Hasbey Köksal: Di Zimanê Kurdî , zaravayê Kurmancîyê  da peyvên Cotepeyv

Yazarlar

 Di zimanan da hinek kompeyv hene gelek bala meriv dikişîne. Armanca ev kompeyvan, vegotinê hêz, gotinê xurt dike.

    Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.

Wateya herdu peyvan di cotepeyvê de hêz, xurt, geş, kûr û fireh dibe. Cotepeyv bi serê xwe dibe peyvek. Em dikarin bibêjin herdu bêje maneyê serbixwe hinekî winda dike an jî şun va dikişîne, maneyêkî din derdixine rastê.

   Van kompeyvan ra di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê da peyvên “cotepeyv” yan jî “cotpeyv” tê gotin.

   Cotepeyv, di gotinê da wake bi qalibek cîh digire. Em nikarin şûnda peyvan vebiguharînin. Di dîroka xwe da kilam, stran, helbest, çîrok, çîrovanok, serpêhatî, nifir, mamik, tiştonek, efsane…hwd. û gotinê rojaneyê da parzûn bûye û dapiliye, wake “biwêj” ew qaliba girtîye.

    Cotepêyvan em dikarin di çar beşan da binirxînin.

  1. Bi peyvên hevwate cotepêyv: Peyvên ku cotepeyvê çê dikin, hevmane ne. Bi “û” yê tên cem hev, ji hev xurtîyê digirin, bêjeyê fereh û kûr dikin.

              Mînak: Ar û heya

               Ar: Heya, şerm, fedî, şermî.

               Pîvanekê rûxal.

              Toza hevîr, ard.

              Heya: Haya, şerm, ar, avrû.

“Ar” û ” heya” hevwate ye. Ku bû “ar û heya” ; namûs, şeref, heysiyet, şerm, avrû, rezîlî, riswatî…hwd. digire bin bandor û derdora xwe.

     Bo nimûne: Ar û heya tê da tine.

                           Merivekî bi ar û heya ye.

                           Ar û heya jê girtin.

  1. Bi peyvên nêzwate cotepeyv: Bi serbixwe wateyê herdu peyvan nêzê hev in. Hema hema yek tiştekî , bûyerekî yan jî rewşekî şirove dikin û dinasînin. Ku cotepeyvê de şûnd digirin, hêzê didin hev û gotinê dewlemend dikin.

    Mînak: Aş û ding.

              Aş: Amûrê ku genim tê da tê hêrandin. Amûrê ku genim dihêrîne û dike ard.

              Ding: Amûrê ku zexîre, dexlûdan tê da tê  kutandin. Amûrê ku zexîre û dexlûdan dikutîne û qafikê lê spî dike.

              “Aş” û “ding” wak hemkarin. Lê ne “aş” ding e, ne jî “ding” aş e. Tenê karê wan dişibe hev. Di cotepêyvê da hev kîp û xûrt dikin, biwêjê vedigerînin ferehîyê. Di axavtin û nivîsê da rewşa bûyerê  zelal dikin. 

     Bo nimûne: Ez xwedîyê aş û ding im?

                           Wake aş û ding dişixule.

                           Aş û ding lê xirabe kirin, mal wêran bû!

  1. Bi peyvên dijwate cotepêyv: Wateya herdu peyvan dijberî hev in. Tekilîya van herdu peyvan, li ser dijbertîyê ye. Herdu peyv  bi serê xwe tiştekî, bûyerekî, rewşekî şirove dike û dinasîne. Maneya wan cuda ye. Lê ku hatin ba hev û cotepeyvek ava kirin; dijbertîyên xwe nerm dikin û bi ahengekî  biwêjê fereh, kîp û kûr dikin. Bûyer, rewş û tişt berfireh watedar dibe.

    Mînak: Sar û germ.

              Sar: Dijberî germ.

             Serma.

             Ne xwîngerm (mecazî)

              Germ: Ne sar.

              Ne tezî û qerisî.

               Xwedî tîn.

               Tîna agir yan jî yê rojê.

