Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire.Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs : 24
Zad û zexîre
Zad: 1. Xwarin, xwirak.
- Erzaq, qût.
- Dexlûdan, dan, dexl, xwûrd, ceh û genim.
- Kur, law, pis, ewlad, zade.
Zexîre: 1. Zad, dexlûdan.
Mane: Erzak, dexlûdan, qût, xwermenî, risq.
Mînak: Îsal zad û zexîreyê me gelek bereketdar bû.
Zar û ziman
Zar: 1. Ziman, lîsan, zarava, devok, peyv.
- Zarok, zarî, gede, sebî, ewlad.
- Tiştek çendrexî û rûjimarikî ku di lîstikên nesîbî da tê bikaranîn.
- Awaz, dengê bilind, zarîn, nalîn.
Ziman: 1. Organekî laşê mirov û heywanan. Organa tamkirinê. Organa ku meriv pê diaxive.
- Axavtina netewekî, axavtina komekî.
- Zar.
Mane: Lîsan,
Axaftin û ragihandin
Mînak: Zar û zimanê dar û devîyan hebûna ji te ra derdê min bigotana.
Zar û zêç
Zar: 1. Ziman, lîsan, zarava, devok, peyv.
- Zarok, zarî, gede, sebî, ewlad.
- Tiştek çendrexî û rûjimarikî di lîstikên nesîbî da têt bikaranîn.
- Awaz, dengê bilind, zarîn, nalîn.
Zêç: 1. Ji peyva “zar”ê de peyda zêç. Bi pêyva “zarok” ve kartê.
- Nîkotîn, zifîr, dûzerka cixareyê, jehra titûnê.
Mane: Zarok, ewlad, keç û kur, jin û zarok.
Mal û hal, erz û eyal.
Mînak: Dê û bav ji bo zar û zêçên xwe bi salan dixebitin, lê zar û zêrç ji bo dê û bavê xwe nikarin ewqas bixebitin.
Zar û zêrç = Zar û zêç.
Zar û zerb = Zar û zêç.
Zav û zêç = Zar û zêç.
Zaw û zê = Zar û zêç.
Zend û bend
Zend: 1. Bazend, bask, meçek. (zendê pê , zendê dest)
- Cîhê ku bend, zicîr, girêk le tê xistin, cîhê ku qeyd lê tê xistin. (Ji bo lingê heywanan.
Bend:1.Dîwarê ku bi keviran hatîye çêkirin (bo av, bax û baxçe)
- Partî, hîzb
- Qeyde, made.
- Dezî, ben.
- Sekn, hêvî.
- Qeyd û bend, cîhê ku qeyd lê tê xistin.
- Çarîn.
- Peywend, têkilî.
Mane: Bazind, meçek, bevşik.
Mînak: Hevalan, zend û bendên xwe hildan û ji bo karê min dest pê kirin.
Zeng û zêrîn
Zeng: 1. Zadegan, esîlzade, sergewer, arîtokrat, beg, axa, feodal.
- Zengil, zingil, zîl.
- Jeng, jengar.
Zêrîn: 1. Zêrî, wake zêr, zêrînî, ji zêr
- Pir baş. (Mînak: Merivekî wake zêr e.)
- Êşîn, rencîn, taliwîn. (Ji ber zordarî.)
Mane: Xanedan, zadegan, esîlzade.
Mane: Li gorî min, zeng û zêrînî bi esl û fesl ve girêdayî nîn e, bi însanetî û zanistî yê ve girêdayî ye.
Zer û zepalî
Zer: 1. Kendal, qerqez.
- Rengek.
- Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
- Spîçolkî, rengavêtî.
Zepalî: 1. Zer bûyîn, zerikî, spîçolkî.
2. Rengûrûyê zerikî.
Mane: Rengê spîçolkî.
Reng û rûçik le neman, reng û rûçikê spîçolkî .
Mînak: Ku mişk dît, rû lê zer û zepalî bû
Zer û zêrîn
Zer: 1. Kendal, qerqez.
- Rengek.
- Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
- Spîçolkî, rengavêtî.
Zêrîn: 1. Zêrî, wake zêr, zêrînî, ji zêr
- Pir baş. (Mînak: Merivekî wake zêr e.)
- Êşîn, rencîn, taliwîn. (Ji ber zordarî.)
Mane: Zêrî, rengê zêr.
Mîna tavê.
Mînak: Porê kej daketîye ser rûyê şêrîn,
Av e,dibiriqe mîna zer û zêrîn.
Ne kevir û kuçe ev dîle dil, xayîn,
Neçar, bi pesîra min digire bi zar û qêrîn(1).
Zer û zepilî = Zer û zepalî.
Zer û zerhimî
Zer: 1. Kendal, qerqez.
- Rengek.
- Rengê rojê yan jî tavê, yan jî rengê lîmonê gihîştî.
- Spîçolkî, rengavêtî.
Zerhimî: 1. Çilmisî.
- Rengavêtî.
- Rengnesax, zerzepalî.
- Rûyê mirikî.
Mane: Rû mirîkî, Rûyê ku perpûra mirinê avetîye ser.
MÎnak: Zalim, bi rûyekî zer û zerhimî di perpûra mirinê da dinalîya.
Zewq û sefa
Zewq: 1. Xwaşî, şahî, cejn.
- Aheng, dîlan, dawet, dilxweşî, kêf.
Sefa: 1. Kêf, zewq, xweşî, şadî, şahî.
- Aramî, rehetî, hêminî.
Mane: Gewz û şadî, bi kêf, wakî dilê xwe jiyîn.
Mînak: Dibêje dinê du roj e, nîvek xew û nîvmirî, nîvek şer û xebat, de ware bijî zewq û sefahat(2)!
