Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciyê de jî ev kompeyv gelek zêdene. Taybeta van kompeyvan, bi du peyvan pêk tê. Herdu peyv tîpa “û” yê digire nav xwe , “û” karekî wak girêdek hildigire. Herdu peyv jî ji “û” yê hêz digire yan jî hêz dide “û” yê.
Rêzenivîs: 10
Di zimanê kurdî, zaravayê Kurmancîyê de COTEPEYV
H
Hacet û macet
Hacet:1. Tişta/tiştê ku tiştek pê tê kirin yan jî tê çêkirin.
Macet:1.Tiştên ku navê wan nayê gotin (gelemperî hemî).
Mane: Amûret.
Alet û malet.
Mînak: Ev bû çend rojin hosta çûne û hacet û macetên xwe li vê derê hiştine.
Haj û bac
Haj:1. Kurteya hay ji. (Hay ji xwe hebûn.)
- Hay, xeber, agahî, zanîn, melûmat.
Bac:1. Pereyê ku her kes li gora rêjeya muçeyê xwe dide dewletê. Bide, xerac.
Mane: Agahî, haydarî, pêzanî, zanîş, hayûbay.
Malumat.
Mînak: Em bi haj û bacê xwe dizanin.
Hal û ehwal
Hal:1. Rewş, barûdor, kavdan, wazîyet.
Ehwal:1.Rewş, hal, kavdan, çawanî.
Mane: Rewş, wazîyet.
Çawanî.
Mînak: Ew çi hal û ehwal bû hatibû serê wan kesana?
Hal û hewal = hal û ehwal
Hal û dem
Hal:1. Rewş, barûdor, kavdan, wazîyet.
Dem:1.Zeman, wext, çax, heyam, kêlî.
- Gîyayê ku jê çay çêdibe.
Mane: Rewş û waxt, hal û ehwal, hal û kêf.
Li rewş û waxta yekî pirsîn.
Mînak: Piştî demeke dirêj, me hal û demê hevdu pirs kir.
Hal û rewş
Hal:1. Rewş, barûdor, kavdan, wazîyet.
Rewş:1. Hal, kavdan, barûdar, zirûf.
Mane: Wezîyet, barûdox
Mînak: Kesên di hal û rewşên xweş de bin, haya wan ji hegameyên dinyayê çênabe.
Hal û mecal
Hal:1. Rewş, barûdor, kavdan, wazîyet.
Mecal:1. Derfet, fersend, mefer.
- Qam, teqet, qeram, karîn, kanîn, hêz.
Mane: Hêz, taqet.
Karîn, kanîn.
Derfet, îmkan.
Mînak: Hal û mecal di me da nema.
Halik û malik
Halik:1. Rewş, hal, wazîyet
- Taqet, hêz, mecal.
- Afirîner, xaliq.
Malik:1.Kurm, malûlik, tîzmar. Kurmikên ku piştî baranê ji axê derdikevin.
2.Kapsûl.
3.Xanik, mala piçûk.
Mane: Quwet û hal,
Hal û malê ( wî çi ye?)
Mînak: Halik û malikê xwe tune, hunerên mezin dike!
Har û dîn
Har:1.Tund, dijwar, hêç, qehirî, xezebî, hêrs.
- Kîndar.
- Harbûyî.
Dîn:1.Bawerî, ol, perestkarî.
2.Bêhiş, bêmejî, har, bêaqil, akilsivik.
- Dîtin.
Mane: Hêç, şaqiz.
Aqilavêtin, hiş windakirin.
Mînak: Kesên har û dîn, bi ser bela xwe dibin.
Har û hac
Har:1.Tund, dijwar, hêç, qehirî, xezebî, hêrs.
- Kîndar.
- Harbûyî.
Hac: 1. Har, hêç, hêrs, qehirî, xezebî.
Mane: Bikerb, kîndar, hêç, hêrs.