              Ne xwînsar (mecazî)

“Sar” û “germ” dijwatene. Têkilîya van peyvan li ser dijbertîyê ye. Herdû peyv bi serê xwe tişt, rewş û bûyerekî şirove dike û dide naskirin. Cavkanîya hebûna van peyvan, li ser dijbertîyê ye û bi  vî avay manedarin. Di cotepêyve da “sar” û “germ” di hev da dihelin rewş û bûyerekî din derdixinin holê.

                        Bo Mînak: Te av sar û germ kir?

                        Navbera wan sar û germ e.

                        Jê av sar û germ nebû, hebûn û tunebûna wî yek e.

  1. Bi peyvên bêwate (muhmel) cotepeyv: Di cotepeyva da hinek peyv jî bi serêxwe bê watene. Yanê tiştekî, bûyer û rewşekî bi temamî şirove nake û nenasîne. Yanê peyvên muhmel in. Di cotepêyvê da xurt û kîpkirênê digire ser xwe. Wateyê peyvê din hêzdar dike. Ev pêyvana yan ji xwe pêk tên, yan jî ji peyvê ku hêzdar kirîye pêk tên. Di her halî de xwe watedar, pêyve din jî hêzdar dike.

              Mînak: Zip û ziwa.

              Zip: Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate.

              Ziwa: Zuha.

             Bêav, ne şil, bêhêm.

“Zip” bi serê xwe bê wate ye. Di cotepêyve da hêz dide ” ziwa” yê û wateyê wî peyvê xurt dike, xwe jî nêzê “ziwa” watedar dike. Di vê xurtbûne da herdu peyv jî maneyekî din derdixine rastê. Cotepeyv; pir ziwa, gelek ziwa, zêde ziwa maneyekî digire. Di cotepeyvê de peyvê bê wate, şert nîne ku peyvê yêkem bibe, peyvê dûyem jî dibe. Bi kurtasî ; bi şiklê “peyvê bê wate û peyvê bi wate, peyvê bi wate û peyvê bê wate” rêz dibe.

                        Bo nimûne: Newal zip û ziwa bû.

                         Dev li me zip û ziwa bû.

                         Pisîngê tencik zip û ziwa kirîye, şîr tê da nehiştîye. 

    Min di vî xebatê xwe da, di zaravayê Kurmanciyê da hinek cotepêyv kom kir. An devokî an jî gelemperî çawa tê gotin war nivîsîya. Lê dîyare ku dawîya peyvan tune, dawîya cotepêyvan jî tune. Cotepêyv, di dewlemendîya zimîn da cîhekî gelek giring digire. Nirx dide zimîn.

    Armanca min, ji zimanê xwe ra xizmetekî bikim û yen ku li ser zimanê Kurdî dixebitin, lêkolîn dikin ji wan re wak çavkanîk bibim.  Va jî ji bo min rûmetekî mezin e.

    Bi “A” yê heta “Z” yê, beş bi beş ji wa xwendevanên hêja re pêşkêş dikim.

***

A

Ar û arvan

Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

5.Toza hevîr, ard

Arvan: 1. Ard.

  1. Toza ku hevîr jê tê çêkirin.

Mînak: Me ar û arvanê xwe kire ambarê.    

 Agir û bizût

  Agir: 1.Ar

  2.Şewat, ta

 3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

Bizût:

 1.Bizot

2.Kozir,pîzot,piling

3.Bi hêrs, sor bûn

Mînak: Bû agir û bizût bi canê xwe ket. 

Agir û alav                   

 Agir: 1.Ar

2.Şewat, ta

3.Tişte ku tê vêxistin.

Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

 Alav:1.Pêt,xurî, gûrî.

 2.Germî, çirîsk, çîrûsk. 

 3.Alet, hacet, pergal

Mînak: Li ber agir û alavê pixêrîkê me xwe germ kir.

Agir û pêt       

                           Agir: 1.Ar

                          2.Şewat, ta

                          3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                        Pêtî: 1.Xurî ,alav,çirûsk,çirîsk.

                         2.Xurt, qeyîm, pihêt.

                         Mînak: Ji aliyê kar da agir û pêt e.

Ar û heya

 Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

5.Toza hevîr, ard

Heya:1.Şerm, fedî, avrû

Mînak: Ar û heya jî nake.

