Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 12
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV: K
Ka û kapal
Ka:1. Gîyayê hişk ê wek alif, an ku em didin sewalan.
- Di rêzimanê de gîhanek.
Kapal:1. Pixmik. Mûxa kayê (Toza kayê).
Mane: Ka û toza kayê.
Di pevçûnê da serî û çav şikandin.
Mînak:Li ser bêderê ser û çavên me di nav ka û papalê da ma.
Kab û çong
Kab:1. Çok, çong, qomik, jinû, junî.
- Tiştên çargoşe. Libik an jî hebek şekir.
- Bişkoj, kulîlka yan pelê nû hîn venebûye.
- Qetik, kabik.
Çong:1. Çok, jinû, junî.
Mane: Junî, çok.
Mînak: …………………………………………………………..
Serê min jî ser kab û çongên xwe deyne, birînê, min bikewîne!
Te dinya jî pêş çavên min xweş kir, Xeca minê êdi dinya jî bona min xweş e, ne derewîn e (1).
………………………………………………………….
Kal û pîr
Kal:1. Bapîr, kalik, pîr.
2.Hişk.
Pîr:1. Dapîr, pîrik.
- Kokim, extîyar. Kalejin û kalemêr, kalepîr.
- Serpêhatî, serguzeşt, edep, serborî.
- Serok, rêber. (Bi taybetî rêberê elewî û ezdîyan.)
Mane: Bapîr û dapîr, kalik,
Mînak: ………bi hevra kal û pîr bûn(2).
Kal û kûd
Kal: 1. Bapîr, kalik, pîr.
2.Hişk.
Kûd: 1.Kut, kût.
2.Kotrom, qotromî, qulumik. Ji ber kokimîyê yan jî ji ber nexweşbûne li ser xwe negerîn.
- Seqet, şelûşeht. Kesê ku ji ber seqetîyê nikare li ser lingên xwe bigere.
- Kesê ku kar pê nabe.
Mane: Ji ber kokimîyê (extîyarîyê) ji dest û pîyan ketin.
Mînak: Êzda, kesîyan kal û kûd li ber destê kesîyan nehêle.
Kar û bar
Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.
- Amedekarî, amedahî, hazirî.
- Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
- Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
- Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
- Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
- Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
- Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).
- Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…)
Bar:1.Tiştên ku mirov an jî hesp, qatir, ker, hêstir…hwd. yan jî tirimpêl, balafir, keştî…hwd hildigire û radiguhêze.
- Berpisiyarî, erk, wazîfe.
- Cîhê ku alkol tê firotin, vexwarinxane.
- Peseteya (dewsan) hewayê. (F)( Mîn.: Şeş dewsan/bar)
- Berhem, mahsûl.
- Derbarê (yekî) de, der heqê (kesekî) de.
7.Barûdox. Rewş, hal, destûdar.
Mane: Kar û kirin, xebat, ked.
Îdare, birêvebir.
Amedahî, hazirî.
Mînak:Ji bo çûyînê, ji êvarê da kar û barê xwe kirine.
Kar û kulbe
Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.
- Amedekarî, amedahî, hazirî.
- Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
- Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
- Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
- Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
- Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
- Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).
- Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…)
Kulbe:1. Alava kaxkirinê.
- Kaxkirin, kulbekirin, xepirandin.
Mane: Îşê kaxkirinê. Bi kulbe ax kolandin.
Mînak: Ji ber kar û kulbeyê, emnikarin çavên xwe vekin.
Kar û xesar (xiser) = Kar û zerar.
Kar û xebat
Kar:1.Kirin. Îş, şuxl, ked, şol, emel, xebat, çalakî, wazîfe, erk, vatinî. Tişta/tiştê meriv dike.
- Amedekarî, amedahî, hazirî.
- Qezenç. Sûde, kelk, feyde, qazanc, kêr, berjewendî.
- Bizin û xezalê biçûk, çelikê bizin û xezalê. Karik .
- Nêçîra demsala zivistanê. (Piranî dema ku berf dibare.)
- Şorax, şorezar, şorakî. (Xweylîn- kara xwê.)
- Bihûr, derbasok, gedûk. Rê, navber .(mîn: Di vî karî re çû bêxçe.)
- Ji ber jan û êş ê dengê pêz ( kar û kar).
