Li Enkereyê, di kûrahîya korîdorên burokrasî, sîvîl û eskerîyê da tevnên qirêj dimûniya. Hefsarê kê, di destên kê da bû, kî, kê palik dikir ne diyar bû. Çeteyên xwediyê dewletê, çav berdabûn tûrik û heqîbên hev. Di nav xwe da veguhartin dixwestin. Hema, zend û bendên hemûyan jî di destên Daîreya Herba Taybet da bû. Kî wan têr bikira, serkeftin ya wî bû. Ji bo wê veguhartinê, aloziyekê mezin lazim bû. Dewletê, wak her demê di serî da Kurd û Elewî, sendîkayên karker û karmendan, sazîyên pêşverû, parastvan û aktivîstên mafên mirovan, kesên şoreşvan, rewşenbîr, zanyar, nivîskar û hunermend girte ber çavên xwe û di bin siwana pêyva ‘ anarşî’yê da komkir, bi peyva ‘anarşîst’ muhrkir. Êrîş, kuştin û komkujî li manşetên rojnameyan, di xeberên radyo û televîzyona tek qenal da kêm nedibû. Dezgehên ku sazkiribûn bê asteng dişixulîyan.
Çetoyê Zilfîyê Hemedî, lawê Xaltîya Elîfê, êdî Çetoyê berê nebû. Xamîtîyê ji ser xwe avitibû. Di vî deh mehê kin da, hînî pir tiştan bûbû. Zorîya jiyana bajarê, dijwarîya li ser piyan mayînê famkiribû. Ser û şiklê xwe, liv û meşa xwe veguhartibû. Êdi panîya solên xwe bi erdê ve kaşnedikir. Milên xwe bi paş ve dida û singê wî repkirî, bi gavên lez ji xwe baver dimeşiya. Stûyê xwe jî ji aliyekê ve xwar nedikir. Rasterast li çavên yên hember xwe dinêriya. Şûnda bi awirên newêrek, awirên sehker, awirên pirsker girtibû. Çavên nûtik, pozê zirav û awirên bi şaibe, rûyên rovî bi bîra meriv dixist. Kincên li ser xwe jî sererast kiribû. Li ser, îşligê spi û teng, di bin pantorên reş, kember daketî û pançik fereh da, solên binî epa û bilind pêdikir. Qama Çetoyê kin, zirav û dirêj xuya dikir. Li pey garson, çavên wî li tevgera garson, niv gav ji wî dûr, bi baldar, alikarîya hostayê xwe dikir. Li cem mişterîyan, pir hewce nebûna nediaxivîya. Bi hosteyê xwe ra, bi zimanê îşaret û nîşandanan dest û rû li hevdikirin. Dema ku Çeto tebexek, kevçîyek an jî tiştekî din dadianîya ser maseya xwarinê, xwe nîv xwer dikir, bi destekê qereweta stuyê xwe hêdika didewisand ser zikê xwe, bi destê din, tebex, kevçî yan jî tiştên din bi nazîkane dadianîya ser maseya xwerinê. Çeto, tirkîya xwe jî pêşva birûbû. Dema bi tirkî dipeyivîya, gewrîya xwe eyar dikir, bi dengekî nexwerû û zirav bi devoka Enkereyiyan qise dikir. Ji xwe ra çend rê û rêbaz jî pêyda kiribû; ‘Di serî da berjewendiyên xwe bizanîbe, qezenc bi destên xwe bixe, raz û sirê xwe ji kesiyan ra vemeke, dilkevir be, pere û pere…’
” Arzûm Lokantasi” xwaringehekê nezîh bû. Mişterîyên xweringehê, piranî burokratên payebilind, kesên zengin û milletwekîlîyên partîyekê bûn. Karê Çeto, nivrokî destpê dikir û hetanî nîvê şevê didomîya. Meaş hindik bibûna jî, baxşîşê ku Çeto berhevdikir, du sê qatê meaşê wî bû. Ji her alîyê ve Çeto ji halê xwe gelek memnûn bû. Lê wek herkesî, Çeto jî dixwest di karê xwe da pêş ve biçe û bibe garson. Li şûnda qerewata reş, papyona bordo têxe stuyê xwe. Xwe têgihiştî didit. Hema li vê kargehê ew xeyala, bi vî halî ne mimkûn bû. Kî li şûna xwe dilive ku ji Çeto ra derfetek derbikeve!? Derfet derbikeve jî, qidema Çeto çiye kû li cem qidema komîyên din? Hasilî, Çeto di vê bêhêvîtîyê da bû ku, derîyek jê ra vebû. Bîhist ku, pavyona kêleka kargeha ku lê dîxebîte, li garsonekî tecrûbedar digere. Pê gerîya, lê pirsîya, agahî esehîkir. Bi karhevalên xwe ra axivîya, bi hosteyê xwe ra şêwirîya û bi referansa garsonên ‘ Arzûm Lokantasî” yê, xwe avête garsontiya Pavyona Manolyayê.