Zêr û zeger
Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî tê çêkirin.) Bi kurtasî: Au.
Zeger: 1. Senger, çeper, tabya.
Mane: Dewlemendî, zengînî, maldarî.
Mane: Keleha Paloyê weke zêr û zeger e.
Zêr û zîv
Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî tê çêkirin.) Bi kurtasî: Aû.
Zîv: 1. Madenekê reng gewr an jî spî û bihagiran.( Ag.)
Mane: Zîwer, zîber, xişr.
Madenên pir qîmetbar.
Mînak:Qîmeta azadîyê bi zêr û zîvan nayê pîvan.
Zêr û ziber
Zêr: 1. Madenekî reng zer û bihagiran. ( Taybetî gustîl, guhar, gerdanik û bazin bi vî madenî tê çêkirin.) Bi kurtasî: Au.
Ziber: 1. Zîwer, zînet, xişr, nîgar, xeml.
Mane: Xişrên ku jin bi xwe ve dikin, zêr û emanet.
Mînak: Qutiya zêr û ziberan li ser maseyê bû.
Zilm û zor
Zilm: 1. Tehde, tade, zor, neheqî, zordarî, zalimtî, zalimî, zordestî.
Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.
- Dijwar, zemet, asê, tengî, tengasî.
- Pir, gelek, zêde, zehf.
- Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
- Çetîn, mişkûlayî.
Mane: Bêmerhametî, dilkevirî, darê zorê.
Zordestî, zordarî, zalimî.
Êş, azar, ezyet, ked, zehmetkêşî.
Mînak: Ewqas zilm û zorê kişand, axirî gihîşt armanca xwe.
Zip û ziwa
Zip: 1. Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê ware.
Ziwa: 1. Zuha.
- Hişk.
- Bêav, ne şil, bêhêm.
Mane: Zipziwa, bêav, bêhêm, bênem.
Mînak. Ji ber kelakela germa havîna Rihayê gol û newal zip û ziwa dibin.
Zirav û jar
Zirav: 1. Ne stûr, ne qalind, zeîf.
- Tenik, nazik.
- Ziravik, zerdav, zehran, ava zer ya laşê (taybetî ya mêlakê.)
- Wêrekî, cesaret (mecazî) ( Mînak: Merivê bêzirav.)
Jar: 1. Belengaz, pêrîşan, reben, feqîr.
- Bêserûbar, şerpeze, bêhal, hewcedar.
- Jehr, axû.
Mane: Bêpertav, bêşîyan, nexurt, lawaz.
Bêserûbar, bêhal.
Mînak: Şêr bûm,
Bi eşqe te gêj bûm.
Nika zirav û jar im,
Li ber derîyê te bêhal û lal im(3).
Zirt û fort
Zirt: 1. Derew, gotinên nerast.
- Vir, fort (argo – çepel)
Fort: 1. Gef, zirt, lêheytandin, tehdîd.
Mane: Palavra, gotin û tehdîdên vala, gefxwarinên vala.
Mane: Bi zirt û fortan kê karê xwe halkirîye kû ew hal bike.
Zor û zext
Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.
- Dijwar, zemet, asê.
- Pir, gelek, zêde, zehf.
- Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
- Çetin, mişkûlayî.
Zext: 1. Darmisas, mesas, zixt.
- Sengî, givaşt, fişar, zor, kotek, zilm, zordarî.
Mane: Zulm, sengî, neheqî, zordarî.
Lê ne hekî, lê zor kirin, di bin givaştê da hiştin û lê fişar kirin.
Mînak: Bi zor û zextan kîjan dewlet şên bûye ku va jî şên bibe.
Zor û zehmet
Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.
- Dijwar, zemet, asê.
- Pir, gelek, zêde, zehf.
- Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
- Çetin, mişkûlayî.
Zehmet: 1. Tiştên ku bo kirina wî pir enerjî, hûner, sebir… hwd hewce ye.
- Nerehetî.
Mane: Çetinayî, nerehet, bimeşaqet, bizorkêşî.
Zorbela.
Mînak: ji bo erazîyê gelek zor û zehmetî derxistin hember me.
Zor û zerp
Zor: 1. Zilm, zulm, neheqî, kotek, sengî.
- Dijwar, zemet, asê.
- Pir, gelek, zêde, zehf.
- Hêz, qudret, teqet, xurtî. ( bi hêzdar bûn.)
- Çetin, mişkûlayî.
Zerp: 1. Zerb
- Lêdan, lêxistin, şelp.
- Sewre.
- Lihevxistin, lihevdan.
Mane: Darê zorê, zext, zilm, sengî.
Mînak: A rastî, heke wî zor û zerptî nediyana hiş û aqilê xwe nedigirt serê xwe.
Zozan û xozan
Zozan: 1. Deverên çîya, panav.
- Erdê bilind serî pan û dûz. War, aran.
- Plato.
- Xozan: 1. Pirêze, firêze.
- Zevîya ku piştî çinînê nehatîye ajotin.
- Herdê nehatîye ajotin û gil û gîya lê hatîye.
Mane: Erdê bilind ya rast û erdê neajotî bi firêze û gîya.
Mînak: Li zozan û xozanan kom bi kom sewal dîçerîyan.
Zû û dereng
Zû: 1. Bi lez, lezûbez, lezgîn.
- Demekî ne dirêj.
Dereng: 1. Dijwateya “zû”.
- Piştî zemana belî. ( Mînak: Divê saet di 04 an da bihatana, hê jî nehatîye.)
Mane: Çi wext bibe.
Mînak: Zû û dereng ew ê dawî li jîyana herkesî bê.
*
1- Çarîn: Hasbey KÖKSAL
2- Gotin Hasbey KÖKSAL
3-Çarîn: Hasbey KÖKSAL