- Qertefa navçêker. ( kargeh, karsaz, karker,karmend…, xebatkar, cotkar, sazkar, nivîskar…)
Xebat:1. Kiryar,kar, îş, şuxl. Tişta/tiştê ku tê kirin yan jî dike.
Mane: Îş, xebitîn, şixulîn.
Mînak: ….. li ser kar û xebatên xwe ye.
Kar û zerar
Kar:1.Kirin, îş, ked.
- Qezenç, sûde, berjewendî.
- Karik.
Zerar:1. Zerer.
- Zîyan, zewal, nebaşî, xisar, xesirîn.
Mane: Qezenc û zîyan.
Mînak: Kar û zerar birayê hev in(3).
Kasik û kodik
Kasik:1.Sênika biçûk ya ku li bin peyala çayê datînin. Sênik.
- Sênika herîyê.Tasa kûr ya ku bi çamûrê hatîye çêkirin.
- Kasikê serî.
Kodik:bnr.”kodik”.
Mane: Hemû ferek û fol.
Mînak: Kasik û kodikan di serî da şikandin(4).
Kaş û kendal
Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.
Kendal:1. Berwer, paser, bergaz.
- Newala kur, kaşên tîk.
Mane: Kaş û newal, nal û nependî.
Mînak: Kaş û kendalên çîyayê Zel, bi zelgulan xemilandî ne.
Kaş û kûş
Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.
Kûş:1. Ji “kaş”ê kûş.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate ye.
Mane: Bi kaş, bi kendal.
Mînak: Dibêje çiqas kaş û kûşên çîyayê Agirîyê hene ez dizanim.
Kaş û berkaş
Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.
Berkaş:1. Qûntar, zarg, tir, evraz, terazîn, kaş, hevraz.
Mane: Erazîyê derbejêr, derbijêr, derbejor, derbijor.
Tir, hewraz.
Mînak: Çîyayên munzirê bi kaş û berkaşên xwe navdar e.
Kaş û newal
Kaş:1. Berwar, paser, bergaz, hevraz, kendal.
Newal:1. Nal, cobar, neqeb.
Mane: Çal û mit, kaş û kendal, nal û nependî.
Mînak: Di wan kaş û newalan da rê ya xwe şaşkir.
Kavil û xirbe
Kavil:1. Wêran, xirabe, xopan, hêrifî.
- Postê mîyê (kevel). Postê mêşînê.
Xirabe:1. Kavil, wêran, hêrifî, xirabe, xopan.
Mane: Pag.
Rûxandî, hilweşandî, hilweşîyayî.
Mînak: Xanîyê bê xwedî zû kavil û xirbe dibe.
Kaw û kubar
Kaw:1. Kew.
- Hestîyên lingên kewalan (sewalan).
- Şanazî. Quretî, fors, fîşal. Kîbar, nazdar. Dikêş, cazîbedar, rind, rindik.
- Kawdan, pêşveçûn, geşedanî.
Kubar:1. Narîn, şîrîn, xweşik, zarî, delal.
Mane: Narîn, zarîf, delal, şîrîn, cazîbedar.
Mînak: Keçika kaw û kubar, bi awirên xwe dilê xortan peritand.
Kax û kulbe
Kax:1. Fêkîyên hişkkirî. Hişkemêwe.
- Di nav bax, baxçe û zevîyan da gilûgîya paqêj kirin û helkirin.
Kulbe:1. Alava kaxkirinê.
- Kaxkirin, kulbekirin, xepirandin
Mane: Bi kulbeyê ax ji gîyayê bîyanî paqêj kirin.
Mînak:Bostanê ku neyê kax û kulbekirin, gil û gîya radipêçe.
Ked û kesp
Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.
- Zehmetkêşî, kesp, emel.
Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.
- Morîya nezerê.
- Rengê keskî, keskoyî, keskînî.
Mane: Qezenç, kar, hecel.
Mînak:Her karker bergîdana ked û kespê xwe digire.
Ked û kosp = Ked û kesp.
Ked û emeg
Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.
- Zehmetkêşî, kesp, emel.
Emeg:1.Xebat, ked, kar.
Mane: Xwêdana enîyê.
Mînak: Ked û emega wî tev li tewşê çû.
Ked û kar
Ked:1. Xebat, şuxl, kar, îş, çalakî, kiryar.
- Zehmetkêşî, kesp, emel.
Kar:1.Kirin, îş, ked.
- Qezenç, sûde, berjewendî.
- Karik.
Mane: Kar û bar, kisp û kar.
