Di dîroka mirovahiyê da însan her daîm, li hember zirar dayîna bûyerên xwezayî, li rêyên çareserîyê gerîyane. Lehî, tsûnamî, erdhêj, brûsk, şewat, perok, teqînên çîyayî û hwd. tim bûne tirsehêza însanan.
Halbûkî ev bûyer, hemû rûtînên xwezayî ne. Şuxula xwezayê ya navxweyî, yanê jîyana xwezayê ya xwezayîne.
Dema li hember van bûyerên rûtînî yên xwezayî mal û milkên însanan zirar dîbînin, însan vê weke “karaset û afetê” diwesifînin.
Başe, wê çaxê sûcdar kî ye!?
Weke mînak; Em bêjin çiyayekî teqiya û bi vê teqînê ra hemû zindiyên hawirdorê, dûr an nêzik bi awayekî neyînî bibandor bûn. Yan jî bi tesîra vê teqîna ra şiklê erdnîgarî û avhewaya wê derê guherî û rêza herîkîna demsalan jî tevlihev bûn, ev nayê wateya tunebûna xwezayê. Xweza dîsa jî, ji nû ve xwe nûjen dike û rêyekî dide jîyanê.
Di çêkirina pîvana hewayê ya sala 2010’an da, karbondîoksîda (CO2) ku bi destên însanan hatîye berdan 35 gîgaton e. Li dinyayê hemû çîyayên agirî (yên bin avê jî di navda) navbera 0,13 û 0,44 gîgaton da ye. Yanê însanan 80 û 270 qat zêde karbondîoksît berdane hewayê.
Zirara ku bi teqînên çîyayî, erdhêj, lehiya çem yan jî tsûnamiyê daye însanan, li ber zirar dayîna însanan ne tiştekî ye!
Bi gelemperî însan dixwazin ji bo berjewendiyên xwe teşe bidin pergala xwezayê û suxretekî mezin lêbar bikin. Bêdengîya xwezayê herdaîm wek dayende tê qebûlkirin. Serarestkirin û jinûvekirina xwezayê jî wek paqijkeriya qirejîya xwe dibînin. Divê neyê ji bîrkirin kû însan jî parçeyek ji xwezayê ye. Nê kêm, ne zêde. Însan teşekarê xwezayê, xweza teşekarê însan e.
Bûyerên xwezayî, teşeyekî mezin dane jîyan, dîrok, hilberîn, serfkirin û foklora mirovahiyê. Di bingeha çanda jîngehî, xwarin û vexwarin, cil û berg, çand û huner, stran û helbest, destan û çîrok, bazar û bazirganî, ol û bawerî, êriş û parastin, şer û pevçûn, lêdan û lihevhatin, hasilî di her tiştên însaniyetiyê da şikl û şemal dayîna xwezayê heye.
Helbet di siruştiya însan da, tevî meraq û pirsê, lêgerîneke bersiv dayînê û hêsan kirina jiyana xwe jî heye. Ji bo vê jî, rêzkarîya pergala fikrîna zanîstî, ji bo însan bûye rênîşander. Başe, wê gavê zanistî çi ye? Bi kurtasî zanistî; fizîk û kimyaya xwezayî û bûyerên xwezayê bi metoda çavdêrî, ceribandin û lêkolînê şirove kirin e.
Xweza û zanîstî hevkarên hev in. Însan bi çi nîyetê nêzikê xwezayê bibe, xweza jî bi wî awayî nêzikî însan dibe. Xweza, heqê tu tiştekî nade tiştekê din. Bi zordarîyê jî jê bigirin, zû û dereng însan di bin vê neheqîyê da dimînin. Mînak şewba Covîd19’ê dinyayê çawa exter û bûder kir!
Tirsa însan ne li şûndê ye. Dermanê tirsa însan bi rê û rêbazên zanistîyê, rêhevaltiya bi xwezayê ra ye. Hewceye însan rê nedin berjewendîkar û çavbirçîyan…