Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-T

KurdiYazarlar

Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji  “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.                                                            

Rêzenivîs :21                                                                                                                           

                                                                    T

Tal û şîrîn

Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.

  1. Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
  2. Rastihevhatin. Rastî hatin.
  3. Li pê re, li cem.
  4. Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
  5. Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)

 Şîrîn: 1. Tiştên ku tama şekirê jê tê.

  1. Mirovê naz û ezîz. (mecazî)

Mane: Tama qehweyê yan jî gîyayê û tama şekir. Tehl û şîrîn.

Delal û ne delal, xwîn lê kelî û xwîn lê nekelî.

Mînak: Me xwerina tal û şîrîn ji hev dernexist. 

Tal û Tirş = Tehl û tirş

Talan û tajan

Talan: 1. Şêlandin, yaxme, tertele, tartale, taraç.

  1. Êrişa zilimkaran. Nijd.
  2. Tiştê ku di yaxmeyê de hatîye bi destxistin.

Tajan: 1. Jan, ezab, zor, êş,xem.

  1. Qamçî, celde.

Mane: Yaxme, tertele, tartale, şêlan, şêlîn.

Tiştên kesekî bi zorê ji bo xwe ra birin, bi zordarî mal û milkên kesan ji dest girtin. 

Mînak: Dinê çi ecêb e; li alîkî şerê talan û tajan, li alîyekî din şerê azadîyê û serxwebûnê! 

Tam û ekl

Tam: 1. Çêj. Hesta ku bi ziman tê girtin. Tehm, çeşnî, ekl. (şîrîn, tûj, şor…hwd.)

  1. Bêkêmasî.
  2. Lûl. (Ji bo riwekan)

 Ekl: 1. Çêj, tam, lezet.

  1. Dilbijîn, bij, miçêj, îştah.

Mane:  Lezet, çêj, tehm.

              Tal, tûj, şor, şîrîn, tirş…hwd. li şûndê bûn.( Ji bo xwarinê)

Mînak: Tam û eklê xwarina ku dîya min çê dikir hîna di devê min da ye. 

Tam û lezet

                Tam: 1. Çêj. Hesta ku bi ziman tê girtin. Tehm, çeşnî, ekl. (şîrîn, tûj, şor…hwd.)

  1. Bêkêmasî.
  2. Lûl. (Ji bo riwekan)

                 Lezet: 1. Zewq, xweşî, şahî, dilxweşî.

  1. Çejn. Tama xweş.

Mane: Çeşnî, çêj, tehm, ekl.

              Çêja xweş, tehma xweş.

Mînak: Ew aşpêjekî hosta ye; bi heft biharatan tam û lezetê dide xwerinê.

Tar û mar

 Tar: 1. Şêlem, şelxem. ( Brasaîca rapa)

  1. Qasnax. Milbenda bêjingê.
  2. Tax.
  3. Pûng, pûnga mirîşkan.
  4. Baç, bide, xeraç. Pereyê ku her kes dide  dewletê.
  5. Serpêç, şaşik.
  6. Amûrê muzîkê.
  7. Rêya ku di berfê da çê bûye. Şope.
  8. Kêf.
  9. Meger.
  10. Ter. Ne hişk.
  11. Kemîn, dek, xefik.
  12. Kaş, derbejêr û serbijêr.
  13. Korta Patik. Korta pişta stuyê.

Mar: 1. Ajalekî xuşinde. Kişok.

  1. Mehr, zewac.

Mane: Belawela.

Tiştên ku li her derê bela bû ye. Tiştin ku li her derê axme bû ne.

Mînak: Ku dagirker ketin derekî, ne tenê ax û milk, çand û hunerê jî tar û mar dikin.

Tat û lat

Tat. 1. Zinar, helan, lat. Kevirê pan ê mezin. 

  1. Bêziman, bêdeng, lal.
  2. Bomik, torî, xişîm.
  3. Dest (Di zimanê zarokan da)
  4. Beşa goreyê (ji bazendê pê heta serî tilîyê pê. )

  Lat: 1. Girse. Zinar, zinarên gir û girse, tat. Cîhên bilind.

  1. Ar (pîvanekê rûxal) 
  2. Parsel.
  3. Rêav ( çîhê ku robar, newal û çem tê da diherike)

Mane: Ker û lal, bê guh û ziman.