Pergala pavyona Manolyayê, nedişibiya pergala xwaringeha Arzûmê. Kar û bar êvarê dest pê dikir, heta ber bi destê sibehê dewam dikir. Ji donzdeh saetê zêdetir; garson, komî, muzîkjen, solîst, assolîst, reqese, konsomatrîs, xurekpêj, bedêlvanên xuwerekpêjan, mezeker, alkolker, racavker, fedayî, fereqşo, paqijvan û kesên karên din û kesên rûtarî û karnedîyar di bin çavdêrî û kontrola şefê pavyona Manolyayê da, ji bona debar û çend qurişan, wek gêrikan dixebitîyan. Di bin navê kêf û eşqê da, di bêrikên mişterîyan da pere dikişandin bêrika patronan. Mêrên ji her meslekê, ji her xisletê, ji her qilefetê bi ber bayê bêhna jinan, bi ber bayê dengê jinan, bi ber bayê bedena jinan diketin û bi şermokî, bi xwe ewle, bi pereyê xwe bawer dihatin kêf û eşqê, di demekê kin da dihatin şêlandin û dîçûn. Dîkên sergoya Manolyayê gelek pêt bûn.
Her çiqas navbera Çeto û matematîgê û dersên din çê nebûna jî, Çeto, kesekî biaqil, jîr û jêhatî bû. Serê wî dişixulîya. Di serê pêşî da, di nav ewqas tevlihevî û xirecirê da, çavkanîya dîsiplîn û pêr û pergalîya nedîtbar; aqlê Çetoyê çavvebûyî negirt, hinek tengasî kişand, poşman bû jî, pişt ra sawa xatirê papyona bordo, li ber xwe da, xwe da hev. Ew jî li pêy dolaba xwe ya rast gerandinê ket. Kargeha xwe ya berê û ya niha dida berhev û ji xwe ra encam jê derdixist. Di ber xwe da digot; ‘ Şêlandin, xap û xapandin, nelirêtî û dizî li her derê heye. Xwaringeha Arzûmê jî ewqasa cihêkî nezîh bû. Kesên payebilind dihatin dixwarin û vedixwarin, bi jinên bedew ra kardiketin. Li wê derê jî, ji bona berjewendîyan bi awayekî fermî, bi îmza û sozdanan, nelirêtî û xapîn hebû. “Efendim, bir imzanıza bakar! Efendim, yükünüzü hafifletiriz. Efendim, Beyefendiye bir çıtlatsanız? İmza işi kolay, sen diğer işlerden söz et…” (Ezbenî, li ber îmzaya we ye! Ezbenî, em barê we sivik dikin. Ezbenî , carekê li ber guhê Begefendî bixin? Karê îmzayê hêsan e, tu qala karê din bike…) Roj tunebû ku gotinên wiha nebihîsim. Li wê derê fermî û bi rêya bîrokrasîyê, li vê derê jî rasterast, bidil û li ber çavan, car caran jî bi dara zorê… Çi cudahî heye di navbera herduyan da!?’ Dihizirîya, di ber xwe da diaxivîya, rê û rêbazên ku ji xwe ra peyda kiribû esehîdikir.
