Hasbey Köksal: Potograf    

KurdiYazarlar

Di çarçoveyekî li dîwêr da, ji ber tav, hêm, dû, dûxalên pixêrî û cixareyan reng gewrereş bûyî da, potografekî reşspî hebû. Dema merîv diket odeya mezin, piştî paqijî, pîr û pergala odeyê, ew potograf  bi ber çavên meriv diket. Dîmenê potograf meriv dikişand xwe û ber bi kûrahiya zemanê borî, ber bi zemanekî nepen, gîzemî, pirs û mereqbar ve dibir. Bîbikên min li bîbikên wan ve kutayî; di bin nêrînên sê cotçav da, çûm li ser kursîya ber şibaka odeyê rûniştim.

Min nedikarîya çavên xwe ji ser  çavên wan bigirim. Ji aliyekî ve weke ez naskirime, bi çavkenokî ‘xêrhatin’ didan min. Hal û demên min dipirsiyan! Ji ku têm, çi karî dikim, tengasiyên ku ez tê da me, hal û mal û ehwalê min, zar û zêç û nas û dostên min dipirsiyan. Ji aliyekî ve jî wek bi nêrînên nenas li min dinêrîyan. Ez kî me? Ji ku têm? Çi karê min li vir heye, seba çi hatime odeyê? Li kî digerim û dipirsim? Bi hatina xwe, yeknesaktî û bêdengîya odeyê min çima xirabe kiriye? Wer çavbiyanî û bi pirsan qayte min dikirin. Dudilîtiyê da mabûm. Tênegîhiştim ku ew çavana hal û wexta min dipirsiyan, yan jî ez dikişandim ber pirsên zehmetdar!? Hilciniqî, goya ji wan ra netêkildar, min awirên xwe li ser potografê reşspî kişand, li ser kêranên esreqê gerand.

Bêhemdî min hejmara kêranan jimart û stûrî û ziraviya wan piva. Dû ra min çavên xwe gêre zemînê odeyê kir, li dîwarên odeyê, kel û pel û tişt û miştên ku di odeyê da bûn temaşe kir. Min berê xwe da baceyê, di camên qilêr da gulîyê dara ber baceyê û dîtbarîya ezman sêrkir. Lê min çi kir nekir, awirên kesên kû di potografê reşspî da bûn ji ber çavên min neçûn. Min baş dizaniya ku çavên wan  jî li ser min e. Newêrek, min serê xwe rakir qayte potografê kir, di wê demê da bi her sêyan ra hatim çavberî hev. Mû li ser min bû şûjin. Va potokêşên berê, çi potografên ecêp kişandine! Tu bi kîjan pîyê ve biçî yan jî bisekinî, çavên kesên ku di potograf da ye tim li ser te ye. Her sê cotçav li ser min bûn. Yek bi yek şeş çav, şeş awir, şeş nêrîn… Di çarçoveya gewrereş da, ji navê berjor, li kêleka milê hev, potografên sê camêran hebû. Wer xuyadikir ku bapîr, bav û law sê nifş, di çarçoweya gewrereş da, li ser kaxizê di demê da zerzerikî bûyî da kom bûn e.

Bapîr, li aliyê çepê potografê; serqot, rîdirêj, di bin sakoyê reş da îşlikekî spî lêbû. Di qurmiçikiya rûyê mîna xakê da, kûriya giraniya jiyanê, kamiliyek dida rû û çavên kalê rûsipî. Li rexê çepê kalê rûsipî, wêneyê kesekê çil, çil û pênç salî hebû. Şewqe li sêrî, di bin sîpera şewqeyê da qevdek por daketibû ser rasta eni û birûyê zirav. Di bin simêlên qalind da lêvê jêr nîvî  xuyadikir. Bişkoja berstûkê îşlikê damakirî vekirîbû. Di bin sîya çenê da gûzika zengilorê bala meriv dikişand. Di çavan da xemgînî û bêzarî, hêvî û bawerî di nav hev da bûn. Li pîyê rastê potografê, yanê li tenişta çepê merivê simêlqalin, ciwanekî hê sîmêlê wî nû bûtik dabû cih girtibû. Wer xortekî li ser xwe û lihevhatî xuyadikir. Her çiqas potograf bêreng bûna jî, li gorî şewqa ronîya ser por û sîya pêlên por, ciwanekî kejik bû.

Porê xwe yê kej ber bi paş ve şeh kiribû. Di bin eniya fireh da birû û bijangên reş, lêvên tijî û çenika zirav hewayekî narînî dida rûyê wî yê teze. Qerewatakî reng nebelî di stuyê wî da bû. Grêka qerewatê, berstûka işligê reng tîr  kîp û kîp girtibû. Di zelaliya çavan da asûdetî hebû. Yan lawikê ew ê simêl qalind bû, yan jî birazî, dibe ku xwerziyê wî be jî. 

