Hasbey Köksal: Talan

KurdiYazarlar

Di her malekê da, di her binemal û silaleyekê da di wê kesayetiyê da kesek heye. Jê dûr bisekinî dil razî nabe, jê ra nêzik bibî timî zirar e.  Ya rastî, tiştê ku meriv li hember şaş dimîne, yan jî li hember meriv xwe şaşmat dihêle; va kesana çiqas tûj û pîj bibin, çiqas zirardar bibin jî di nav malê da bi awayek xwe didin hezkirin. Xwîntaliya xwe vediguharînin xwînşîrînîyê. Hemû goşeyên deqbaz û xapxaponektiyên xwe yên li ber çavan dadipîn, rêşdikin, sivikbar dikin û ji holê radikin. Bi zimanên xwe yên şîrin, bi henekên xwe yên ji dil, bi xwe baweriyên kûr û xweşûbaşiyên germ, dîsan xwe dibexşînin. Ji wan kesan yek jî  xalê min ê Teyfîq bû.

Ew jî sertaca mala me, kurmê dara me bû. Dema ku ji ankila min ra digot ‘xangê’ di lêvan da heftê û heft ‘xangê’ dirijîya, aqil li serê ankila min diçû, çiqas dua û gotinên qurbanî hebûn ji devê ankila min mîna ava rabûyî diherikiya. Em, zarokên ankila min, xwarzîyên Teyfîq, li dor xalê xwe, bi çavên bi wî şanaz, guhên me li henek û pesnên wî kom dibûn. Spî li ser xalê min ê Teyfiq dibû ker. Bavê min ê çêrbaz, devxirab, girmikên xwe yên li ser qaf û pişta ankila min kêmnekirî jî li ber bayê xalê min ê Teyfiq diket, qazoxên ku ji destê xalê min xwaribû nedianîya bîra xwe. Xalê min jî girmikên ku xwenga xwe rûbalî wan qazoxan ji mêrê xwe xweribû bi bîra xwe nedixist. Çi heyf, di her halî da ankila min li ber nigan diçû…! 

Wê salê, ‘wê salê’ dibêjim yanê salên nodî; di 14’ê meha Gulana sala 1994’an da, eskerê dewleta tirk gundê me dane ber agir, me qet tiştekê xwe ji şewatê xelas nekir. Pez û dewarên me jî dan ber xwe û birin. A wer bê mal û bê hal em li ber derîyê gund man. Me xwe bi zorê gihande Amedê. Em, li malên nas û dostan bi qasî şeş heft mehan man. Pîştra bavê min, xalê min ê Teyfiq û kalê  min Rîza û pîra min Qismet, çi pere di destên wan da hebûn berhev kirin, ji nas û hevalên xwe jî tiştek pere dên kirin û xanîyek kirîyan. Em sê malbat, her yek li odeyekî bi cih bûn. Bavê min li Amedê karek nedît ku tê da bixebite, ez û bavê xwe ji bo şixulê em çûn Stenbolê.

Mala xwenga min a Abîde li stenbolê bû. Em çûn û bûn nîvanê wan. Da nizanim  li wir mayîna me wek nîvandarî dihate qebûlkirin an nadihate qebûlkirin. Ji bo xwedê, me çavreşîyek jî nedît. Em, di înşeatan da dixebitiyan. Rojekî ji me ra xeberek hat, gotin xalê min ê Teyfîq, xanîyê ku me bi hev ra girtîye, firotiye. Xalê min ê ziman şîrin, rovî aqil, bi rêkî bav û kalê min xapandiye û tapûyê xanîyê girtîye ser xwe.

