Hin peyv hene, bi wateyên xwe gelek tiştan bibîrdixînin. Di hişê meriv de gelek tiştan ji razberiyê derdixinin û şênber dikin. Wer bi serê xwe tek dirûvekî, tek amûretekî, tek tevgerekî raveker bê dîtin û hesibîn jî, di eslê xwe de gelek dirûv, amûret û tevgeran dihewînin. Ew peyvana di kompeyvên hevdeng an jî di kompeyvên hemmaneyan de cih nagirin. Bi kok û ravekeriyên xwe, di pêvajoya dîrokên xwe de ji dirûv, ji hewcedariya amûretek, ji kar û bar hêsankirin, ji tevgerekî peydabûne, yan jî ji peyvekî dariştîne, veguherîyane, di fonetika zimên de gîhîştine bêkêmasîyên xwe û tenê bi serê xwe watedar û raveker bûne.
Di zimanan de her peyv, di serada dirokê de seridîye û hatiye vê rojê.
Helbet hin peyv, di vê demê de, bi nasîn û şirovekirina îcadên nû, dîtin û kifşên nû, qewimîn û bûyîngên nû bi nav bûne û di zimên de cih girtin e. Ziman, li gorî demê, bi peyvên nû zindî dimîne. Hin peyv jî, ji holêrabûna dirûv, amûrat û tevgeran, winda dibin. Bê guman, peyv jî dimirin.
Taybetmendiya her peyvê, di dîroka wê de vêşartiye. Di nav bi hezaran peyvên dîrokî de, peyvekî dîrokî jî peyva “kevanî” ye. Peyvekî gelek bandordar, taybetdar û bi bîrxistdar e. Li erdnigarîya Kurdistanê, li gorî zarava û devokên Kurdî bi awayên weke; “kevanî, kavanî, kavanû, kevanû, kewanî, kabanî, kabanû, kebanî, kebanû, keban, keybanû, keybunû, keybonû” têne bilêvkirin. Peyvekî femînîn, yanê peyvekî mê ye. Ji bo jina ku kar û barê malê hildigire, malê diparêze, malparêzîyê, bermalîyê dike tê gotin. Di ferhengan de bi wateya; 1.Jin, pîrek, after, kuflet, kulfet, bermalî, xanim xatûn, xanima mezin, xatûna mezin, keybanû 2. Xidam, gerwaş, aşpêj, xizmetkara malê hatiye nivîsîn û nasîn.
Dema ku Peyva kevanîyê ji aliyê rêzimaniyê ve tê nirxandin, tê dîtin ku peyv; bi peyvekî xweser, bi paşbenikek çavdêr û bi qertafa xwedîbûnê çêbû ye.
Kevanî ; Malparêz. Kesa (jina) ku li ber malê ye, li malê xwedî derdikeve, karê malê dike, xwerin û vexwerina malê çêdike, organîzasyona malbatî dike.
Ke: Mal, malbat, ayle, binemal. (Zazakî, ji key – mal, xanî – Ke)
–Van: Paşbendik. (Di vateya “çavdêr” de, wek parêzker, piştgir, lê xwedîker. Mînak: Şi-van, şer-van, parêz-van. Di vateya “kar, pîşe” de, wek berpirsiyar, pêkhenêr, sazûmankar. Mînak: Masî-van, zêre-van, xwende-van.)
–Î : Paşgira xwedîbûnê. Cînavê xwedanî. Cînavê kesê sêyem a yekjimar.
Di dîroka însanan de, ji dema nêcîrvanî û berhevkariyê bigir, hetanî gelek deman xwedî nîştecih buna înanan jî di nav de, jin, demekî dûr û dirêj ji komên malbatên xwe re, ji komên înasan re pêşengtî, serkirdetî, rêvebirîtî kir û bandora xwe domand. Di vê dewrana daykanî (maderşahî) yê de jin, ji ber taybetî û şiyana xwe ya zayînê, şîrmijandinê û lêxwedîderketinê, bi xwezayê re wekhev hate dîtin û hesibandin. Ji ber vê sedemê, bû hêza hebûna malbat û komeleyan hwd. Di nav vê honandinê de jin, di malê de bû kevanî, kewanî, keybanî, di nav civakê de gîhişte asta banû (ji banî yê banû = bala, berz, jorîn, bilindî) yê. Bi fîgûrê xwe, bi xwezayê re wekhevî û bi berhemdêrînê xwe bû nîgaşa Xwedavendî (Îlahe). Bi navê Xwedavend (Hebat, Kheba, Înanna, Îştar, Nînhûrsag û hwd.) bû çêkerê ol û baweriyan.
Bi navê van Xwedavendan perestgeh hatin avakirin. Mîmarî û jîwar gorî van perestgehan sazbûn. Huner, lîteratûr, mûzîk, pêşbazî, zanistî, teknolojî, hilberî, berxercî, şer, aştî hasilî sosyolojiya komên nêçîrvan û berhevkaran veguheriya û pêşve çû. Serdema Neolitik, dema desthilatariya jin û Xwedavendan bû. Jiyana niştecihî, bi xwe re deriyên beşên karan vekir. Çotkarî, şivanî, hostatî, zêrevan, şervan, merivê olî, bazirgan, karmend û hin meslegên jiyînê hêsan kirin derketin holê. Nifûs li gundik, gund û bajarokan zede bû. Bi zêdebûna beşa karan û zarûreta domdariya karan, dirûva jinan li hember mêran xist asta xirabiyê. Gav bi gav bandora mêran li ser hilberîn, amûrat, ticaret, parastin, êriş û berêriş zede bû. Însanîyet ji serdema Neolîtîk derbasê serdema Kalkolîtîk bû. Serdemekî nû, serdema bavkanî destpêkir. Xwedawend (Îlahe) bû Xweda (Îlah), asta jin ji banûtiyê daket asta keybanû ( Jina mîr, xanima qral. Key = qral, melik, mîr. Banû = prenses, xanim, stî, canik) yê. Di malê de kevanî bû mahkûma nava çar dîwaran û wek keseka bi tenê kar û barê malê bi rêk û pêk dike, zarokan diwelîdîne, dimijîne, ji mêrê xwe re jinîtîyê dike, hate ditin. Ji wê serdama Kalkolîtîk, heta roja îro li ernigarîya me û li erdnigariya hin deverên din ên dinyayê jinan nekaniya serê xwe rakin û pişta xwe rast bikin. Bûn kerîyekî talan û tajanê.
Peyva kevanîyê tenê di wateya “aşpêj, xidam, qerwaş, xizmetkara malê” de dîtin, paşverûyekî pir mezin e. Di pêvajoya mirovbûnê de ruknê herî pêşîn jinan danîye temelê însanan. Însan, li ser vê kokê bûye însan. Bi navê çi dibe bila bibe, bêgûman rejima ku jin têda xwedîgotin û diyarker, serwer û rêvebir nebe, ew rejîm kêm û ne însanî ye. Helbet, ew ê li erdnigariya me, li erdnigariya rojhilata navîn û li erdnigariya deverên ku jin wek xidema mêran tê zanîn û tê nasîn, dê rojekî bi destên jinan ruknê temelê demokrasîyê bê danîn û naveroka kevanî’yê têr û tijî bê famkirin.