Agir û şewat

  Agir: 1.Ar

  2.Şewat, ta

 3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                                  Şewat:

                                  1. Agir,ar, nar, sotin, şewitîn, şewitandin,sujîn

                                  2.Êş, jan, azar,ezyet

Mînak: Ji ber vê nexwaşîyê heta sibehê agir û şewata canê min daneket. 

Aqil û fikir

                          Aqil:1. Aqîl, eql

                         2.Hiş, totik,mejî

                         3.Bîr,hafize, serî

                         Fikir:1. Ray, îdea

                         2.Raman

                         3.Dîtin, fikr,hizir, pûnij

Mînak:Heke bê aqil û fikir dest bi karekî bikî, dê halê te jî wiha be!

Ar û namûs

Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

5.Toza hevîr, ard

Namûs:1. Rûmet, şeref

  1. Qedir, qiymet, çîçî, giranî, teşke, xawên

Mînak: ji bo berjewendîya xwe ar û namûsa xwe kiriye pênc kuriş.

Ax û ox

Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

Ox: 1. Ax, of, wax, wey, hey, eywax, weylo, weylê.

  1. Baneşanê şabûnê.

Mînak:Dû re ax û ox kişand lê çi feyde…

Ax û dax

 Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Dax:1. Dirh, dirûv. Nîşanên ku mirov bi hesinê germ li guhên sewajên xwe dixe/dixine.

  1. Şekil, mohr, nîşan, demxe
  2. Êş û jana giran û mezin ( mecazî)

Mînak: Dîlê me di ax û daxê de hişt .

Ax û wax

 Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

Wax:1. Ax, ox, of, wey, ey, hey, eywax, weylê, weylo, weyla

  1. Gazîyekî ji bo xweşîyê yan nexweşîyê.

Mînak: Ji ber derd û kulan ax û wax dikişînin.

Ax û gor

Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Gor:1. Wek kesek yan tiştek ( Li gor lîteraturê….).

  1. Bî bawerîya kesekê/kesekî (li gor te….).
  2. Bi tiştekî  (Xebata wî gor…).
  3. Cîhê mirovê mirî. mezel.

Mînak:Tu çî pozbilindîyê dikî dawîya te jî ax û gor nîn e?

Ax û keser

            Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Keser:1. Xem, kul, derd, kovan, jan.

Mînak: Ax û kesera jîyanê pêsîra me berneda.                                                                            

Ax û eman

Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

Eman:1. Hewar, ax, ox, of.

  1. Ewle, hêmin, hêwir.

Mînak: Bi vî awayî Mîrê Botan ax û eman da wan koçberan.

Ax û zar

            Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Zar:1 .Ziman, zarava, zarave.

  1. Zarok, keç û kur.
  2. Tiştekî geometrîk şeşrûbayî û jimarkirî dî lîstikên nesîbî de te bikaranîn.
  3. Nalîn, gazîn, gavin.

Mînak: Dil dîsa ketîye evîna giran di ax û zar de ye.

Ax û zarîn

Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

 Zarîn:1. Zarezar kirin, qîrîn kirin.

  1. Hewarkirin, çîkandin.

Mînak: Ax û zarîna xwe di kilaman de gotîye.

Agir û barûd

 Agir: : 1.Ar

2.Şewat, ta

3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                    Barûd:1.Toza ku di fîşekan de ye agir pê dikeve û dişewite.

Mînak: Ser vê gotine qeherî bû agir û barûd.

Agir û pûş

  Agir: 1.Ar

 2.Şewat, ta

 3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî.

                Pûş:1.Pelax, pelaş,. Gîyayê hişk bûyî. Gîyayê hîşk.

Mînak: Bile ev herdu nêzikê hev nebin, weke agir û pûş in!

Agir û pîşo

   Agir: 1.Ar

   2.Şewat, ta

   3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                 Pîşo:1.Şewatî, sotî, pêxistî, şewitok.

                  2.Pûşî, pûşû (pîşoyê heste).

                  3.Kimê, fitrik, fitîl (fitîla çirayê, fitîla lambeyê).

  1. perpos (ji bo daran).

5.Barûd.

Mînak: Agir û pîşo li cem hev nabe.

Agir û xurî

Agir: 1.Ar

2.Şewat, ta

3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                Xurî:1.Nexweşîk (xurî  deranîn).

                        2.Pêt, pêtî, rivîn, gûrî, hurmelî.