Bêfam û bêrê, keregêj, bom, bomik, akilevdalî.

Mînak: Ha bibêje ha bibêje, fam nake tat û lat e.

Tav û tavîn

Tav: 1. Ronahîya rojê.

  1. Roj. (Gerstrêka êzmîn)
  2. Ranahî û germatê rojê.

 Tavîn: 1. Qijilîn û germa tavê.

  1. Ron û birîqên rojê.
  2. Bitav.

Mane: Ronak, ronak û germ.

Rewşa hewayê xweş.

Mînak:Di  meha adarê de şilîyê rê neda tav û tavînê.

Tav û tîn

Tav: 1. Ronahîya rojê.

  1. Roj. (Gerstrêka êzmîn)
  2. Ranahî û germatê rojê.

Tîn: 1. Germî, germayî.

Mane: Roj û germahîya rojê.

 Gemîya ro.

Mînak: Gundîyan guh nedidan tav û tînê, di zevîyê da genim diçinîyan.

Tef û dûman

Tef: 1. Xubar, gelf. Axa hişk û hûrik ya ku ba  dilivîne û rahewa dixine.

  1. Tişta/ tiştê pir hûr.

Dûman: 1. Mij, tem, moran.

  1. Dûkel, dû, dûxan. Dûya ku ji agirê derdikeve. 
  2. Toza kû ji ber bayê hildikeve. 

Mane: Toz û dûman, toz û telaz, toz û xewar, toz xubar.

Mînak: Rovî got; de tu ware hejikan li doçika min ve girêbide, ez ê herim Dûzê Manqê bibezim û birevim, tef û dûmanê rakim (1).

Tefl û dûman = Tef û dûman.

Tefl û dûxan = Tef û dûman.

Tehl û şîrîn = Tal û şîrîn.

Tehl û tirş

 Tehl: 1. Dilmayîn, tehlbûn, êşîn. Rencandin, êşandin, cewr kirin. (mecazî)

  1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.

               Tirş: 1. Tama lîmonê yan  tama tirîya negîhîştî yan jî wak yê wan.

Mane: Tama qehwê, gîya, lîmon, tirîya negîhîştî û yên wak wan. 

             Tehlotirşo, mirûzkirin, mehde tirşî, xwe tehlkirin.

Mînak: Rûyê xwe tehl û tirş kir, bersiv neda.

Tehn û niç

Tehn: 1. Îma, galte, tinazî, pêkenî.

  1. Tan, niç, dehf. 
  2. Kêmasî, qisûr. (mecazî)  

 Niç:1. Na, na be.

  1. Tifû, tifî.
  2. Pûrtê li ser serê têyran. (Cîhê ku nerm û bi goşt e.)
  3. Niçik, pozik, poqîn.(mîn: Niça daran, pozikê tûmikan.)
  4. Qimkirin, qurtandin.
  5. Nalîn, nalîna sivik.

 7.Ricimandin, hîcv, nalet, nifirandin.

Mane: Pê qayîlnebûn. Nerazîbûn. Bertekdayina neyînî. 

Mînak: Sawa sînorê zevîyê tehn û niç li hev dan.

Tek û tek

Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir. 

  1. Ne cot. Kit, fer.
  2. Yek.

Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.

  1. Ne cot. Kit, fer.
  2. Yek.

Mane: Yek û yek, yekbiyek, tekbitek. 

             Heb û heb, heb bi heb, hebaheb

Mînak: Min, tek û tek persiva pirsên mamosteyê xwe  da.

Tek û tûk

Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.

  1. Ne cot. Kit, fer.
  2. Yek.
  3. Tûk: 1. Ji “tek” ê tûk. Ne zêde, kêmpêyda.
  1. To. (Tûkê şîr.)
  2. Gilmê darê, gilmik.
  3. Mû, pirç, pûrt, pirtik.
  4. Tif, xwazî, xwezî.

Mane: Car caran, kêmpêyda, kêm caran, tek tûk 

Mînak: Min di azmûnê da bersiva tek û tûk pirsan neda. 

Tek û tenê

Tek:1. Tenê yêk, ji yekê ne zêdetir.

