Hasbey Köksal: Ziman û Zeman -3

KurdiYazarlar

            Ziman, şert û mercên  netewebûnê da stûna herî girîng e. Stûnên din, bi kurt û kurtasî; welat, çand, dîrok, doz (mengî, mefkûre), hest, adet û tore û hwd. bi rehetî  dikarin bibêjin. 

        Civak, gel û neteweyan; Ji ber di yek coxrafîyayê da bûyîn, ji ber coxrafî cîrantî, bazirganî,   teknolojî, olî, şer û  aşitîyê û hwd. ji hev peyv girtine û dane hev. Ew pêyvana li gorî fonetîka zimanên xwe veguhartine, lê bûne xwedî  bikaranîne. Va tiştekî xwezayî ye. Taybetîya zimaman piçek jî wiha ye. Ziman, bi hêsanî ji holê ranabe, xwe xira nake. Ji derdorên xwe peyv girtin, an jî dayîn, an jî, ji peyvekî bîyanî best jê wergirtin, ziman, fireh, geş û kûr û jîndar dike. Her peyv, berhemên  parzûna salan e. Winda bûna her peyvekî, di stûna kultûra ziman da kevirek jê qetîn e. Di çanda gerdûnê da kêmbûna rengekî ye. Lewra, ziman, di xwemalîyê da dîroka netewe, di gelenperîyê da dîroka însanbûnê ye. Hevgirêdana do û sibehê ye. 

       Li gorî lêkolînên zanyaran, pêvajoya dîroka zimanan, encax qase ji sedî deh  hatîye  şirovekirin û zelalkirin. Dîsan li gorî mirovên zanyar; li derdora 12 hezar sal berê, li ser rûxalê gerdûnê 6 mîlyon însan dijiya û  bi  3 hezar zimanên cuda diaxivîyan. Îro, nifûsa Dinyayê 5 mîlyar e, 6 hezar ziman tê axivandin. Bi kurtasî, 12 sal berê, 2 hezar kesan re zimanek diket; îro, 6 mîlyon kesan re zimanek dikeve. Tê gotin ku; sed sal şun ve, nifûsa cîhane dibe 12 mîlyar, 600 ziman encax şun ve dimîne.

        Mixabin, îro, gelek ziman bi xeterîyê ra rûbirû ne. Ji ber çi ziman dikevine bin xeterîyê û dimirin?

  1. Nijdeperestî, ziman qedexekirin, pişaftin/asîmîlasyon.     
  2. Şer, komkujî/jenosîd.
  3. Penaberî, sirgûn
  4. Bandora çanda serwer û çanda bêparast. (Sosyal Darwînîzm)
  5. Globalîzeya  aborî.

        6 Globalîzeya sîyasî.

  1. Teknolojî.

        8.Capemenî. (Tv, rojname, kovar, radyo, înternet, endustirîya fîlm û rêzefîlman û alavên din.)

        Xuyaye ku, li cîhanê zimanên bi awayekî bê parast, bê hêz, bi bandor û dorpêç mane; wek zimanên Sumerî, Hîtîtî, Akadî, Finîkî û hwd. di demekê kin an jî dirêj da ji holê rabibe. Îro, di nav zimanên heyî da, ji sedî  20 hema hema di kategorîya zimanên mirî (navbera 5 û 20 kesan da tê axavtin),   ji  sedî  20  jî di kategorîya li ber mirinê de, yan jî ber  bi mirinê ve dîçe. Dîsa, ji sedî  50 yên din, zimanên xwe hindik  diaxivin û mimkune di pêşerojê  da ew zimanan jî bi mirinê ra rûbirû bimînin.

      UNECO, tinebûna zimanan di 6 qonaxan da kategorîze kirîye:

  1. Zimanên mirî: Yên ku wî zimanî diaxivin nemane.
  2. Zimanên li ber  mirinê: Dapîr û bapîr û kokim wî zimanî pir hindik diaxivin.
  3. Zimanên ber bi mirinê ve: Bi piranî  dapîr û bapîr û kokim bi wî zimanî diaxivin.
  4. Zimanên bi awayekî aşkere ber bi mirinê ve: Bi piranî dê, bav û kokim bi wî zimanî diaxivin.
  5. Zimanên bi awayekî ber bi mirinê ve: Zarok gişt wî zimanî diaxivin, lê ji alîyêkî ve jî hemû zarok wî zimanî bisînor bi kartînin.
  6. Zimanê jîndewar: Ji zarokan heta kokiman komên civakê gişt wî zimanî diaxivin.  

        Ji ber astengîyan, an jî ji dil, bi zimanê xwe neaxivîn û hîn nebûn, di her hal û karî da derîyê mirinê ji ziman re vedike. 

       Tinebûna zimanan, di pêvajoya  3 nifsan da pêk tê û kêm zêde di sed salî da bi dawî dibê. Di vê pêvajoyê da nifşê duyem, an jî, ji dil (çand û zimanên xwe biçûk dîtin/kompleksa civakî), zimanên xwe pir kêm bikartînin, ji zimanên xwe fedî dikin, pê qayîl nabin,  bi antîpatî ji zimanên xwe dûrdikevin, an jî, ji ber zext û zordarî (neçar mayîn) zimanên xwe nikarin rojanê, di kar û xebat û bazirganîyê da bi kar bînin. Di her halî da êdî zarokên wan, di derheqê zimanên xwe da bêzan, têkilî qut û ji zimanên xwe  bêhayî dimînin. Tenê di asta çendîn peyv û biwêjan da diaxivin. Di axavtinên xwe da nikarin bal bidin morfolojî, aheng, şert û mercên rêz û qeyîdeyên zimanên xwe. Di hişê nifşê çaran da jî ew ziman, wek navek dimîne. Mirina ziman, di heman demê da mirina wê civakê ye jî.

        Di lîteratora fîlolojîyê  da, hemû ziman bê kêmasî yeksan in, girîng û nirxdar in. Ziman, çiqas reng û ahenga, çand û hunara civak/neteweya xwe bibe jî, ewqasa jî reng û aheng, çand û hunera cîhanê ye jî. Ti carî û  qet, bi çi navî û bi çi hincetî dibe bila bibe, heqê civak, netewe, û dewletekî tine, ji xeynî zinanê xwe, zimanekî yan jî zimanan bibandor, bisînor, qedexe û asîmîle bike.  Va şermekî giran, rûreşîyekî mezin û bêyomîyê. Kîjan ziman, dewlet, netewe û civak vî sûcê dermirovî  digire ser milê xwe!? 

 

İlginizi Çekebilir

Behice Feride Demir: Li ser Golda Meîrê çend têbinî
Halil Dalkılıç: Kembera erebî û kemberên Tirkiyê; Bêkurdkirin!

Öne Çıkanlar