Ha ho, way lo, bavê min bû topa Ûris. Diteqiya û diguriya. Bi kurmancî û bi zazakî çiqas çêr hebûn dida pêy hev û digot. Wer bi tamijî, wer ji dil, wer bi helbestikî digot ku bijiya meriv pê dihat, ka te jî digot ez jî tevlî vê seremonîya çêran bibim. Bavê min gava ku digot; “Têfo Têfo  ez di ….” yan jî  “biko biko Têfo ez di …” rû lê sor dibû, temara gewriya bavê min mis û mor lê diperçifiya.   Demildest, me bilêtên xwe birrî û em vegeriyan Amedê. Bi rastî em sê malbat, di mala xwe ya hevpar da, her malbat  di odeya xwe ya taybet da bûbûn kirêdar. Xalê min ê Teyfîq, bi awayeke bêxem, guhbifireh wek kesekî ku du sê zebeş firotîye got; “Min seba tîcaretekî xanî firot, lê ez çi bikim kar û zirar birayê hev in. Zirar bû para min. Qismet!” Hêrsa bavê min di çavan da difûriya. Wek hertim, dîsan gûza pûç di serê ankila min da şikiya.                                        

Pir dem di ser vegera me ya ji Stenbolê da neçûbû, xalê min, bi gundiyekî me ra xeber şande ku roja çarşemê li gund, li benda min e. Wan salan telefon melefona destan tinebû. Telefona malan, ew telefonên sabîte hebûn. Şaş mam! Çi karê xalê min li gund heye.? Ma gund ma!? Gund nebû xopan û pag? Ji bavê xwe dizî rabûm çûme gund. Wêraniya gund, xaniyên me yên şewitî, bêkesî û bêdengîya gund dilê min êşand. Xalê min, di paga kadîna mala xwe da li benda min bû. Bi ken min pêşwazî kir, pesnê min da û herdu çavên min maç kir. Got; ” Li Licê karê min heye, tu vî tûrikî bibe Amedê, ez sibeh an jî dusibe têm. Ha, yek jî bila heya kesîyan ji tûrikê tunebe.” Tûrikê kîp û kîp dev girêdayî da destê min. Tûrik hinekî jî giran bû. Di tûr da çi hebû, çima xalê min ji bo vî tûrikî ez anîm ev gundê me yê xopan, min mereq nekir. Ya rastî, min mereq kir, lê ji şermana, ji ber daxweza xalê xwe, xalê min ku wer xwestiye dême tê da hîkmetek heye got û jê nepirsiya. Ew li wir ma, ez daketim ser rêya asfalta Licê û Amedê, li benda dolmîşê sekiniyam.                                                                                                                                             

Dora ro ya din, xalê min bi çanteyekî hat. Min, tûrik li mal, di nav lihêf û batanîyên li ser cildankê da vêşartibû. Xalê Teyfîq, di nav lihêf û bateniyan da emanetê xwe girt, girêka devê tûrikê qontrol kir, bi baldarî di çanteye ku anîbû da şûnd kir. Ew qontrola girêka devê tûrikê ji çavê min nereviya. Kêfa xalê min li şûndê bû. Wek her tim dîsa dest bi henek û şîrinbaziyê kir. Di bêrika sakoyê xwe da bilêtek û du sed û pênce panot derxist û got; ” Xarziyê min, beranê xalê xwe, vî pereyî û bilêtê bigir, êvarê saet di şeş û nivan da rêwiyê Stenbolê yî. Ez jî piştî çend rojan şûnve têm. Çante emanetê te ye. Tê da hinek kevirên madenî hene. Ez ê nîşanî du sê kesên zana bidim, belkî feleka xayîn ji me ra bibe yar û li rûyê me jî bikene.” Çante ji aliyê min ve tan da. Ez di hundirrê xwe da, derewê ku ji bavê xwe ra bibêjîm difikirîyam.

Êvarê, saet di şeş û nîvan da ez bi rê ketim. Di rêwitiyê da min zahmetiyek nekişand. Heta Meletîyê bi qase sê çar ciyan otobusa me ji aliyê polêsên taybet, cenderme û qoriciyan ve hate sekinandin, nasnameyên me qonrol kirin, baxajên rêwiyan seh kirin. Ewqas. Ji Meletîyê wêdatir jî ne nasname, ne jî baxajên me nehatin qontrolkirin.