Xebat, emeg, şixul, mijûlahî.
Mînak: Ewqas ked û kar berhewa bû.
Keft û left
Keft:1. Tehdît.
- Gef. Gefûgur.
Left:1. Rûlêvegerandin. Rûnedan.
Mane: Devjenk, devjenî.
Hewl, têkoşîn, galim.
Mînak: Keft û left a dayîkan heta ” dayêêê… !” gotinê ye.
Kel û pel
Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî
- Agir, şewat (taybetî agirê dil).
- Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
- Tişt, hûrûmûr.
- Navran, nav pî, kun, qul.
- Serê rût, serê rûh, serê keçel.
Pel:1. Pêlên daran û dehlan.
- Pel.
- Pêla agir. Pêt.
- Tişt, hûrûmûr.
Mane: Pertal, tiştmişt, hûrmûr, cil û berg.
Materyal.
Tişt.
Mînak: Koçerên deşta Siruçê, çend kel û pelên xwe şûn ve hiştin û barkirin çûn zozanan.
Kel û kur
Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî
- Agir, şewat (taybetî agirê dil).
- Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
- Tişt, hûrûmûr.
- Navran, nav pî, kun, qul.
- Serê rût, serê rûh, serê keçel.
Kur:1. Gir, tûm.
- Ser.
- Law, lawik.
- Por û rî birîn, kur kirin.
- Kurt, kin, qut.
Mane: Gurî û bejn kin.
Mînak: Ew rind û bedewîya min ji kel û kuran ra ma.
Kel û xu (xuh)
Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî
- Agir, şewat (taybetî agirê dil).
- Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
- Tişt, hûrûmûr.
- Navran, nav pî, kun, qul.
- Serê rût, serê rûh, serê keçel.
Xu (xuh):1. Ava ku ji ber germahîyê ji laşê meriv tê. Ava enîyê.
Mane: Di xuhêdanê bûn av.
Kef û xuh.
Mînak: Hetanî şelekê bire jor, di nav kel û xuyê da ma.
Ken û kêf
Ken:1. Kenîn, kenandin. Dengê keyfê.
Kêf:1. Şahî, keyf.
Mane: Şahî û şabûn, bi ken, şadîman, kêfxweş.
Mînak:Xwendewan di nav ken û kêfê de diçûn dibistanê û dihatin.
Ken û kuşet = Ken û kêf
Ken û şahî = Ken û Kêf
Ker û lal
Ker:1. Guhgiran. Guhya/gihyê ku nabihîse.
- Bêdeng.
- Parçe, kerîyek, beş, parî.
- Kom, kerî.
- Çahş.
- Dewarê guh piçûk.
Lal:1. Kesa/kesê ku zimanê wê/wî qet yan jî bes nagere û nikare bipeyîve anku biaxive.
Mane: Bê guh û bê ziman.
Li hesabê ne hatin (ne bîst negot.)
Mînak: Tu ker û lal bibî(5).
Ker û gêj
Ker:1. Guhgiran. Guhya/gihyê ku nabihîse.
- Bêdeng.
- Parçe, kerîyek, beş, parî.
- Kom, kerî.
- Çahş.
- Dewarê guh piçûk.
Gêj:1. Ne hayjixwe, bêhay, sersem, bêhêş, gêjo.
- Akilsivikî, şaşmayî, gêjik, sewsî.
Mane: Nelixwe.
Sersem, bêhiş.
Xurifî, moleq, mon.
Mînak: Ji xelkê ra dengbêj e, ji xwe ra ker û gêj e(6).
Kerb û keser
Kerb:1. Keser, keder, kovan.
Keser:1. Xem, kovan, kul, derd.
Mane: Êş û jan, xem û kovan.
Mînak: … Ji ber Kerb û keserên dilê xwe, gav bi gav dihelîyan.
Kert û kort
Kert:1. Nikir, kêrt.
- Kortik, korta piçûk.
- Beş, parçe. Di matematîkê da pare dan (kerta asayî , kerta dehî. mîn. 1/2, o,1).
Kort:1. Çal, kûrgeh, kûrahî.
Mane: Çalikî, kort bi kort, kortik, kortik mortik.
Mînak: Kert û kortên rê tijî kir û dû ra jî lox kir.
Kes û kûs
Kes:1.Mirov, meriv, merdim, mordem, şexs, beşer, însan.
Kûs:1. Bi kes û bê kes.