Şaqizî, şûm, horinî, rûdîtî, rûgirtî.
Mînak: Kûçikên devreşî, har û hac in.
Hebûn û nebûn
Hebûn:1. Xudana/xudanê tiştekî bûn. Xwedîya/xwedîyê tiştekî bûn.
- Li derekî bûn, peyda bûn.
- Tiştên ku li dinyayê hene.
- Mal, milk, dewlemendî, zengînî.
Nebûn:1. Dijwateya bûnê.
- Tine bûn.
Mane: Mal û hal, mal û menal.
Saman, hebûn, serwet.
Mînak: Hebûn û nebûna feqîran, tenê kincê ser wan e.
Hed û şed
Hed:1. Sînor, hidûd, tixûb, merz. Navbera du welat, dewlet an deveran.
- Kevira ku weke qapaxê didin ser gorê.
Şed:1. Ji “hed” ê şed. Tê wateyê ast, rade, pîle.
- Peyvekî muhmel, bi serê xwe bê wate ye.
Mane: Sînor, hidûd.
Sînorê xwe zanîn.
Mînak: Çi merivên bi hed û şedên xwe nezanin.
Hed û hidûd
Hed:1. Sînor, hidûd, tixûb, merz. Navbera du welat, dewlet an deveran.
- Kevira ku weke qapaxê didin ser gorê.
Hidûd:1.Sînor, merz, tîxûb. Navbera du dewlet, welat an jî deveran.
- Hed.
Mane: Sînor, tixûb.
Sînorê xwe zanîn.
Destpêkirina sînoren kesên din zanîn.
Mînak: Ne tenê di civatê da, meriv her tim li her derê, hed û hidûdê xwe pêwîste baş bizanibe.
Heft û Heşt
Heft:1. Hejmara- 7, VII.
Heşt:1. Hejmara- 8, VIII.
Mane: Lêzêdekirin, gengeşe,nîqaş.
Dubendî, hevrikî, ne hevberî.
Mînak: Heft û heştê helandî(1).
Hej û pej
Hej:1.Hez, hezkirin.
- Qirş, çirpikên daran.
- Leq, liv, hejan.
- Karê ku bi diltengî tê kirin.
Pej:1. Hejik, êzingê hûrik, qirşik. ( Serhejikê riwekan. )
- Sîber, sî, talde, bersih. Cihê ku tav pê nakeve.
- Ezbet, eşîr, hoz.
Mane: Sist û bêpergal.
Gulî û şax, reh berdan.
Mînak: Ew bi vî halê xwe yê haj û pej qet nikare tiştekî jî bike..
Hel û berhelî
Hel:1.Tewla hespan.
- Çare, çareserî.
- Şikandin, helkirin, hûrhêra kirin, şikandin û hûrkirin.
- Xwarin û hêrandin. (Argo).
Berhelî:1. Ji “hel” helhelî kirin, helhûr kirin.
Mane:Piç û parî, hûrhêra kirin yan jî hûrhêrabûn.
Helhelî kirin yan jî helhelîbûn.
Ax tiraf.
Mînak: Di şer û pevçûnan da ne dil dimîne, ne jî derî û şibak, her tişt hel û berhelî dibin.
Helk û helk
Helk:1. Dewlika darîn.( Dewlika ku bi textikên daran hatîye çêkirin.)
- Bêhn, hilm, bîn, nefes.
Helk:bnr.”helk”.
Mane: Helkehelk, bêhnepişk.
Mînak: Ji ber germahîya tava havînê se û kûçikên me dikirin helk û helk.
Henek û qerf
Henek:1. Gotinên ku meriv dibêje û guhdarvan pê dikenin. Yarî, qerf, tinazî.
Qerf:1. Henek, yarî, tinazî, galte. Gotinên ser yekê/yekî daku guhdarvan bi wî/wê kesî bikenin.
Mane: Yarî, pesqel, nûkte.