Mînak: Agir û xurî pê ket, çû bela xwe dît.

Ahd û wehd

 Ahd:1. Ehd

  1. Soz, sond.                   Wehd:1. Peyman, eqd, girêbest, kontrat.
  1. Ehd.

Mînak:Hewce ye li ser sonda xwe bisekinin, Ahd û vehd dane me.

Aqil û bakil

                   Aqil:1. Eql. bîr, hiş,mejî.

                  Bakil:1.Biaqil.

  1. Hişmend, hişyar, aqilmend, akîldar, jîr, zekî, jêhat.

                   3.Dûrbîn, bilîmet, zîrek.

Mînak: Halê mirovê Aqil û bakil wekî din e.

Ar û vij

Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

5.Toza hevîr, ard

Vij:1. Vala,vala kirin, belav û axme kirin.

  1. Teşqel, telaşe, telaş, xiroş.

Mînak: Ji nika ve ketîye ar û vija ezmûnê.

Ar û civ

Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

                     5.Toza hevîr, ard

           Civ:1. Canderî, zindîtî, şênbûnî.

  1. Livdarî, livokî, tevgerdarî.
  2. Koma zêde ya însanan. Gumre, geremol.
  3. Hengame. Dengên bêheng. 

Mînak: Mala xalê min îro di ar û civekî şîrîn da bû.

Ar û dû

          Ar: 1. Şerm, heya

  1. Tûj, jan, jehr, axû ( bo xwerin û vexwerin).
  2. Pîvana rûxal
  3. Agir, şewat      

                     5.Toza hevîr, ard

          Dû:1.Dûkel, dûman, dûxan, moran.

  1. Pey, dûv.
  2. Dûvik, doçik.
  3. Hejmara “2”

Mînak: Vaye zivistan hate ber derî, me hê ar û dûyê xwe temam nekir!

Agir û arav

                          Agir: 1.Ar

                          2.Şewat, ta

                          3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                            Arav: 1.Xulav.

                            2.Bermayî, berşo.

                            3.Parêzî, alîkarî, yarmetî (mîn: Bi arava te ev pirsgirêk çêbû/çaraser bû.) 

                            4.Ji ber volkanê, ax û kevirên çîyê helîyan û herikîn.

Mînak:Dîbêjin  di sala 1840 an   de ji devê çîyayê Agirî agir û arav der bûye. 

Aş û ding

             Aş:1. Amûrê ku  tê de genim te hêrandin. Amûrê ku genim dihêrîne û dike ard.

             Ding:1.Amûrê kû zaxîre, dexlûdan tê de tê kutandin da ku kafikê dexlûdan spî bibe û bibe dan.

Mînak: Em xwedanê aş û ding in ku ew qas tişt ji me dixwaze?

Aşkere û xuya

                        Aşkere:1. Aşkire.

  1. Xuya, berçav, dîyar, zelal, averû. Bi hêsanî bê famkirin.

                        Xuya:1. Dîyar, berçav, averû, aşkere, zelal, vekirî.

Mînak: Fêl û fendê dujmin aşkere û xuya bu.

Av û agir

              Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

              Agir:1. Ar, şewat, nar, ta.

Mînak: Ew, av û agirê hev in.

Av û avrî

              Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

              Avrî:1.Tiştên bermayî. Yên ku tên avêtin (bermahîya av û xwerinê).

Mînak: Bi av û avrîyê mala wan çend kes têr dibûn lê ez nizanim?

Av û aqar

              Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

              Aqar:1. Milk, erazî, ax, zevî, gom.

  1. Baxçe.
  2. Rûpîv, rûpîvan (mîn: Aqara Kurdistanê 520.000 km2 ye.)

Mînak: Av û aqara xwe di nav xwe de li hev parve kirin.

Av û don

              Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

              Don:1. Rûn, dun, nîvişk, zeyt ( rûnê zeytûnê).

Mînak: Di av û donê xwe de diqewirin/diqijqijin.

Av û zêlak

                Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

                Zêlak:1.Şil, şipşil, şipîşil, şilûpil.

Mînak: Cil û berg di av û zêlakê de ma.

Ax û efxan

            Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Efxan:1.Fîxan, qîrin, qîrîn, hewar.

Mînak: Ax û efxan gîhîşte êzmîn.