- Yê ku kes û nasê wî heye, anjî tine. Wake nas û dost.
Mane: Nas, bi nas, nasyar.
Mînak: Li welatê Serhedê Kes û kûsê wan jî hene.
Kes û es = Kes û kûs.
Kes û kar= Kes û kûs.
Keser û hizing
Keser:1.Xemgînî, kovan, kewgirîn, hizn.
Hizing:1. Melulî, xemgînî, keser, xem, derd.
Mane: Xemgînî, hizn.
Bi xem stûxwar.
Derd.
Mînak: Piştî çûyîna keçika xwe di nav keser û hizingê da ma.
Kesîb û kûsîb
Kesîb:1. Reben, hejar, feqîr, sefîl, pepûk.
Kûsîb:1. Ji “kesîb”ê kûsîb.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate ye.
Mane: Feqîr fiqare
Mînak: Zivistan ji bo kesîb û kûsîban zehmet e.
Kesp û kosp
Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.
- Morîya nezerê.
- Rengê keskî, keskoyî, keskînî.
Kosp:1. Asteng, berbend.
Mane: Asteng, astengî.
Zehmetî, çetinî.
Mînak: Hê li pêşîya me gelek Kesp û kospên mezin hene.
Kesp û kar
Kesp:1. Zehmetkêşî, şuxl, ked.
- Morîya nezerê.
- Rengê keskî, keskoyî, keskînî.
Kar:1.Kirin, îş, ked.
- Qezenç, sûde, berjewendî.
- Karik.
Mane: Ked, xebat, mijûlahî, şol, şuxl.
Ked û kusp
Mînak: Rovîyê, doçika xwe ji dapîrê sand û çû kesp û karê xwe(7).
Kevçî û kodik
Kevçî:1. Amûrê ku xwarin pê tê xwarin.
Kodik:1. Pîvanek. Pîvaneka dexlûdan.
- Elb, dolik, bêdroş. Dolikê darîn. Beroşa ku bi textan hatîye çêkirin.
Mane: Hemû amûrên aşpêj, xwarin û vexwarnê.
Mînak: Cîranê me kevçî û kodikê xwe bar kir çû.
Kevir û kuç (kuçik)
Kevir:1.Ber, berd, kuç, sîn, zinar, baxir.
Kuç:1. Kevir, ber, zinar, baxir, berd.
Mane: Kevir û kuçik.
Kevirên hûrik û yên gir
Mînak: Xwadê vî derdî nede kevir û kuçan(8).
Kevir û zinar
Kevir:1.Ber, berd, kuç, zinar, baxir.
Zinar:1.Tat, lat, kevir, baxir, kuç.
Mane: Bagir.
Kevirên gir û girse.
Mînak: Deng û awaza Meyremxanê kevir û zinaran dihelandin.
Kevir û dar
Kevir:1.Ber, berd, kuç, sîn, zinar, baxir.
Dar:1. Darik, şiv, şivtan, dirax, şivterk.
Mane: Devera ku tê da kêm meriv dijîn yan jî najîn.
Qerker û daristan
Mînak: Bila tofaneke wisa neyê serê kevir û daran.
Kewş û kewaş (kelaş)
Kewş:1. Pelê hişk. Pelên ku ji gulîyê daran payîzê diweşîn.
- Pûş, gîyayê hişk.
Kewaş:1. Gîyayê hişk.
- Titûnê xirab, nebaş (esrar).
Mane: Pelên daran yê hişk.
Pel û gîyayên kişk.
Mînak: Bi destpêka payîzê ra hêdî hêdî dar û ber kewş û kewaşên ên xwe diweşînin.
Kezî û kur
Kezî;1. Porê honandî.
Kur:1. Gir, tûm.
- Ser.
- Law, lawik.
- Por û rî birîn, kur kirin.
- Kurt, kin, qut.
Mane: Şîngerî, şîn girtin.
Kur û lûs.
Mînak: Bi kezî û kur di şînê da bûn.
Kêf û seyran
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Seyran:1.Pîknîk, bindarok, girarok, çixarî.
- Geşt, geryan, ger.
Mane: Ger û bezm.
Mînak: Di vê betlanê da me gelek kêf û seyran kir.
Kêf û eşq
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Eşq:1. Hez, evîn, dik kirin, bi dilî bûn.
- Dilxwazî, dilbijî, vîyan, dilçûn.