Bi dengê xwediyê malê ra, ez dicihê xwe da veciniqiyam. Wek kesekî  li ser sûc bê girtin, min xwe da hev û çavên xwe ji ser potografê girt. Ez pê nehesiyabûm, nexwe tu nebêjî di wê demê da çavê xwedîyê  malê jî li ser min nebûye…! Kûr û hûr meyzandina min a li potografê, bala malxweyê  malê kişandibû. Got; “Ew kesê rîspî bapîrê min e.” Çavên wî li ser çavên min, bi dengekî dûz û sar axivîna xwe domand. “Di terteleya 38’an a Dersîmê da li Kêrta Mêzgirê hate kuştin. Nehiştin kes meyîtên xwe jî bigire. Hîna jî ew cihê komkujiyê ji ger û serdanê ra yasax e û di bin çavdêriya eskeriyê da ye. Ew kesê li kêleka bapîrê min, apê min e. Dema ku bapîrê min birine mirinê, apê min du salî bûye. Bazirganî dikir. Roja  derbeya 1980’î ji bo karekî  li Amedê bûye. Li wê derê wî digirin bin çavan û davêjin hepisxaneya 5 noliyê.

Bi işekenceyan jiyanê jê girtin.” Navber da axivîna xwe. Li potografê nêriya, wek ax dikişîne serê xwe giran giran pêş û paş ve çend caran rajand, bi dengekî lerzek got; “Va xorta, va  mêrxas û çeleng jî birayê min e.” Di dengê wî da jan hebû. Axînek kişand û bi ser min da vegeriya got; ” Birayê min hîvdeh salî bû. Li lîseyê dixwend. Di payiza sala 1998’an  da di bin çavdêrîya hêzên dewletê da li ber derîyê dibistanê, ji aliyê kontrayan ve hate kuştin. Rêhevalê şervanan bû. Li ser vê bûyerê, ji malbata me , ji malbatên derdorên me  jin,  mêr gelek ciwan çek hilgirtin û tevlî şervanên azadiyê bûn. Nika keriyekî dilê me li çiya, gelî, rê û zozanan e, keriyê din jî guh û çav li wan, di mijûliyên xwe da ne. Ew sê potograf, di demên ji hev cûda da hatine kişandin. Min, wêneyên şehîdên li pey hêviya axa azad, di çarcoveyekî da li ser rûzemîna kaxizekî anî cem hev.” Weke tiştekî xweşik bike, bi kirina xwe qayîl bişiriya. Dîroka serpêhatiya xwe, malbat û neteweya xwe di potografekî da, bi dengekî nerm, kîp û bawermend anîbû zimên. Erdê dîlê min hejiya, çiyayê dilê min ji binî ve lerizî û teqiya.

Çavên min di navbera potografê şehîdan û xwedîyê malê da dihat û diçû. Nedizaniya ku çi bêjem. Xwedîyê malê ji ew halê min ê matmayî û dilşewat famkir û bi awayeke rûbeşûş got; ‘’Halê me Kurdan jî ew e, şer û êş, hêvî û jiyîn, bawerî û berxwedan di nav hev da ye. Têkçûyîn jî, ji kerîyek berxwedanê tê hesibandin. Hema stûxwarkirin, despençemayîn qet di qewlê me da tuneye. Ji ber vê ji sernûve û sernûve bi vê bawerîyê derdikevin qada şer.’’ Sekinî. Gotin û helwesta xwedîyê malê tesîreke mezin li ser min çêkiribû. Bandordar bûbûm. Bi awayeke şermîn min di ber xwe da got; ‘ez bi çi ra mijûlim, li dû çi me, kesên derdora min cîran hemşarî û gelê min li pay çi ne û çi dijîn!? Ewqas ji xwe, ji netewa xwe û ji dinyayê bêhayî me.’ Ji xwe ra diqehriyam, di dilê xwe da gotinên nexweş nema min ji xwe ra got. Şermokî, girtin û dayînên ku li pay bûm awer bi ser ra ji xwedîyê malê ra min  got; li gorî dilê xwedîyê malê em li hev hatin û bi rêzdarî û rûmetdarî ez ji malê derketim.

Ji wê rojê û pê da, min jî dilê xwe kire du kerî. Kerîyek li çiya, gelî, rê û zozanan e.  Kerîya din jî guh û çav li wan di mijûlîya xwe da ye.

 

İlginizi Çekebilir

Fikret Başkaya: Güçlünün güçsüzlüğü, güçsüzün gücü…
Erbil: Kor Mor gaz sahasındaki saldırı Kerkük bölgesinden yapıldı

Öne Çıkanlar