  1. Ne cot. Kit, fer.
  2. Yek.

Tenê: 1. Tek, bixwa, kes ne li cem.

  1. Bêkes, bêxwedî, bêxudan.

Mane:  Bi tena serê xwe.

 Bi serê xwe.

Mînak: Li welatê xerîbîyê, ji alîyekî ve bêrîkirina mal û malbat û welat, ji alîyekî  ve jî tek û tenêtîyê dest û pê lê sar kiribû. 

Tep û rep

Tep: 1. Lêdan. Bi dest an bi tiştekî din lêxistin. Dengê lêdanê.

  1. Herî jorê tiştekî.
  2. Destlêxistin, teplêdan, teplêxistin. Tepa (min) li te. (Di lîstika zarokan de). 
  3. Hîle, xapandin, fêl.

Rep: 1. Req, rabûyî.

Mane: Gûrmerep, lêdan, lêxistin, dengê lêdanê.

Mînak: Xaftilan ji cîhê xwe rabû bi çovê  tep û rep li mêrik xis! Nizanim çima?

Tep û mist

 Tep: 1. Lêdan. Bi destan bi tiştekî din lêxistin. Dengê lêdanê.

  1. Herî jorê tiştekî.
  2. Destlêxistin, teplêdan, teplêxistin. Tepa (min) li te. (Di lîstika zarokan de). 
  3. Hîle, xapandin, fêl.

Mist: 1. Destê guvişî, destê guvaştî. Kulm, girmik, gurmist, kulmist, hulmik.

  1. Kef, çeng, gemş, kefa dest. (mîn: Çengek şekir, mistek şekir da zarokan.)
  2. Mistdan, têdan, pişirandin, fikirandin.

Mane : Kulm, girmik, gurmist, gurmisk.

Kulmlêdan, gurmiklêdan, gulmistlêdan

Mînak: Da ber tep û mistan, dev û poz lê hûrkir.  

Ter û teze

Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

  Teze: 1. Ter.

  1. Nû, nuh, ne kevn.
  2. Delal, bedew, ciwan.

Mane: Mirovên civan, ter û ciwan, cip ciwan.

 Teze, tirf (ji bo riwekan)

  Nûza (ji bo ajalan)

Mînak: Bi du qîzên xwe yên ter û teze  me  pêşwazî kirin.

Ter û ciwan               

                    Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

 Ciwan: 1. Keç û kurên ne zarok û ne pîr.

  1. Delal, bedew, rind, xweşik, spehî.

Mane: Ter û teze, ter û can, cipciwan. 

Mînak: Ew hêj ter û ciwan in, ne nezan in bê tecrûbe ne.

Ter û terlanî

 Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

Terlanî: 1. Serxwe, liserxwe.

  1. Hoşengî, bedewî, ciwanî, çelengî.

Mane: Xort, sengele, cipciwan

Mînak: Ter û terlanîya Memê Alan, dilê qîzên ciwan dilerizand.

Ter û Şil

Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

  Şil: 1. Ne zuha, ne ziwa. Tiştên kû av pê ve ye.

  1. Hêmî, şilêrî.
  2. Felç, seqet, şelal, kûd.
  3. Sist, xirek, şore. (mecazî)

Mane: Ne ziwa, ne hişk û hişkolek.

             Hêmî, şilerî.

Mînak: Texteyên ter û şil bi hevdu ve mix kir, da ber ba û tavê ku hişk bibe û qalibê xwe bigire.

Ter û hişk

Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

 Hişk: 1. Ne ter, ne şil, ne hêmî.

  1. Bêbaran, bêav, ziwa.
  2. Req, ne nerm.
  3. Tisî.

Mane:  Şil û ziwa.

Hêmî, şilêrî û ne nerm û bêav. (piranî ji bo dar û gîyan)

Mînak: Ku agir bi çîyê ket, ter û hişk bi tevde dişewitin (2).   

Ter û per

Ter. 1. Ne hişk.

  1. Ne pîr.
  2. Şil.
  3. Teze (ji bo riwekan) 

  Per: 1. Pûrtê laşê firideyan.

  1. Pel, belg, belçîm, pelçim. Pelên daran.
  2. Patik, stûkur.
  3. Kevî, tenişt, kêlek, berlêv, qerax.

Mane: Teze, ter. (ji bo daran.)

