Hasbey Köksal: Şexsiyeta Bêşexsiyet 

KurdiYazarlar

 Di pêşbazîya bênamûsîyê da rê nedida kesî. Bêrûtî û durûtîyê ji xwe ra kiribû wak rêgez. Di keseyatîya xwe da tîkek exleq, qenebe bi qasî nîskekî  nirx û giringîya rûmetê nedihewand. Meriv her çiqas xwedîşexsiyet nebe jî, dîsa di kûrahiya insanetîya xwe da sînorê rûreşîyê û şermê dizane; lê di rihê vî kesî da ew sînor jî tinebû. Rûyê xwe, haşa hizûr, te digot qey bi ava gûyê şûştibû.

Berî derbeya 1980’yî, teorîsyenê rêkxistina Dengê Rizgarîya Gel (HKS-Halkın Kurtuluş Sesi) bû. Di bin çeng da pirtûka V.İ. Lenîn “Gavek Pêşve Du Gav Şûnve” û pirtûka Mao Çe Tûng ” Teorî û Pratîk” kêm nedibû. Mîna tûtî, çend hevok ji wan pirtûkan ezberkiribû, difirot kesên derdora xwe û ji xwe ra navdarî kardikir. Jê ra “Xoce” digotin. ” Xoce hat, Xoce çû, Xoce got, Xoce dizane, Ji Xace bipirsin, Xoce şirove dike, Xoce û Xoce filan û bêvan… Xwarin, vexwarin û razan ji kîsê xelkê ku azad dikir bû, pereyên ku bi navê rêkxistinê topdikir jî, ji kêfa xwe ra xerçdikir. Çendî caran li cihên nebaş, di halê xirab da hatibû dîtin.  Di nav rêkxistinan da, di derheqê vê mijarê da niqaş û pevçûnên mezin derdiket, feqat lê nedihat îspatkirin. Her carî bi îlawe û îftira, bi derew û şahidên derewker xwe jê şûştî derxist, mafdar, pêsîra xwe ji destên rexnekaran xelas dikir. Di azmûna têketina zanîngehê da, li şûnda xwe sempatîzanekî rêkxistina xwe ya HKS’ê kire azmûna zanîngehê û beşa Enstîtuya Perwerde ya 2 salan kezenç kir. Bawer bikin rojekî jî neçû dibistanê. 

Heftekî, mehekî li ortê wenda dibû, di wî warê da rêkxistinên wê herêmê lihevdiketin, teqez birîndarek yan jî kuştiyek çêdibû. Di sala 1979’an da li navçeyê polîsek hate kuştin. Ji vê bûyera qilêr payeya çalakvaniyê ji xwe û alîgirên xwe ra derxist, şahiyayek belav kir. Ew cînayetê kir stuyê rêkxistina xwe û ji ber çavan winda bû. Bi dehan gencên bêguneh hatin binçavkirn, di işkenceyan da derbazbûn, bi mehan di hepisxaneyan da man. Paşê eşkere bû ku polês sawa pereyê qumarê hatiye kuştin. Lê mercîyên dewletê nedizaniyan polês ji bo çi hatiye kuştin? Wîsa xweş jî dizaniyan..! Bendikê fîtê di deste wî da bû, îspîyonker û sîxurekî pir kûr bû.

Di gengeşeya darbeyê 1980’yî da demekî dirêj ji ber çavan dûr ket, xwe veşart. Di wê dema geremolê da yên ku çûn, yên ku reviyan derwayê welat, li êlê biyanî bûn penaber. Yên ku man jî di bin dews û zilma zordestan da li girtîgehan û berderiyê girtîgehan şerê serbilindiyê dan. Piçekî bi arambûnê eyamê, teorisyenê HKS’ê dîsa derket meydanê. Ji doh ferq ew bû ku, ne teorîsîyentî ne jî rêkxistin jê ra mabû.  Herkes wer dizaniya ku Xoce jî li ber şûrê derbekeran ketîye û di karê berxwedanê da ye. Tu nabêjî mêrik ji zû ve bêhna derbeyê girtiye, çekên rêkxistinê firotîye, bi tevî çenteyek pere, bêxatirxwestin birk û birûsk li xwe daye. Şans jî lê ketiye û bûye mamoste. Tayina xwe  derxistiye gundekî Traqyayê. Li wir jî dev ji bêexleqiya xwe bernedaye,  bûye sebebê bûyerên nebaş. Pişti gilî û lêpirsînan, tayîna wî dane gundekî din. Li wî gundî jî dest û pê lê nesekiniye. Bi peran, ji ber tanzîmkirina diplomaya dibistana seretayi ya sexte, ji kar hatiye avêtin.  