Sax selîm ez gîhiştim Stenbolê. Li taxsiyekî siwar bûm û çûm mala xwenga xwe. Bi şa, şaşbûyî û mereq pêşwaziya min kirin. Ji dil hal û demê min, dirûva malînê, xizm û nasan pirsiyan. Bi şans, mêrê xwenga min, zavê me Cengiz jî li mal bû. Ji bo karekî, ji kargeha xwe îzin girtibû. Piştî xwarin û vexwarinê, xwenga min, sebebê hatina min a Stenbolê pirs kir. Min jî qala tûrik, kevirên madenî, iş û daxweza xalê Teyfîq kir. Rengê rûyê zavê me çû. Bi hêrs; “Yaw tu çi ji gotinên wi sextekarî bawer dikî. Dîsan li pey çi karê pîs û şeyteniyê ye?” got û çante ji min pirsiya. Min çantik li paş derî, li ber vestiyerê hiştibû. Ez çûm, min çante anî û li ber qoltixa ku zavê me rûniştî bû danî. Zavê me, çante rakire hembêza xwe, fermûara çaneteyê vekir, tûrik jê derxist. Kelecaniyek bi min ket. Çavên min li tûrik bûn. Ewqas zeman tûrik bi min ra bû, meraq û kelecanî tinebû. Li ser hişyarîya zavê me ew gumanî û mereq li min peyda bû. Bi destên lerzek, piştî cedêlekê dirêj girêka kîp vekir. Di tûrikê da li poşetên laylon û bandên zelokî pêçayî pênç parçe eşya derket. Çar parçe, çargoşe, parçek jî wek gundor sîlîndîrîk bû. Meraq û kelecaniya me hêj zêde bû. Zavê me, lezelez laylon û bandên li ser parçeyêkî qîşkir û bizdand. Tê da mina kevirê sallik, kevalberek derket.

Li ser kevalberê nivîsên bizmarî hebûn. Rehendên kevalberê nêzikî sî û sî û pênç santîm, qalindî jî bi qasî çar pênç santîm bû. Zavê me, pakêtên din jî lezelez vekir, di wana da jî kevalber derketin. Her çar parçeyan li erdê, li ser xalîçeyê rêzkir. Her çar kevalber, hema hema di yek mezinî, giranî û şiklê da bûn. Nivîsên ser kevalberê wek rêça lingê çûçik û mirîşkan dixingiya. Xêzik xêzik û di navhev da bû. Ez, xwenga min û zavê me wer matmayî, demekî dirêj me li kevirên xêzxêzikî sêrkir. Di pakêta gundor da jî  peykereki hesinî derket. Bi qasî bist santîm bû. Kumekê dirêj li serî, herdu pîlan li ser sîngê xwe bi şiklekî çeperast dabû serhev û sermilên xwe girtibû kefa destên xwe. Fîstanekê dirêj lê, di bin dawa fîstanê da pozikê solê lingan xuyadikir. Li rûyê peyker çav, birû, û bijeng wek ne zelal, wek di xeweka kurda, di lêvan da nîv bişirînek hebû. Peyker aydê xwedawendeke bû. Te ku hûrgili lê temaşe bikirina û li ser bifikiriyana, tesîrekî sihêrî dida te û te kaşê kurahîya xwe dikir. Xwedê neke, îmana meriv sist dikir!? Bi dengê zavê me ji wê dirûva matelmayî derketim. ” Yaw aqilê meriv nagire, ev xalê we  yê fenek, rokî xaniyê we difiroş e, rokî li pey qaçaxçîtî ye, rokî nizanim li pey çi ye… Wê salê, bavê te conegayekê xwe firotibû wî, perê sexte dabû bavê te. Bavê te nizane ku pere sexte ye û radibe diçe bajêr ber zêrvan ku perê xwe bike zêr, zêrvan jî wî dide girtin. Sê roj û sê şevan di nezaretê da nema!? 