Mînak: Ji bona bendava emr bênce salî, çiqas darên ter û per hate birîn tu dizanî? Çi heyf!

Terş û talan

 Terş: 1. Dewar, pez û bizin.

  1. Nexwaşîyekî heywanan.
  2. Laş, term, cesed.
  3. Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.

   Talan: 1. Şêlandin, yaxme, tertele, tartale, taraç.

  1. Êrişa zilimkaran. Nijd.
  2. Tiştê ku di yaxmeyê de hatîye destxistin.

Mane: Bi zorê ,çi heye  ji dest girtin. 

Mînak: Bingeha dewlemendîya wan ji terş û talana Kurdan tê.

Terş û teraş

 Terş: 1. Dewar, pez û bizin.

  1. Nexwaşîyekî heywanan.
  2. Laş, term, cesed.
  3. Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.

 Teraş: 1. Devî, şewl.

  1. Zinar, baxir, kevir.
  2. Dapitîn, dapêştin, terişandin. 

Mane: Mal, dewar.

Mînak: Çol û çolistanên welatê me bê terş û teraş  namînin.

 

Terş û kewal

Terş: 1. Dewar, pez û bizin.

  1. Nexwaşîyekî heywanan.
  2. Laş, term, cesed.
  3. Mirî şevê, reşê şevê, terşê şevê.

 Kewal: 1. Heywanên malan. ( mirîşk, pisîng, kuçik, pez û bizin her wekî din.)

  1. Heywanên kedî.

Mane: Heywanên ku hatîye kedî kirin. 

             Heywanên malan.

Mînak: Di destpêka sibehê da dengê terş û kewalan li nav gund olan dida. 

Tert û bela

Tert: 1. Kerme, kêsek (ji bo axê).  Keşkûr.

  1. Gincî, pixtî, kesek, xwînpere. (mîn: Terta xwînê)
  2. Belavbûn, axmebûn. Jihevbelavbûn.

  Bela: 1. Axme, belavbûyî.

  1. Teşqele, qeda. Rewş û bûyerên xirab

Mane: Tertûbelav, belawela, tarûmar.

Axmetaxme, wêran, wêranbûyî, hilweşandî.

Mînak: Bendikê tizbîyê bizdîya, libên tizbîyê tert û bela bû.

Tevn û best

Tevn: 1. Amûrê ku  pê xalîçe, astir, kilîm, merşik tê çêkirin.

  1. Tor. Mala dapîşok û pîrebok.
  2. Raçînk, tevnik, tevînek.
  3. Pevxistin, montaj.

 Best: 1. Deşt, berî.

  1. Berav, berçem.
  2. Gelî, dol, newal.
  3. Cîhê rast.
  4. Peyam, îlham, sirûş.

Mane: Komplo.

Pilansazîya du kesan, yan jî çend kesan a li dijî kesekî yan jî dewletekî.. 

Mînak: Pê hesîya, nebû qurbana tevn û besta wan.

Tewr û timşêt

Tewr: 1. Him jî, yek jî, serda jî.

  1. Şêwe, şêl, terz, helwest, dîtin, nihêrîn, awa.  
  2. Cûn, cûre, çeşît.
  3. Herî. -tirîn (herî rind, rindtirîn.)
  4. Alerjî, tewrînek.   

  Timşêt: 1. Rewş, timtel, hal.

  1. Dîmen, menzere, bergeh. Xuyabûnî, xuya. Dîtbarî.
  2. Helwest, şêwe.

Mane:  Hal, helwest, ray,boçûn. 

Mînak: Tewr û timşêtên wan kesan ewleyî nedan min.

Teyr û teba

Teyr: 1. Têr, balinde. Candarên bi per û bask ku hêkan dikin û difirin. 

Teba: 1. Ajalên hov, lavirên hov û dirinde. Hov, barbar.

  1. Kabûs. Tirsa mezin. Xewne tirsnak.
  2. Tebaa, rajêrî, tabiiyet.
  3. Tişt, tiştik.

Mane: Famîleya çûkan.

Meş û mor (mecazî)

Mînak: Xêr ji xwe nebîne, bila bibe xurê teyr û teban (3).  

Teyr û teval = Teyr û teba.