Mane: Heng, bezm, dawet û dîlan, zewq, mendehoşî.
Mînak: Daweta me bi kêf û eşq derbas bû.
Kêf û hal
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Hal:1. Rewş, kavdan, destûdar.
Mane: Hal û dem.
Mînak: Kêf û halê wan li şûndê ye.
Kêf û sefa
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Sefa:1. Şahî, zewq, xwaşî, şadî.
- Şadî, rehetî, hêminî.
Mane: Zewq û rehetî, kêfdar.
Mînak:Kî naxwaze di kêf û sefayê da bijî?
Kêf û zewq
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Zewq:1. Xwaşî, cejn, şahî.
- Kêf, dîlan, dilxwaşî, aheng, dawet.
Mane: Dilşadî û sefa. Kêfdar.
Mînak: Ji misleta wan meriv kêf û zewq digire.
Kêf û şahî
Kêf:1. Xwaşî. (Bi taybet a dil.)
- Zewq.
Şahî:1.Cejn, zewq, kêf, xwaşî, aheng, dîlan, şadî.
- Dilxwaşî, kêfxwaşî, şanazî.
Mane: Heng, bezm, dawet û dîlan, zewq, mendexoşî.
Mînak:Jîyan, di vî emrê kin da kêf û şahî dayîn û kêf û şahî girtin e.
Kêl û kêmasî
Kêl:1. Bergor, kêlik, gorîçe.
- Kevirê ku ji bo bîranîna bûyerêkî girîng hatîye danîn (kêla serkeftinê).
- Kêmasî, kêmanî, kêmahî, kêmayî.
- Pîvanekek. Kîle (hinek deveran heşt, hinek deveran şazdeh welçek).
- Dûrin. Cîhê ku hatîye dûrandin.
- Kêlek, tenişt, ber, gel, ba, rex.
Kêmasî:1.Netemamî, nekamilî, tişt jê kêm.
- Qisûr, tine, netemambûn.
Mane: Ne temamî, kêmikî, nekamilî.
Biqisur û kêm.
Mînak:Meriv ew e ku, kêl û kêmasîyên xwe bizanibe.
Kêl û kevan
Kêl:1. Bergor, kêlik, gorîçe.
- Kevirê ku ji bo bîranîna bûyerêkî girîng hatîye danîn (kêla serkeftinê).
- Kêmasî, kêmanî, kêmahî, kêmayî.
- Pîvanekek. Kîle (hinek deveran heşt, hinek deveran şazdeh welçek).
- Dûrin. Cîhê ku hatîye dûrandin.
- Kêlek, tenişt, ber, gel, ba, rex.
Kevan: 1. Amûrê ku pê tîr tê avêtin.
- Amûrê kû pê hirî yan jî pembû tê ji hev veqetandin.
- Kevanek (ji bonivîsê)
- Amûrê ku keman, vîola, vîolonsel…hwd pê tê jenîn.
Mane: Sehkirin, hilûcilkirin, herder mêzekirin.
Mînak: Her derê kêl û kevan kirin tu delîlekê bidest nexistin.
Kêm û qisûr
Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.
- Ne zêde, ne gelek, ne pir.
- Bi qisûr.
Qisûr:1. Kêmasî, ne kamilî.
Mane: Eyîbdar, qisurdar (ji bo pol û pertalan.)
Kêmasî, qebehet, lome.
Mînak: Tevahîya kêm û qisûrên wî li rûyê wî xistin.
Kêm û kasî
Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.
- Ne zêde, ne gelek, ne pir.
- Bi qisûr.
Kasî:1. Rewşa kesê kas, yên ku bi peyv û tevgerên xwe û bi têkilîyên xwe yên civatê ra kêm û xav e.
Mane:Kêmasî, kêmayî, nekamilî, qisûr.
Mînak: Kes tune ku bê kêm û kasî be.
Kêm û zêde
Kêm.1. Hindik. Ne bes. Ne têra tiştekî.
- Ne zêde, ne gelek, ne pir.
- Bi qisûr.
Zêde:1.Pir, gelek, zehf, mişe.
Mane: Ne kêm ne zêde, xwar û jor.
Navîncî.
Mînak: Seyareya min kêm û zêde kêrî tiştekî tê.
Kêz û kêzik
Kêz:1.Hin candarên pîçûk. Bûxik, mêşlok, hûrmêş.( Ji xeynî perperok, kurm û tirtûl heywanên kiçik.)