Aha îro jî bermahiyên dîrokî daye destê lawikê çardeh salî û şandiye Stenbolê… Nabêje cenderme, polês, dewlet, kesek pê bihese! Xwedê muhefeze pê bihesiyana çi dihate serê vî feqîrî, aqil dike!? Teqez, xalê we pereyê xaniyê we di xumarê da xweriye, yan jî daye van kevirên xêzikî” got û bi ser min da vegeriya; “Ha ji te re yek ji van sallikan bigir. Ev heqê te ye. Ji xwe ra bifiroş, heqê xwe derxîn e. Çer be li ser rê ya Licê, li Zarga Fîsê, li bajarê kevnar ê Deqyanûs ji van kevalberan pir hene. Ma qey Hûrî, Mîtanî, Asûrî, Nêrbî, Kardokî, Med û yên din ji bo Teyfo û yên wakî wî, ew peykerana çêkirin û ew nivîsên bizmarî lî ser keviran nivîsiyan? Bila Teyfîq Efendî du sê sallikê din bidizî, nebû bikirî. Va talan e talan. Talana dîrok û çanda erdnigarîya me ye.”  Wer hêrs bûbû ku kef bi devê wî ketibû. Di nav  kevalberên ku li erdê, li ser xalîçeyê rêzkiribû yekê girt û da min.                                          

Roya din, xalê Teyfîq nîvrokî hat mala xwenga min. Zavê me çûbû ser karê xwe. Li mal ez û xwenga xwe, em tenê bûn. Piştî haldem pirsînê, xalê Teyfîq bi dengekî germ ji min ra got; ” Şêrê xalê xwe, ka ew valîza min li ku ye?” Ez ji ciyê xwe rabûm, çûm li paş qoltixa sêmend min valiz derxist û anî li ber danî. Gava ku valîz dît, kenek li rû axme bû. Ji koltixê xijê jêr bû, li ber valîzê rûnişt. Fermûara valîzê vekir, tûrik jê derxist, li girêkê devê tûrikê nêriya. Kena rûyê wî cemidiya. Bi çavên gumanî, çavên xwe kuta çavên min û got; ” Xarzî va hatiye vekirin…” di dengê wî da tirs û lavayî hebû. Min got; “Erê, Cengiz vekir.” Dengê xwe nekir. Devê tûrikê vekir, qayte hindirê tûrikê kir. Mirûz lê daket. Çav li hindirê tûr, got; ” Di vir da çar parçe heye, divê pênç bûna, yê din li kû ye?” Gotinên wî wer ji ortê ra bû. Xwenga min bersiv dayê û got; ” Cengiz ji wan sallikan yekê da birayê min. Ev kevirana hetanî vê derê anîye. Heqê birayê min jî têda heye. Îşek bihatana serê wî, me yê ji kê ra çi bigotana!? Te ji bo karê xwe lawik avitiye agir.” Xalê Teyfîq qet tiştek negot. Demekî dirêj bêdeng ma. Piştra dîsa wer ji ortê ra got; ” Min heqê kesî inkar nekiriye. Ez ê bibim vê emanetê teslîme xwedî bikim, pereyên xwe jê bigirim, helbet heqê xwerziyê xwe jî ez ê zêdetir didim. Him, hûnê wî sallika bi tenê bifiroşin kê? Nasên wa heye? Xarziyên min, ez heqê we inkar nakim. Zêdetir dibêjim zêdetir, bi min bawer nakî…!?”

Rast digot. Nasên me tinebû. Ez çûm min sallikê ķu zavê me dabû min, anî û da xalê xwe. Kêfa xalê Teyfîq dîsa hatibû cih. Dest bi henek û zimanşîriniyê kir.
Ew heq û ev heq… Xalê min ê Teyfîq hê jî heqê min dide…

 

İlginizi Çekebilir

Azad Barış: Gerçeklerin boğazlandığı çağ; Medyanın ve yargının suç ortaklığı
Boykot çağrıları: Muse İstanbul konserini erteledi

Öne Çıkanlar