Teyr û tilûr

                 Teyr: 1. Têr. Balinde. Candarên bi per û bask ku hêkan dikin û difirin.

                 Tilûr: 1. Têr, balinde.

Mane: Çûçikên hûr û gir. 

Mînak: Dibêjin ku Feqîyê Teyran zimanê teyr û tilûran dizanîya.

 Teyr û tûr = teyr û tilûr.

Teyr û tirûd = Teyr û tilûr.

Têr û bêr

Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.
  4. Bêr: 1. Li zozan û çoltaran pez şarkirin, dotandin.
  1. Alava kolandinê.

Mane: Têra dilê xwe, têra xwe. 

Mînak: Me bi têr û bêr  li barîna berfê mêze kir.

Têr û sertêr

 Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.

Bertêr: Têrûtêr, têra xwe, têra dilê xwe.

Mane:  Têra dilê xwe, tam, têra xwe.

Mînak: Devê xwe da ser cirnika Kanîya Avsar têr û sertêr av vexwar.

Têr û tijî

Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.

Tijî: 1. Pir, pir zêde. Mişt. Tije.

  1. Ne vala. 

Mane: Tije, zehf zanyar   (  di mijarekîde  agahdar, zanîdar bûyîn.)

Mînak: Di derbarê erdnîgariya Kurdistanê de agahîyeka têr û tijî da me.

Têr û têr

Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.

 Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.

Mane: Bi kêfa xwe, li gora dilê xwe,  

Mînak: Têr û têr bi kêfa xwe gerîyam.

Têr û tesel

Têr: 1. Xirar, xerar.

  1. Ne birçî. Êdî ne hewceyî (taybetî ji bo xwerinê)
  2. Kafî, bes.
  3. Teyr.

 Tesel: 1. Têr, bes, kafî.

Mane: Mişt tijî, tiptije, bi dev re.

Mînak: Tûrikê xwe têr û tesel  tijî genim kir.

Tim û tim

Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.

  1. Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
  2. Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.

  Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.

  1. Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
  2. Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.

Mane: Timî, her û her, bênavber, her gav, her dem, her wext, her çax.

Bêbêhndar, bêrawestan.

Mînak: Tim û tim çêlek nayê dotin, her gotin nayê gotin (4).

Tim û daîm

 Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.

  1. Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
  2. Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî. gi.

               Daîm: 1. Tim.

  1. Herdem, hergav, berdewam, bênavber, bêawerte.
  2. Kengî be, çi demê be, çi gavê be.

Mane: Timûtim, tim tim, domdar, berdewam.

Mînak: Tim û daîm ambûlansek li ber derîyê nexweşxaneyê amade ye. 

Tim û car

 Tim: 1. Herdem, hergav, hertim.

  1. Hemî deman, kengî be, çi waxt be jî.
  2. Giş, tev, hemû, herkes, hertişt, gişt, hemî, gi.

                Car: 1. Neql, derb, dor, caran.

  1. Dubare, çendbare. (Mîn: 6 car 5 dibe 30.)

Mane: Bêwext, bêdem,  ji nişka va, sernûva

             Biwext û bêwext.

Mînak: Nabêje halê malê çawaye, tim û car tê mêvandarîyê.

Ting û tarî

Ting: 1. Dengê tiştên madenî.

  1. Sing, kutek.
  2. Cîhê ku qirş û qal, bermayî tê avêtin. Sergo. Mezbele.

                 Tarî: 1. Cîhê bê ronî. Cîhê ku rorî nîn e.

  1. Cîhê ku pir ronî nîn e.
  2. Guharîya rengan yên ku ber bi reşê ve ye.
  3. Gumanbar, biguman.

Mane:Tiptarî, tikî tarî,  reş û tarî, reştarî, şevereş.

Mînak: Bi tirsekî mezin, ez dî  ting û tarîyê da war mam. 

Ting û ming  

Ting: 1. Dengê tiştên madenî. Tinginî. Rewşa tingbûnê.

Ming:1. Ji “ting”ê ming.

  1. Çinginî.

Mane: Tinginî, dengên tiştên madenî.

Mane: Mînak: Ting û minga  muzikê serê me gêj kir.

Tingî û ringî

                          Tingî: 1. Rewşa tingbûnê. Tingînî, şingînî.