Dema ku li xweringeha Arzûmê dixebitîya, tim û tim diçû mal û kargeha Alî Cemal. Hal û demê Alî Cemal û malbata wî dipirsîya. Ku derbazî garsontîya pavyonê bû, ji Alî Cemal re got, wî û Alî Cemal niqaşkirin, li berhevdan, cardin bi alîyê Alî Cemal ve nebû. Êdî ne hewcedarîya kesan bû. Pereyên xwe hebû û berstûka xwe dabû berhev. Li taxa Cebeciyê xanîyek jî, ji xwe ra kirê kiribû. Di vê navberê da, bavê Çeto, Zilfîyê Hemedî carekê bi tenê, carekê jî dêya Çeto, Xaltîya Elîfê û Zilfî bi hev ra hatin Enqereyê serdana Çeto. Ji ber şixula şevê, dilê Xaltîya Elîfê ji Çeto ra peritiya. Zilfî, stuxwar, hêvî şikestî, bêdeng û şaşwaz veguharîna hal û livîna lawê xwe temaşe dikir. Di guhên Zilfî da, gotin û kurtepistên gundîyan olan dida. Aqlê Zilfî nedigirt. Hêvî; şûr li piştê bûyîn bû. Encam; li pavyonan xizmetkarîya serxweş û feltenan bû. Yek tayê xwe, ji bêrika bavê xwe, ji bo vî karî ew perena dizîya bû…!? Bi qasî heftekî li mala Çeto, bi rastî di nav çar dîwarên hişk û hol da man, xemgîn vegerîyan gund. Herçiqas Çeto tiştek pere da bavê xwe jî, di çavê Zilfîyê Hemedî da qet xuya nekir.
Pavyona Manolyayê, her şev, mîna kuwara mêşan, hetanî sibehê dixumiya. Çeto, bê navber dibezîya vê maseyê û wê maseyê. Canê komîyên xwe derdixist. Zanîtî û ceribînên xwe, bi xwe qayîl, pêşkêşê mişterîyan dikir. Çavekê Çeto, tim li ser şefê pavyonê bû. Dixwest ku têkeve çavê şef. Li van derena ew derfetana bi hêsanî bi destê meriv nakeve. Ked, xebat, devkîpî, şelaqî, îspîyonkerî, bêtirsî, çivoktî û hwd lazim e. Ya rast, Çeto heqê papyona bordo dida. Di her pevçûnan da cih digirt, di her hatinhevan da pêşengtî dikir. Kê digot “tût, Çeto digot “tût min qîndik girt.” Ew pêtîya Çeto jî, ji ber çavên şef û patronê pavyonê nedirevîya. Di demekî kin da, xwe dabû qebûlkirin. Di çavên gişt şixulkeran da wak nîvşef, wak meriv û sîxurê şef û patron xuya dikir. Jê ditirsîyan. Çeto, kîmyaya dinyayê nîvtarî safîkiribû. Yên asta jêr biguvişîn, asteng bike û bidewisîn, ên asta jor ra nangermitî bike.
Li Enkereyê pel nedilivîya. Herkes di bin xof û sawa kûr da, endîşedar, li benda tiştekî bûn. Ew tiştana çi bû, ti kesî jî nedizaniya. Razîbûn û bervedan, revîn û mayîn, şa û xemginî di nav hev da bû. Dezgehên ku di korîdorên bîrokrasî û eskerîyê da sazkiribûn encam dabû û eskeran dest dabûn ser hukumat û dewletê. Wak, tu kêrekî davejî bendekî; êrîş, çalekî, kuştin, komkujî hatibû birrîn. Di manşeta rojnameyan da, di nûçeyên radyo û televîzyona tek qanal da, qîr û virevira generalan bû. Di derheqê teslîmnebûnan da, emrê “lêxistin” ê derxistibûn. Qiyameta binçavkirinan destpê kiribû. Alî Cemal û çend hevalên wî jî bi ber tirpana binçavkirinê ketibûn. Demokrasîya heyî jî têk çûbû. Herçiqas, demorasî ti carî li ber derîyê vê dewletê ve derbas nebûna jî, navê demokrasîyê û mafê netewan, mûyên dewletê digijgijand, lê dîsan jî hêvîya demokrasiyê û zimankirina mafê kurd û elewîyan tirs berdidan dilê dewletê.