Kêzik:1. Kêzên biçûk. ( Kêzik, ji famîlyayê kêz û kurman e. Heta niha 300 hezar cinsên wan hatîye dîtin. Per tenik, qalik hişk û piranî gezok in.)
Mane: Mor, moz, mêş û ajelên din yên wek wan.
Mînak: Hin kes hene ji kêz û kêzikan pir ditirsin.
Kil û pil
Kil:1. Sirme, maskara, rîmel. Boyaxa ku li bijangên çavan dikin.
- Şilqîna meşkê, şilqandina meşkê.
- Gazind, gilî.
- Ne teman, kêmasî.
- Sinetker.
Pil:1. Lîme, tîke, lîme lîme.
- Per perîşan.
- P êyê pêşin yan jî ling. (mîn:Pilê îskemleyê.)
- Fîske, tilî fîsk.
- Şil û pil.
- Qure, pozbilind.
- Piçek, hindik.
Mane: Bijeng boyax kirin.
Mînak:Canikan xwe kil û pil kirin û çûn mêvandarîy ê.
Kil û kêmasî
Kil:1. Sirme, maskara, rîmel. Boyaxa ku li bijangên çavan dikin.
- Şilqîna meşkê, şilqandina meşkê.
- Gazind, gilî.
- Ne teman, kêmasî.
- Sinetker.
Kêmasî:1. Ne temam, kêm, hindik.
Mane: Kêmayet, kêmanî, kêmayî.
Ne temam.
Mînak: Ji bo seyranê kil û kêmasîyên xwe temam kirin.
Kinc û kol
Kinc:1. Cil, lîbas, kiras, cilûberg. Tiştên mirov li xwe dikin. Şal, fîstan, sako, çakêt, derpî, îşlîk…hwd.
Kol:1. Kim, kum, kuleh, kulî, kefî, serpoş, kulav.
- Girmik, kulm, gumsik.
- Axa ku mişk û gêle/gêrikan kom û tûm kirîye.
- Mil, serpî.
- ,Cîhê ku bi daran hatîye çêkirin. Holik, çardax, sêpik.
Mane: Cil û berg.
Hemû tiştên ku mirov li xwe dikin.
Mînak:Jinên gundê me li ser kanîyê rûndiniştin û kinç û kolên xwe dişûştin.
Kirin û kiryar
Kirin:1. Pêk anîn. Bi cih anîn, encam dan.
- Çalakî, kiryar, kir.
Kirin:1. Pêkhêner, kirdar, xebetkir.
- Kesa/kesê ku tiştekî dike, yan tiştek kirîye.
Mane: Fiêl, çalakî, fîîl, kar, xebat, çêkirin.
Mînak: Her kes berpirsyarê kirin û kiryarên xwe ye.
Kirin û xwarin
Kirin:1. Pêkanîn. Bicihanîn, encamdan.
- Çalakî, kiryar, kir.
Xwarin:1. Tiştê ku dikin devê xwe û bi diranan tê cûtin û qurtandin ê.
- Serifandin.( Mal yan jî pere.)
- Pê ketin.(Derb lêdan.)
Mane: Tevkirin û tevxwarin.
Mînak: Kirin û xwarina wan yek e.
Kiş û berkiş
Kiş:1. Derkirin, qewitandin, dûr xistin, dûr kirin.
- Fîtandin, fîtkirin, provakasyon.
- Şah kişandin ( di lîstika kişik- şetrencê da).
Berkiş:1. Dijberî kiş, hember kiş. Bersiva hemleyê kiş dayîn (di lîstika kişik – şetrencê da).
Mane: Pêngav û dijpêngav, êrîş û dijberî.
Mînak: Sîyaseta dinê weke lîstika (kişik) şetrencêye, kiş û berkiş dikişînin ji hev ra.
Kit û cot
Kit:1. Yek ji cotê. Fer
Cot:1. Du tiştên bi hev re. Zo.
Mane: Fer û zo, tenê yêk û ji van yêkan bi hev re du tene.
Mînak: Bi gulîyê dara gûza ve, kêm zêde çend kit û cot gûz hebûn?
Kîn û kel
Kîn:1. Kerb, neyarî, nifir, rik, nefret, dijminatî.
- Xezeb, dijberî, înat.
