag, şil û xet.

Mînak: Tu destê xwe şil û ziwa nakî, lê kî vî kara dike?

 

Şilf û şitil

Şilf: 1. Xwas, rût, tazî, bêcil. Kesa/kesê ti cil li ser tune.

  1. Niştir, singû. Alîyê hesin a kêrê.

Şitil: 1. Sadir, fîde, qesîlk.

  1. Yek ta. ( Wak gulîyekî  darê, wak şiv.) 

Mane: Tiptazî, rûtbel, şilf tazî.

Cilptazî, tût û rût.              

Mînak: Ew jî ji dest çû, şilf û şitil li ortê ma.

 

Şilf û tazî

Şilf: 1. Xwas, rût, tazî, bêcil. Kesa/kesê ti cil li ser tune.

  1. Niştir, singû. Alîyê hesin a kêrê.

Tazî: 1. Bêcil, rûs, rût. Kinç li ser tinetî.

  1. Bêderpe, kesê xizan, bêdaling.
  2. Serxweşî, şînî. ( Bo mirina yekî xemgînî.)

Mane: Rût û repal, rût û tazî.

Belavkirî, pêwerkirî, ciptazî.

Mînak: Şilf û tazîtîya xwe nanêre, bi wî halî jî poz bilindîyê  nade kesan.

 

Şilf û rût = Şilf û tazî.

Şilî û şepelî

Şilî: 1. Baran. Ava ku ji ewiran dikeve.

Şepelî: 1. Şilope. Barana ku bi berfê ra dibare.

  1. Bi hevra barana şilî û berfê.

Mane: Şilîdar, bişilî.

Mînak: Di wê şilî û şepelîyê da rabû û bi rê ket.

 

Şip û şil

Şip: 1. Zû, lez, lez û bez.

  1. Rengdêrê xurtkirinê. ( pir şil, qet ne ziwa)

Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

Mane: Şipşil, şipîşil, şilûpil.

Mînak: Kincên şip û şil raxistin ber tavê.

 

 Şirik û pirik

Şirik: 1. Rîş, rîşik, rîşt, gufîk, gufik, gulînge, gulîfank, gulik.

  1. Çirik. Cîhê ku av jê dikeve jêr û şirîn jê tê.

Pirik: 1. Neqiş û nîgarên ser gore, cil, astir, kilîm û merşikan.

  1. Perperok. Tiştê kû şiklê perperokê da ye.
  2. Pêlik, Pêpelûk, nêrdevan, nerdigan.
  3. Bi hêrs birebira dêv. Laf.
  4. Perik, baskik, çengik (Baskê pîçûcik)
  5. Pir ( taybetî ji bo diranan. Pirika didanan)
  6. Heyra, hopala ( şaşwaz û metel man.)

Mane: Rîşik mîşik, gulik milik, gufik mifik.

Mînak: Hefsar û zînê hespê  Memê Alan (nav Bozê Rewan bû) bi şirik û pirikan xemilandî bû.

 

Şel û Şepik = Şal û Şapik

 

Şîn û şahî

Şîn: 1. Hewirkê tekerê.

  1. Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
  2. Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
  3. Reşgirêdan, xem, matem, tazî.

Şahî: 1. Cejn, kêf, xweşî, aheng, dîlan, zewq, dawet.

  1. Dilxweşî, kêfxweşî.
  2. Serokatî, şahîtî, melîkî, qiralîtî.

Mane: Xem, matem, tazî û dilxweşî û kêfxweşî.

 Şîwan û dîlan.

Mînak: Şîn û şahî li dinyayê naqedin (6). 

 

Şîn û şayî = Şîn û şahî.

 

Şîn û tazîye

Şîn: 1. Hewirkê tekerê.

  1. Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
  2. Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
  3. Reşgirêdan, xem, matem, tazî.

 Tazîye: 1. Sersaxî, serxweşî.

Mane: Reşgirêdan û sersaxî.

Mînak: Ji ber mirina birazîyê xwe di şîn û tazîyeyê da bûn.     

 

 Şîn û girî

Şîn: 1. Hewirkê tekerê.

  1. Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
  2. Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
  3. Reşgirêdan, xem, matem, tazî.

 Girî: 1. Barandina rondikan, werandina rondikan. Hêsir rijandin, hêstir barandin.

  1. Gilm. ( gilma darê.)
  2. Girê, girêk.

Mane: Matem, reşgirêdan, bi xem hêstir rijandin.

Mînak: Şîn û girî ji mala te kêm nebe(7).

 

Şîn û reş

 Şîn: 1. Hewirkê tekerê.