Li Pavyona Manolyayê her tişt di rêya xwe da bû. Çeto, binçavkirina Alî Cemal bîhîstibû. Xwe li nebîhîstinê danî. Bi tevahî têkilîyên xwe hemû hemşerî û nas û dostan xwe û malbata Alî Cemal ra qutkir. Yek tayê bavê xwe, li Enqereyê yek ta ma. Çeto, li pey şefîtîya pavyonê bû.
Roj û meh bihûrîn. Demsal, li demsalan barbûn. Li Pavyona Manolyayê xwarin û vexwarin, kêf û eşq, xap û şêlandin, niqaş û pevçûn bênavber domîyan. Çeto, ji her alî ve ketîbû çavên şef û patronên xwe. Piştî du salan, Êzdayê Mezin, cardin derîyek ji Çeto ra vekir. Patronê Manolyayê, li bajarê Edeneyê, pavyonekê nû vekiribû. Ji bo rêk û pêk kirina pavyona nû, şefê pavyona Manolyayê şande Edeneyê. Çeto jî kire şefê Pavyona Manolyayê. Kêf, kêfa Çeto bû. Ji ber dîsîplîna Çeto, kedkarên pavyonê diricifîyan. Çend meh şunve, ji eskerîyê, celpnameyek ji Çeto ra hat. Dinya li ser serê Çeto rûnişt. Di ber xwe da ‘Ev bû bîst meh e’ digot, ‘bîst meh e, tê kişandin. Ewqas ked û xebata min gişt berhewa diçe. Bîst meh şunve, kî li vê derê qayte rûyê min dike. Tew, dî serî da patron, ew ê bî tavahî min jibîrdikin.’ Xemgînîya Çeto pir nedomîya. Patronê Çeto; “Îş li erdêye, karê eskeriyê ye!?” got û bi dora eskerîyeyê ket. Bi dek û dolab, ji nexweşxaneya eskerîyê rapora bexşandinê girt. Li vê dinyayê, pere kîjan derî venekirye ku derîyê eskerîyê veneke. Êêh! Çeto, ji xêra patron ji leşkertîyê jî filitî. Xêra ku patron jê ra kiribû, bavê Çeto bîle jê ra nekiribû. Êdî Çeto bûbû desmala ber destê patron. Gotinên patron nedikir du gotin. Qezîyê patron li erdê nedihişt û li pêşberî patron, çekûyê ‘na’ di tûrikê peyvên xwe da derxistibû.
Çeto, bi kutekut, salekî li Pavyona Manolyayê şefîtî kir. Di vê salekê da, wî û patron çi kar kirin û dikirin, çi karên baş û nebaş kirin û dikirin, bi kê ra têkildar bûn û dibûn, pêlê lingê kê kirin û dikirin ti kesîyan nedizanîya û nezanîyan. Di nav wi û patron da ma. Termê Çeto, li nêzîkê bendava Çûbûqê, ji alîyê gundîyan ve hate dîtin. Bi tek guleyek Çeto infaz kiribûn. Kê kuşt, sawa çi kuştin, dernekete rastîyê. Çeto, wek golikê nav pembûyan, ji kîsê dê û bavê xwe çû. Ji bo dê û bavan, giranîya jana zariyan yek e. Jana giran, ji dê û bavê Çeto ra ma. Bedeng, dilê xwe bi jana yek tayê xwe alandin û ji dinyayê xeyidiyan.
Çeto ji xwe ra çi mal û milk kiribû, çi pereyên Çeto hebû kes bi pey neket. Bi pey biketana jî, bêguman tiştek jê dernediket. Hemsir û hevkarê Çeto, patronê Manolyayê jî , heftekî şunve hatibû kuştin…
Enqereya bêyom, te serê Çeto jî xwer.