Wextekî boş û beredayî li der û doran geriya. Di bin navê  komeleya çand û hunera gel da li pey avakirina kargehakî wek meyxanê ket. Di vî karî da jî çirax nebû. Şans cardin li rûyê wî keniya, saziya partiyan serbest bû, bêhna xwe li partiya ku xwe wek xwedîyê dewlet dihesiband girt. Bu serokê partiya navçeyê. Di hilbijartinê da bi têkçûna partîyê, dîsa bê hêvî tût û rût li ortê ma. Vê carê jî nêzikî tevgera azadiyê bû, xwe wer da nasîn. Bi navê tevgerê dest bi teorîsyenîyê kir. Miletê şêland. Tevger pê hesiya. Ji destê tevgerê zor filitî. Rêça xwe dîsa wenda kir.

Çend wext şûnve bi otomabîlekî luks derket hat. Ji hikûmatê teşwikekî xurt girtibû. Li bajêr ofîsek ji xwe ra vekir, sekreterek girt.  Li ser rêya navçe û bajar çend donim erazî ji bav û kalan ji malbata wî ra mabû. Ji mîratgiran bê destûr, bi bîrîkêtan du zol axur çêkir; bi qasî bîst dewar kire bin banê axurê. Bi dewlemendiya xwe piştkîp, bêvilbilind, spî li ser ker vegeriya ser xuyê xwe yê teorîsyeniyê. Li dijî tevgera kurdewariyê, li dijî serxwebûnxwazan kete nav gotegotan. Di demekî kin da jî bi sekretera xwe ra zewicî. Hemû kesên malbatê û nas û dostên malbatê lê rû badan.  Ew serweta bi bayê hat, bi baranê ra çû. Qurişek lê zêde nekir. Di hindirê sê salan da qet tiştekî jê ra nema. Rût û repal a war li bin dîwarê axurê ji destçûyî ma. Xanima xwe, keça xwe ya yek salinî girt û çû mala bavê xwe. Demekî bi tîmên taybet û qontrayan ra karket. Li pey tiştên tarî geriya.

Tirkiye di nav xwe da dikelîya. Siyaseta Tirkiyê kiras veduguhert. Bêhn girt ku partiyekî nû vedibe; îşligê wê partîyê li xwe kir, kumika nimêjê kir bêrika xwe, di bin poza xwe ya kovik da bi qasî qama teneyê ceyê simil berda, bi rîyê qultik ket ser rêya Enqerê. Hate bîhistin ku di lîsteya wekîltiyê da rêza dawî girtiye. Herçiqas di hilbijartinê da nebe wekil jî, hema hêtika mezin jî bi dest xistibû. 

Ofisa xwe, bi potografên xwe yen li Umrê yê di nav libasên ehramê û bi potografên serokê partiya xwe xemiland. Wek nîvhecî, wek tam weazker, dest bi weazan kir. Ji teorîsyeniya dîyalektîkê derbazî teorîseniya metafîzîkê, ji teorîsyeniya materyalizmê derbazî teorîsyeniya skolasîzmê bû. Bi xêr û xweşî tam bibe hecî, ji xwe ra cematekî jî peyda dike. Ji  Xocetiyê derbazî pileya Xoce Efendiyê,  hetanî jê ra rêya Xoce Efendiyê Gavs jî vedibe.  

İlginizi Çekebilir

Van: ‘Kahvaltı Günü’ kutlanıyor
İran: Ji Newrozê heta niha 17 kolber hatine kuştin

Öne Çıkanlar