  1. Xurmîna ezman, guregure ewran.

                          Ringî: 1. Dengê xurt yê pê tiştekî ketin. Dingînî.

Mane: Guregur, xurmîna esman, gurîna ewran û esman.

Mînak: Piştî tingi û ringî bi asîman ket, pêve baranê xwe berda…

Tip û tazî

               Tip: 1. Pit. Dengê tiştên hûrik ku dikeve ser tiştekî din. (piranî ji bo avê)

  1. Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.

               Tazî. 1. Bêcil, bêkinc, rûs, rût.

  1. Sersaxî.

Mane: Tiptazî, şîlftazî, çilptazî.

             Rût û repal, bi temamî rût.

Mînak: Fedî nekir li hember me xwe tip û tazî kir.

Tip û tal

        Tip: 1. Pit. Dengê tiştên hûrik ku dikeve ser tiştekî din. (piranî ji bo avê)

  1. Peyvek muhmel, bi serê xwe bê wate.

         Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.

  1. Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
  2. Rastihevhatin. Rastî hatin.
  3. Li pê re, li cem.
  4. Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
  5. Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)

Mane: Vik û vala,vikîvala, tiptal.

Mînak: Dizan ketine dûkanê, dûkan tip û tal kirin e.

Tirs û saw

                 Tirs: 1. Hesta nebaş ya ku dikeve dilê meriv. Xof.

  1. Xof, dehşet, saw.

                 Saw: 1. Tirs, xof, sehm. 

Mane: Tirs, xof.

             Tirsa pir, kabûs, dehşet.

Mînak: Tirs û saw kete dil (yekî), newêrîya derkeve der.

Tirs û suhn = Tirs û saw.

Tişt û erd

                Tişt: 1. Eşya, şit.

  1. Ewk. (mîn: -çi bû? -Ewk bû.)
  2. Maliyet, sermiyan.
  3. Pertal, hûrmûr.

                 Erd: 1. Herd.

  1. Cî, cih, mekan, mesken, der, war, milk, ax, zevî, erazî.

Mane: Bi erdê ra yeksan.

             Wêran, tarûmar, rûxan, hilweşî, hêrifî.

Mînak: Mal lê hêrifandin, tişt û erd wekî hev kirin.

Tişt û teba

                 Tişt: 1. Eşya, şit.

  1. Ewk. (mîn: -çi bû? -Ewk bû.)
  2. Maliyet, sermiyan.
  3. Pertal, hûrmûr.

                 Teba: 1. Ajalên hov, lavirên hov û dirinde. Hov, barbar.

  1. Kabûs. Tirsa mezin. Xewne tirsnak.
  2. Tebaa, rajêrî, tabiiyet.
  3. Tişt, tiştik.

Mane:  Eşya, kirt û pirt, kel û pel, hûrmûr, tişt û mişt.

Mînak: Li sûka bajar, ji zarokê xwera hinek tişt û teba kirîya.

Tişt û mişt = tişt û teba.

Tî û birçî

             Tî: 1. Hewceyî vexwarinê. Bê vexwarin mayîn. (Av yan jî vexwarina din.)

  1. Tiştek pir xwestin. (mîn: Em gişt tîyên azadîyê ne.)
  2. Bi kurtasî Tîtan (Tî).
  3. Gotinê metel, şaşwazî, şaşmayî.
  4. Gorî jinikê birayê mêrê xwe.

             Birçî: 1. Hewceyî xwarinê. Ne têr.

Mane: Bê nan û av, bê xwarin û  vexwarin.

             Jar, belengaz, perîşan, kepaze, bêhal.

Mînak: Hey gidî felek; jar û pêrîşan di binê xênî de bêxwedî tî û birçî man.

Tîr û pişk

               Tîr: 1. Ne rîn.

  1. Çekê ku bi kevanê tê avetin.
  2. Jana tûj. (mecazî)
  3. Nîşanên rê, daneşînên rê û alî.
  4. Dîngîl, tewre, mijane, germiçank.
  5. Darkilor, tîrik, kirtnak, kirdanek.
  6. Taîfe.
  7. Kerîyê zevîyê ya dirêj û zirav.
  8. Gerstrêka Merkûr, Zawe, Zav.  

              Pişk: 1. Talîhûnesîb, qure, vijag, nav kişandin.

