(“Bi nepikan dan hev” çi ye?)
Jiyîn, piçekî wek telaşa gêleyan e. Lezelez çûyîna derekî, li derekî sekinîn, ji derekî hatin, tiştek kirin, ji derekî tiştek kişandina derekî, lihevlod û qûrçkirin, lihevcivandin, kom û berhevkirin, parve û axme, amade û têrî lazimkirin, bi kurt û kurtegotin jiyîn, tiştek, wek “bi nepikan dan hev” e… Bersûtik lihevanîn û yek dudo kirin e.
Gelo, gotara “bi nepikan dan hev” alegorîyekî îronîk e? Yan jî gotineke dualîst e? Yanê di xwe da biçûkdîtin, biçûkxistin, awarteyî, dererastî û ji pêkanînê dûr dihewîne, yan jî him rasteqînî him jî derverastî, nemumkunîyê digire ser xwe û ji me ra şirove dike?
Çi gotareke alegorîk, çi gotareke îronîk be, biwêja “bi nepikan dan hev”; bi zanebûn, yan jî bi nezanî di pêvajoya dîrokê û jiyana rojanê da; gelemperî bûye dendikê têkoşîna insanetî û kirdeya têkoşîna insanan.
Tevger û herikbarîya hiş, bi hunerî bi karanîna amûran, di berhevkirina hilberînê da mûcizeya erkê amûran; algorîtmayê hiş û hizirînê geş, kûr û firehkir û insanetîyê gîhande konfora îro. Ev pêşveçûn û geşedanî herçiqas bi xwe ra gelek karesat, hilweşîn, êş û azar bîne jî, dîsa jî bi navê insanetîyê gavekî pêşve, gavekî pêşverû û pêşveçûyînekî pir mezin e. Di binyata vê kawdan û înkîşafa insan û însanetîyê da xwedî jêhatbûyîna pirs pirsîn, li bersiva pirsan gerîn, bi gumanî nêzikê bêderfetîyê bûyîn û rê û rêçên biderfetîyê sehkirin heye.
Dîroka pêşveçûyîna mirov û mirovatîyê, dîroka ” bi nepikan dan hev” e.
Îronîya ” bi nepikan dan hev”; bi metafora “nepikan”, bi hewl, bi ked, sebir, inyat û bi guman, bi nirxandina dane û jêpirsînên vasfî, hişazad di parzûna zanistiyê da radiwire û dîwara “nemimkunê” derbas dibe, tê di navika rastiyê da rûdine.
Ev seruven, dî hemandemê da jî bi zimanê hunerê; seruvena zenaat û estetika hest, fikir, sêwir û rindîyên ku bi ceribîn û hostatîyê hatiye mûnandinêye jî.
Ked, nirxa herî pîroz e.
Huner, keda estetîk e.
Lihevanîna têgihîn û hest, şirove û estetîka berhemê; di hiş da dîtinekî nelicih, nelihev, seyr û sosret, tewş û neaqilane pêkbîne jî, ji aliyê din ve “bi nepikan dan hev”, rastîya rastîyekî derdixine holê. Ew jî berxwedan, ked, û azîm e.
Emr, bi afirandin û hilberîna nirxa însanetîyê manedar e. Bêguman, bingeha insanetîyê jî, bi berxwedana kargînîya ” nepikan”, bi azîm û ked, hûr û hêdî hatîye ” dan hev”. Alegorîya gotara “bi nepikan dan hev” rastîya algorîtmaya metafora îronîya serkeftinê derdixine hember me.