  1. Reng. Rengê êzmîn, rengê deryayê.
  2. Ter, teze. ( Ji bo sebzeyên teze.) Hêşînayî. ( Hin caran bi vî vateyê jî bi kar tînin.) Rengê gîya.
  3. Reşgirêdan, xem, matem, tazî.

              Reş:1. Navê rengekî.

  1. Rengê tarîyê.
  2. Dijminatî.

Mane: Reşpatî, mipmor.

 Matem.

Mînak: Lêxistin, berçav lê şîn û reş kirin.

 

Şîr û aveyn

Şîr. 1. Şileya ku ji memikên jinan û guhanên candarên mê da tê.

  1. Şîrik, şîlg, şîrav. ( ji bo riwekan) 
  2. Binemal, dol, zuryet, malbat, şecere, ezbet û soy û sop. Neseb.

                   Aveyn: Havên, havîn. Mastê ku dikin nav şîr û şîr dimehîne û dike mast. 

Mane: Esî û fesî, kok, nijad, orjîn, esil, hîm, binemal, nifş.

Mînak: Herkes,  şîr û aveynê xwe di tevger û helwestên xwe da nîşan dide.

 

Şîr û Haveyn = Şîr û aveyn.

 

Şop û delav

Şop: 1. Rêç, pêger, şûnpê, şoperêç.

  1. Car. (mîn: Di şopekî da  sed derewan dike.)
  2. Hengam, mudet, muhlet. (mîn: Şopekî li vir ma.)

Delav:1.Amûra ku heywan tê de ave vedixwin.

2.Cirn, curn, kod.

3.Bihur,bor (taybetî yê çem û robaran, cîhê ku çem nizm diherike) 

  1. Rewş, hal. Şert, merc.

Mane: Rê, derfet, fersend, mecal, îmkan.

Mînak: Neçar man, tu şop û delav nedîtin ku ev pirsgirêkên xwe çareser bikin.

 

Şox û şeng

Şox: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şeng, zewqî. 

  1. Rind, rindik, nazdar. Balkêş, rewnaq.

Şeng: 1. Xweş, şad, bikêf, neşedar, şox, zewqî.
2. Rind, nazdar. 

  1. Pora aloz û qij.

Mane: Pir bedew û birewş.

Civan, bi kêf.

Mînak: Şox û şeng e, binav û deng e(8).

 

Şox û şan= Şox û şeng.

 

Şûn û war

Şûn: 1. Cîh, dever, der, cî, şûnd.

  1. Maqam, cîgeh, awazgeh.
  2. Rêç, şop.
  3. sitargeh, penageh.

War: 1. Cih, welat, herêm, herd.

  1. Ocax,  dûnde. Hemî zaro, nevî, nevîçirk…hwd.
  2. Mijar, bi war, mesele, rîşe, babet.

Mane: Şûnd, dever, ocax, herd, welat.

Mînak: Kundê kor li şûn û warê te bixwîne(9). 

 

Şûn û şop

Şûn: 1. Cîh, dever, der, cî, şûnd.

  1. Maqam, cîgeh, awazgeh.
  2. Rêç, şop.
  3. sitargeh, penageh.

Şop: 1. Rêç, pêger, şûnpê, şoperêç.

  1. Car. (mîn: Di şopekî da  sed derewan dike.)
  2. Hengam, mudet, muhlet. (mîn: Şopekî li vir ma.)

Mane: Cî û rêç, şûnd û rêç.

Mînak: Şûn û şop dûz bûn(10).

 

Şûr û mertal

 Şûr: 1. Şemşûr, şemşîr. Çekekî devikdirêj, gelemperî hinekî tevandî û amûrekî şer.

  1. Xûz, tewandî, cemandî.
  2. Gêj, sergêj.

Mertal: 1. Amûrekî madenî û pan, gelemperî gilover, li hember şûr û riman bo parastinê tê bikaranîn. 

Mane: Du amûrên şer.

Du çekên êriş û parastinê.

Mînak: Waxta şerê  şûr û mertalan rawirt çû.

**
1- Ji helbesta “Bihar e” Bamerd Jan.

2-  Biwêj.

3-  Helbest, Hasbey Köksal

4- Biwêj.

5- Biwêj.

6- Biwêj.

7- Nifir

8-  Biwêj.

9-  Nifir

10-  Biwêj.

İlginizi Çekebilir

Mela Mihyedîn: Muzîk, Çîrokbêjî û Devrîm Demîr
Halil Dalkılıç: Berxwedana Kobanê: Mîlada netewbûna Kurdan

Öne Çıkanlar