  1. Par, hêsa, beş.
  2. Hilpişkîn.
  3. Tîke. Tîkeyê goşt.
  4. Lê çûn, şibîn.

Mane: Vijag, qure, tîrêj. Şil û ziwa.

             Vijag kişandin.

Mînak: Her kes bi bibextê xwe, tîr û pişkê da kî derket.

Tîr û kevan

               Tîr: 1. Ne rîn.

  1. Çekê ku bi kevanê tê avetin.
  2. Jana tûj. (mecazî)
  3. Nîşanên rê, daneşînên rê û alî.
  4. Dîngîl, tewre, mijane, germiçank.
  5. Darkilor, tîrik, kirtnak, kirdanek.
  6. Taîfe.
  7. Kerîyê zevîyê ya dirêj û zirav.
  8. Gerstrêka Merkûr, Zawe, Zav.  

               Kevan: 1. Amûrê ku pê tîr tê avêtin.

  1. Amûrê kû pê hirî yan jî pembû tê  ji hev veqetandin.
  2. Kevanek (ji bonivîsê)
  3. Amûrê ku  keman, vîola, vîolonsel…hwd pê tê jenîn.

Mane: Çek.

             Kemane.

Mînak: Wexta ciwan bûm, bi tîr û kevan bûm, dema extîyar bûm, bendewarê nanê şikeva bûm(5).

Tîş û bertîş

                  Tîş: 1. Derz, kelişt.

  1. Qîş, zîvar, kincir.
  2. Çiriyayî, diriyayî, çirandî, dirandî.

                  Bertîş:1. Qîş, dir.

Mane: Pot û paçê kevnbûyî. Gincirî.

Mînak: Te ewqas pere  da  wan kincê tîş û bertîşan? 

Tîş û telîş

                Tîş: 1. Derz, kelişt.

  1. Qîş, zîvar, kincir.
  2. Çiriyayî, diriyayî, çirandî, dirandî.

                 Telîş: 1. Parçe, kerî, parî. Nîvê tam.

  1. Xerîtok, qalik.

Mane: Qîş û qelaş, heft tîşgincir û mincir, kevn û kol.

            Rût û repal.

Mane: Kincên wî yên tîş û telaş lê ba dibûn.

Tît û vît

            Tît: 1. Xemilî, bixeml, xemilandî, arastî.

  1. Zarîf, şik, şûx.

             Vît: Fît, tîk (ne ramedayî, ne xwarik)

Mane: Bixeml û xêz.

Mînak: Li ber eynikê xwe tît û vît kir.

Top û tevda

                    Top: 1. Gog. Pêlîstika gilover.

  1. Gule. Bombeyê ku davêjin nav dijmin.
  2. Îflas, têkçûn.
  3. Bijare, super, bilind (topmodel)
  4. Kom, li hev civandin, berhev kirin.
  5. Kilît, zirze, qefle, qufle.
  6. Kilîmê çîn, kilîme neqş. 
  7. Balole, kulavkî. Tiştê ku wakî şeklê sîlîndîr hatîye pêçandin.

                    Tevda: 1. Hemû, giş, pevre, tev, pêkve, tevahî, temamî.

Mane: Serhev, birêkûpêk, keys, keyskirî, lihev.

Mînak: Hundirê mala xwe û top û devda paqij kir.  

Top û tiving

                    Top: 1. Gog. Pêlîstika gilover.

  1. Gule. Bombeyê ku davêjin nav dijmin.
  2. Îflas, têkçûn.
  3. Bijare, super, bilind (topmodel)
  4. Kom, li hev civandin, berhev kirin.
  5. Kilît, zirze, qefle, qufle.
  6. Kilîmê çîn, kilîme neqş. 
  7. Balole, kulavkî. Tiştê ku wakî şeklê sîlîndîr hatîye pêçandin.

                 Tiving: 1. Tifeng, tifang, tifek. Çeka ku qerşûn davêje.

Mane: Çek û çekên wiha.

Mînak: Bi top û tivingan êrîşê hev kirin.

Toz û xwelî

                   Toz: 1. Xubar, gelf. Axa hûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.

  1. Tiştên pir hûrik.

                   Xwelî: 1.  Ax, xak, erd, toz

  1. Malwêranî, bedbextî, bela, kembaxî. (mecazî)

Mane:Axepolk. 