Kel:1. Gelek germ, zêde germ. Kelîyayî, kelî, kelandî, bilbilandî
- Agir, şewat (taybetî agirê dil).
- Birç, sûr, kele, kelhe. (Avahîya dîrokî.)
- Tişt, hûrûmûr.
- Navran, nav pî, kun, qul.
- Serê rût, serê rûh, serê keçel.
Mane: Kîndarî, nehezî, çavsorî.
Mînak: Kîn û kel ji dilê wî/wê qet kêm nebû.
Koletî û evdîtî
Koletî:1. Xulamî, evdalî, evdî, dîlî, nokerî, êsîrî. Rewş û karê koleyan.
Evdîtî:1. Evdî.
- Koletî, xulamî, kolebûn, dîlî, êsîrî, evdalî, benîtî.
Mane: Bendetî, benitî, bendeganî, evdbûn.
Mînak:Di vê sedsala dawî de şermeke mezine ku netewek koletî û evdîtîyê qebûl bike (bipejirine).
Kom û kulfet
Kom:1. Gûrp, ref, celeb, kerî, koz, hoz.
- Qelew, zexm.
- Awahîya sewalan, dewaran.
Kulfet:1. Zorî, asteng, dijwarî.
- Malbat. Hevser (ji bo jin û mêr ).
Mane: Giştî bi hev ra. Mêr û jin û zar zêç giştî.
Mînak: Ne yek, ne du, ne sê, kom û kulfet hatibûn.
Kuçe û kolan
Kuçe:1. Rêyên teng û fireh, dirêj û kin ên li nav gund û bajaran.
Kolan:1. Rêyên fireh û dirêj ên li nav avahî û taxan.
Mane: Rêyên nav gund, navçe û bajaran.
Mînak: Li kuçe û kolanan digerîya û çerçîtî dikirin.
Kul û derd
Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.
Derd:1.Êş, jan, nesaxî, nexwaşî, jandar, azar.
Mane: Derd, bela, xem ,êş.
Mînak: Bi kul û derdan çû ser heqîyê .
Kul û keder = Kul û derd.
Kul û birîn
Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.
Birîn:1. Zîyana laşî. Di laş de şikestina derekî, yan xwînherîna derekê.
- Ket nema, hîç nema.
- Kerî kirin, parçe kirin.
Mane: Kûl û rîşî.
Zîyana ku laşî da çê bûye. Zîyana ku ji derve da danr laşî.
Mînak: Ji ber nexweşîyê li ser laşê wî kul û birîn peyda bûn.
Kul û qotik
Kul:1. Keser, xem, nîgeranî, dilgiranî, êş.
Qotik:1.Xenoq, xeneqoq,xeneqûtk, xeneqîtik.
- Çor, qeleço, qelînok. Nexweşîya ku qir dike, koka wan tîne.
- Tûm, tûmik, til. Ser, serî,qaf.
- Derd, kul û keder.
- Gotinên giran, çekûyê giran, peyvên gira.
- Poçikê cixarê. Cîhê ku êdî nayê kişandin.
- Morî, zêr, zîv..hwd. xeml û xişrê kofîyê jinan ên ku bi ser cenikê wan da tên şingilandin.
Mane: Jehr û ziqûm.
Lê heram kirin.
Mînak: Bila bibe kul û qotik di dev û pozê da bê(9).
Kun û kundêl
Kun:1. Qûn, qul.
- Meşka avê.
- Cirn, curm, delav.
- Stargeha ajalên kovî.
- Qul, qulik, kul, kulik (kuna derzî, tecir, devşî…hwd).
Kundêl:1. Ji “kun” kundêl.
- Peyvekî muhmel, biserê xwe bê wate ye.
Mane: Qulkulî, qul û mil.
Wake binê seradê qulqulî.
Mînak: Hinek xwe nezan; tabeleyên ku nav û nifusên yan jî alîyê bajar, navçe û gundan nîşan didin bi guleyan kul û kundêl dikin!
Kur û kem
Kur:1. Gir, tûm.
- Ser.
- Law, lawik.
- Por û rî birîn, kur kirin.
- Kurt, kin, qut.
Kem:1. Bê mû, bê pirç.
- Organê ku ji normal piçûktir e.
- Poz kin, poz pan.
- Heywanên bê kerik, bê guh.
- Dara strî ya biçûk.
Mane:Por û gijik, piçirandin, porê serî rûçikandin.
Perîşan bûyîn, perîşan kirin.
