Dema ku meriv li ser kok û rîçikê bawerî û olan lêkolînan dike, tê dîtin ku çavkaniya hemû bawerî û olan xweza bi xwe ye. Li gorî tevgera xwezayê, mirovahî xwe bi cih kiriye, çavdêriye, cêribiye, pirsiye, bersiviye û şert û merc daniye. Xwe bi xwe, bi derdora xwe re, bi xwezayê re pergala têkiliyan çêkiriye; exlaqê çandin, çinîn, bazirganî, aborî û hwd tê da bi awayekî felsefîk ew pergala bi ceza û xelat girtiye bin temînata pîrozperestiyê. Bêguman, hemû bawerî û ol li ser rîçikên hev zîl dane.
Şax bi şax di hev da derketine, ji pirxwedayiyê ber bi yekxwedayiyê ve bi guharîn û veguharîn heta roja îro hatine. Helbet di vê pêvajoyê da gelek bawerî û ol jî, ji ber sebebên tên zanîn an jî nayên zanîn bêhêz mane û ji holê rabûne.
Ji wan baweriyên ku heta roja îro hatine, yek jê baweriya Rêya Heq e. Dîroka raboriya Rêya Heq, digihîje 4 hezar sal berê. Wek baweriyên Zerdeştî, Manî, Mazdayî, Yêzdanî, Yarsanî, Hurmizî; Rêya Heq jî rêç û rîçikên xwe ji baweriya Mitrayê digire. Baweriya Rêya Heq, olekî xwezayî ye.
Xwezaperest e. Ji ber vê yekê, hin bûyingên erdnigariyê yên weke çiya, çem, kanî, dar, şikeft û hinek ajalan pîroz qebûl dike. Ji bona alîkarî û parastina tendûstiriya rih û canê xwe, malbat, mal û milk, bereketa berhemên xwe, ji qeza û belayan, nexweşî û êş û azaran dûrmayinê, sawa xweşguzariya hembawer û însaniyetiyê û tiştên din, ji Xweda, ji Xizir, ji pîrozgehên xwe hêz, taqet, bextewarî dixwazin.
Xizir, di maneya batiniyê da rû û destê Xweda yê vêşartî tê pejirandin. Ji bo însanetiyê dikeve dilan, bi evînekî îlahî ji bo însanan tevdigere. Bi şox û şeng pîrozgehên xwe ziyaret dikin, bi lava û niyaz qurbanan şerjê dikin, kiloran dipêjin, findan vêdixinin û rîtuelên baweriyên xwe pêk tînin. Li ser roja zer, hîva zerî û pîrozgehên xwe soz didin û sond dixwin.
Nêçîra ajalên pîroz ên weke Marê Reş, Xezal, Pezkovî û hwd nakin. Di baweriya Rêya Heq da însan, keriyekî Xweda ye. Di kozmozê da tiştên ku tên dîtin an jî nayên dîtin, zindî yan jî ne zindî di xwe da keriyekî afirîner dihewîne. Ji ber vê yekê, bi rêz û hurmet, bi hezî nêzikê însan, xwezayê û bûyerên xwezayî dibin. Hezî, bingeha baweriya Rêya Heq e û mirov bi rêya heziyê digîhîjê İnsanê Kamil bûyî. Kes, di keseyatiya xwe da divê pêşî rihê xwe paqij bigire û perwerde bike ku ji kûrahiya qilêriyê dûr bikeve, nêzikê deryaya heziyê bibe. Di wê deryayê da, di rihê xwe û kainatê da pûxteyê afirîner fam û hîs bike. Ew rêwitî di çar deriyan da derbas dibe. Rêgezên her derîyekî ji deh meqaman pêk tên.
4 Derî 40 Meqam:
- Deriyê Heq (Heqiyê/Hikûq/Maf): Remza deriyê Heq, hewa ye.
10 Meqamên Deriyê Heq: 1. Bi Heq ra bawerî.
- Bi Pîran ra bawerî.
- Di rêya zanistî (ilm) da çûyin (meşîn).
- Bi ahengên derdorê re bihevkirin (pêkkirin).
- Ziyan nedana jîngeh (derdor) û xwezayê.
- Heq (heqê her tiştî) nexwarin.
- Heqanî û dilovanî (mîhrevanî) bûyîn.
- Ji karen ku li hêjayiyên civakî lihevnayê jê dûr sekinîn (mayîn).
- Paqij (pak, temîz) bûyîn.
- Ji malbatê ra bixêr (sûdmend) bûyîn.
2. Deriyê Rê (Raa/ Raê): Remza deriyê Rê, agir e.
10 Meqamên deriyê Rê: 1. Bi nesîhetên rêberî (murşît) tevgerîn.
- Xwerûbûn, ji gunehan weşîn, zelilîn.
- Di Ayînî Cem ê da cîh girtin, Cem girêdan.
- Musahîptî (rêhevalî).
- Xizmetê wek erk qebûl kirin.
- Bi dilê xwe ra sozdar/sadiq bûyîn, xwe dilfeqîr dîtin.
- Ji bo başî û xweşiyê hewldan.
- Neheqî nekirin.
- Bêhêvî nemayîn.
- Ferzanetî nekirin.
- Deriyê Marîfet: Remza deriyê marifetê, av e.
10 Meqamên deriyê Marîfetê: 1. Xwe zanîn.
- Mîna avê zelal bûyîn.
- Xwedî ilm û îrfan bûyîn.
- Xwedî exlaqê xweşik bûyîn.
- Dilsebir bûyîn,
- Xwedî rûxweşî û xweşdîtin bûyîn.
- Xweperest, ji xwe ra xwez nebûn.
- Ji kîn û rikdarîyê dûrketin.
- Ji xwe ra rast û durist bûyîn.
- Comerd, destvekirî, xurt û zîrek bûyîn.
- Deriyê Rastiyê (Heqîqet): Remza deriye Rastiyê, ax e.
10 Meqamên deriyê Rastiyê: 1. Xwe gihandina hebûna rastiyê (heqiyê).
- Raz û sirê rastiyê (heq) fêr û famkirin.
- Rastiyê zanîn û rastiyê veneşartin.
- Ber bi yekîtî û bi hevretiyê ve yekalîbun.
- Însan yek dîtin, ji însan û însanetiyê hezkirin.
- Xêr û xêrat dayîn.
- Dilnizm bûyîn.
- Kesiyan kêm, piçûk û çavsivik nedîtin.
- Şerma kesiyan nedîtin.
- Perwerdeker û hînker bûyîn.
Baweriya Rêya Heq, wek bawerî û olên din li ser tirs, ciza, xelet, axret (bihûşt û dojeh) felsefeyên xwe çênekiriye. Cinet jî cihnem jî li vê dinyayê ye û di dîl da yê. Bi xwezayê ra hemhalbûyîn û bi xwezayê ra jiyîn esas digire. Di xwezayê da xweda, di xweda da xweza dibine, liser îqrar û rizatiyê wekhevitî, di Rêya Heq da li ser esasiya heqiyê binyat datîne . Bi van esasiyan xwe heyî dike, terza bawerî, jiyîn û jiyanê şirove dike.