Axîn û oxîn

                   Axîn:1.Nalîn, oxîn, ofîn. Dengê xemgînî yê.

                   Oxîn:1.Axîn, nalîn, ofîn.

Mînak:Gava ku bûyerê bîhistin axîn û oxîn hilkişandin.

Ax û tiraf

Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

            Tiraf:1.Xulav,poşing, xwelî.

            2.Kozir,temark, pereng, sotik, pîzot, piling.

Mînak: Piştî mirina bavê, ocaxa wan Ax û tiraf bû.

Ay û way

              Ay:1.Ax, ey, oy, wox, wax, of, ox.

              Way:1. Wey, hey, oy, ax, ox, of.

Mînak:Vala yî vala Ay û way dinya.

Ap û birazî

                  Ap:1.Birayê bavê kesekê/kesekî.

                  Birazî:1.Zarokên birayê Kesekê/ kesekî 

Mînak: Ap û birazî çi qas dişibin hev.

Agir û berî

                 Agir: 1.Ar

                2.Şewat, ta

               3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

                 Berî:1.Hê ku nebûye, hîna ku tiştik nebûye. Pêşî.

                         2.Pêşî, berahîk, berahî, bersîng.

  1. ji “ber”
  2. Deverên ziha.
  3. Dara çilo, dara çilû.
  4. Çîya, best, deşt, zozan, zêlat. Heywanên kûvî ( bi taybetî yên  deşt û çolistanan)
  5. Derkirin,derxistin, berderî kirin, berî (yekî) dan, qewirandin, qewitandin, dawî lê anîn, ji navê rakirin, tunekirin.

Mînak:Li hember neheqîyê xwe kir agir û berî canê xwe da.

Axa û beg

                Axa:1. Serokaşîr, serokeşîr,sereşîr. Serokê eşirekê .

  1. Birêz, rêzdar, hêja, seyda.

                Beg:1. Axa, mîr, zadegan, malmezin, xanedan, sergewer, arîstokrat, key,keya.

Mînak: Ew axa û begê dilê me ye.

Agir û cifî                 

                         Agir: 1.Ar

                        2.Şewat, ta

                        3.Tişte ku tê vêxistin.

  1. Dema ku tiştek  dişewite peyda bûna germahî û ronahî. 

               Cifî:1.Lerizîn, ricifîn, cirifîn.

Mînak: Agir û cifî pê ket.

Av û delav

                Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

                Delav:1.Amûra ku heywan tê de êm dixwin.

                            2.Cirn, curn.

                            3.Bihur,bor (taybetî yê çem û robaran, cîhê ku çem nizm diherike) 

  1. Rewş, hal. Şert, merc.

Mînak: Pir şilî barîya, her der bû av û delav. 

Av û aş

          Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

          Aş:1. Amûrê ku  tê de genim te hêrandin. Amûrê ku genim dihêrîne û dike ard.  

Mînak: Qe tiştek neguharîye eynî hewa eynî lîstik, av û aş.

Av û ax

           Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

           Ax:1. Xwalî, toz û herî û xîz, xwelî.

  1. Erd, milk, zevî.
  2. War, Welat.
  3. Eş, jan, xem, axîn, nalîn, derd kişand.

Mînak: Av û axa welatê min bihûşt e, di nav zînetan de zêr e.

Av û avçûn

                  Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

                  Avçûn:1.Bê veger çûyîn.

  1. Çem û çem çûn.

Mînak: Ji kîsê bave xwe av û avçûn.

Av û avayî

                Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

                Avayî:1. Avahî .

  1. Xanî, qesir, bîna.

Mînak: Merivê nebaş, av û avayî firot û da  qumarê.

 Av û çem

               Av:1. Vexwerinekî bêreng (zelal) û bêtam  (H2O).

               Çem:1.Ava ku ji çîyan peyda dibe û diherike ta digîhîje deryayê. Ji robaran pir mezin û av zêde.

Mînak: Av û çem binyata dewlemendîya welatê me ye. 

                                                                                                

               

                            

                       

 

İlginizi Çekebilir

Hakan Tahmaz: Süleymani suikastı ve bölgesel çatışma
Temel Demirer: Kriz ile Gelen(ler)

Öne Çıkanlar