Mînak:Por û bisk lê rûçikandin kur û kem berdan.
Kur û lûs
Kur:1. Gir, tûm.
- Ser.
- Law, lawik.
- Por û rî birîn, kur kirin.
- Kurt, kin, qut.
Lûs:1. Birqoq, rewnaq, bê mû, bê pirç.
- Pûnd, lîs. Hêlîna firindeyan. Cîhê ku mirîşk lê kurk/qup dikeve.
- Loda êkinê bê pirnag,bê gurz. Dêza gîya
Mane: Ji ber şînê porê serê xwe birîn, kurkirin.
Mînak: Kur û lûs, di şîn û şîwana giran da dilorîyan.
Kur û tazî
Kur:1. Gir, tûm.
- Ser.
- Law, lawik.
- Por û rî birîn, kur kirin.
- Kurt, kin, qut.
Tazî:1. Bê cil, be kinc, rût, çîptazî, çîpuryan, uryan.
Mane: Bêcil, rût, çilptazî, bêlibas.
Mînak: Bêlome, kur û tazî digerîyan!
Kur û zarî
Kur:1. Lawik, gede. Zarokên nêr.
- Ser, serî.
- Kin, kurt.
- Por û rî birîn.
Zarî:1. Zarok.
Mane: Zar û zêç, zarok û nevî.
Mînak: Li dû nanê kur û zarîyê xwe ye.
Kurd û Kudistan
Kurd:1. Kurdistanî, kesên ji neteweyê Kurdistanê.
- Kesên kurdîziman. Kesên zimanê wan ê yekem kurdî ye.
- Neteweyê Kurdistanê.
Kurdistan:1. Welatê ku Kurd lê rûdinin. Welatê Kurdan.
- Welatekî rojhilata navîn. Erdnîgarîya Kurdistan ê.
Mane: Netewa Kurd û welatê Kurdan
Mînak: Divê dîroka kurd û kurdistanê bi awayekî zanistî bê kolandin.
Kurm û kês
Kurm:1.Kirm.
- Hin cûreyên ajalên xwişok (yên wekî maran lê pir piçûk in ).
- Xûy, xislet.
Kês:1. Keys, derfet, firset, mecal. Hal, rewş.
- Kayê gir, kayê girs.
Mane: Genî bûna kul û birînan û madeyên organîk.
Mînak: Kurm û kês ketine goşt.
Kus û fis
Kus:1. Tir (bideng), fis (bêdeng), piv. Ji qûnê va hewa berdan. Bêhn berdan.
Fis:1. Kus. Ji qûnê va hewa berdana bêdeng û piranî bibêhn.
Mane: Tir, fis, bideng yan jî bêdeng bêhn berdan.
Mînak: Nizanim ev çi dixwe kus û fis ji qûnê kêm nabe.
Kûr û dûr
Kûr:1.Tiştê ku binê wî ji rûyê wî re dûr e.
- Pêşketî (ji alîyê zanatîyê ve).
- Dorfireh. (mecazî)
- Jidil (ji alîyê rûmetîyê ve).
5.Bin, binî. (mecazî)
Dûr:1.Ne nêz, ne nêzik. Rêya dirêj.
Mane: Bi dorfireh, bi dûvdirêj, bikitekit, bitevsîlat.
Mînak: Li ser jîyana Qazî Mihemed lêkolînekî kûr û dûr kirîye.
Kût û mat
Kût: 1.Kut, kûd.
2.Kotrom, qotromî, qulumik. Ji ber kokimîyê yan jî ji ber nexweşbûne li ser xwe negerîn.
- Seqet, şelûşeht. Kesê ku ji ber seqetîyê nikare li ser lingên xwe bigere.
- Kesê ku kar pê nabe.
Mat:1. Ecêb, heyirî, şaşwazman.
- Di lîstika şetrençê da têk çûn, bin ketin.
- Nebirqonek.
Mane: Ji dest û pîyan ketin.
Mînak: Di vê emrê xwe yê ciwan da kût û mat bû.
***
1- Sîyabend û Xecê.
2- Piranî di dawîya çîrokan da tê gotin.
3- Gotina pêşîyan.
4- Ferhenga Kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. Amadekar: Zana FERQÎNÎ
5- Nifir.
6- Biwêj.
7- Ji çîroka “Dapîr û rovî”.
8- Biwêj
9- Nifir.