Mînak: Bayê toz û xwelî rahewa kir.

 Toz û dûman

                     Toz: 1. Xubar, gelf. Axa kûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.

  1. Tiştên pir hûrik.

                      Dûman: 1. Mij, moran,tem.

  1. Dûkel, dûxan, dû.

Mane: Toz dûman.

            Mehf,  paymal bûn, ji navê rakirin.

Mînak: Wî, bi wî hawî kir û toz û dûman bi ser me xist.

Toz û xebar (xebr) = Toz dûman.

Toz û Telaz = Toz û dûman, Toz û xwalî

Toz û xubar = Toz û dûman, toz û xwelî.

Toz û xewar = Toz dûman, toz û xwelî.

Toz û tubar (tibar) 

                     Toz: 1. Xubar, gelf. Axa kûrik û hişk ya ku ba dikare bilivîne.

  1. Tiştên pir hûrik.

                     Tubar (tibar): 1. Xwelî, ax, toz.

Mane: Gihûr, giwûr, malmişt.

Mînak: Min ev toz û tubar (tibar)  bi bêrê avit ser sergoyê.

Tund û şîp

                Tund: 1. Dijwar, bihêz, hişk, biquwet, ne nerm, ne aram, tûj, req.

  1. Xurt, biquwet, hêzdar.

                 Şîp: 1. Bi hêz herîkîna avê. Sûlav. Ava ku ji cîhekî bilind da dikeve. ( Taybetî ava çemekî ku di zinarêda dikeve.)

  1. Serderî. Serê derîyê.
  2. Îstîqamet. (mîn: Ev herdu tişt di eynî şîpekê da ne.)
  3. Bendê çermîn.
  4. Panter, pilinga çîn.

Mane: Dijwar û tûj.

             Lezdar û hişkan.

Mînak: Di demsalên biharê da newalên gêndê me tund û şîp diherikin.

Tûj û tal

             Tûj: 1. Tiştê ku baş dibire. (mîn: Kêra tûj.)

  1. Tund, hişk, dijwar.  (Mîn: Bayê tûj.)
  2. Tama xwarekê ku devê meriv dişewîtîne. (mîn: Îsota tûj.)
  3. Gotinên ne xweş.  

              Tal: 1. Tama qehwê yan jî tama hin cûreyên gîyayan. Tama bihêz û nexweş. Tama ne tûj û şîrîn. Dijberî şîrîn.

  1. Vala, vale. Ne tijî. Tiştek tê da tune. Tipûtal.
  2. Rastihevhatin. Rastî hatin.
  3. Li pê re, li cem.
  4. Bejn. Dirêjî. (mîn: Tala darê sê metre hebû.)
  5. Xemnak. (mîn: Gotinên tal got.) ( mecazî)

Mane: Ne xweş, ne rind.

            Gilî û gazî.

Mînak: Di derheqê wî kesî da gelek gotinên tûj û tal tên gotin.

Tût û rût

             Tût: 1. Zelût, rût.

             Rût: 1. Ti tişt pê ve ne.

  1. Bêcil, tazî.
  2. serî bê por.
  3. Devera ku lê riwek tine.

Mane: Bê por.

             Devera bê riwek.

             Kesê ku hemû îmkanên xwe winda kirîye yan jî ji dest çûye.

Mînak: Milkê  bav û kalan jî ji dest çû, aha nika jî tût û rût e. 

Tûz û reng

Tûz: 1. Reng, newr, rûçik, mirûç, mehde.

Reng: 1. Elwan, gon, boyax.

  1. Xulk, rengê rûyê merivan. Rûçik.

Mane: Rengê rû.

Mînak: Di erdhêjê da tûz û reng li min nema. 

***

1-Ji çîroka “Apî Faso.” Herema Dêrsim.

2-Gotinê pêşîyan.

3- Nifir.

4-Gotinê pêşîyan.

5-  Biwêj.

İlginizi Çekebilir

Mela Mihyedîn: Hunersazekî Jêhatî û Hêja: Rizgar Akan
Halil Dalkılıç: Krîza Tirkiyê, firsendê Kurdan, hêviya Seyîd Riza

Öne Çıkanlar