Gotinên ku meriv pê dikene.
Mînak:Rêwîtîya me bi henek û qerfan derbaz bû.
Heq û neq
Heq:1. Maf.
- Giranî, qîmet, nirx, biha, destheq.
- Mafdar.
- Rast.
Neq:1. Neheq.
- Bêdad, zalim, zordar, stemkar.
- Nerast, nedirist (merivê), bêmaf, bêheq. Dijberî peyva heq.
Mane: Mafedar û bêmaf.
Biheq û bêheq
Mînak: Bila du merivên zana bên, di vê mijarê da heq û neqîyê ji hev derxînin û zelal bikin.
Heq û heqî
Heq:1. Maf.
- Destheq, giranî, nirx, biha
- Rast.
Heqî:1.Dad, dadmendî, rastî.
2.Qanûn, zagon.
- Heqîqat.
Mane: Mafdarî, heqdarî.
Bi zagonî, tişta/tiştê ku li gora zagonê rast e.
Heqanîyet
Mînak: Hewceye ku meriv bi rêya heq û heqîyê bizanibe.
Heq û misteheq
Heq:1. Maf, destheq, giranî, nirx.
Misteheq:1. Rewa, heqkirî.
Mane: Heq kirin ( kesen ku rewşa xerab heq dike.)
Liyaq, heqkirî.
Mînak: Xwedê heq û misteheqê wî bide.
Hes û bes
Hes:1.Hest, hîs, dilîn.
2.Bê dengî û bê bêhn.
Bes:1.Êdî na, êdî ne.
2.Têr.
3.Bi tenê.
4.Lê, feqet, lê belê, lakîn, ema.
- Pes.
Mane: His û pis jê derneketin,
Bê dengî.
Bê deng û beng .
Mînak:Li hember heq û heqîyê, hes û bes ji wî/wê derneket.
Hesab û kîsab
Hesab:1. Kirarê matematîkî.
2.Hijmartin, jimartin, hejmartin.
- Hijmarnasî, jimarnasî, hejmarnasî.
- Tiştekî li ber cavan kirin, hesabê tiştekê/tiştekî kirin.
- Gotinê li gora xwe, gora berjewendîyen xwe.
Kîsab:1. Kitêb, pirtûk.
Mane:Hisab kitab.
Mînak:Di vê mijarê da têk çûn jî heye; bila hesab û kîsabê xwe baş bizanibin.
Hest û nest
Hest:1. Hîs, hes, pejn, pêjn, dilîn.
- Pêhesîn, pêhes, hayjêbûn. (Ramanê ku di meriv da peyda dibe. Wake tirsê, şabûnê, xemgînî…hwd.)
- Pêşzanîn, pêşhîskirin. Dilbêjî. Pêşdîtin.
Nest:1. Ji “hest”ê nest. Hîs, hes.
- Peyvekî muhmelin, bi serê xwe bêwateye.
Mane: Dilîn û hîs
Hîs û hes.
Mînak: Bê guman hest û nestê xwe yê şeşemîn di helbestê da anîye zimên.
Hestî û henav
Hestî;1. Avakarê kakût. (Di laşê mirov û heywanan da beşa req û sipî .)
- Bihes, hîsî, dilînî, dilzîz.
Henav:1. Hinav.
- Organên hundir mirov û heywanan. ( Dil, hûr, rûvî, gûrçik…hwd.)
Mane: Avakarê kakût û organên hundirê laş.
Mînak: Hestî û henav bûn para gur û rovîyan.
Hestî û hencav
Hestî;1. Avakarê kakût. (Di laşê mirov û heywanan da beşa req û sipî .)
- Bihes, hîsî, dilînî, dilzîz.
Hencav:1.Lemlate, masûlke, zevlek. Parceyên laş ên ku meriv û ajal xwe pê dilivînin.
2.Parxûne, barsû.
- Hêz. (Mecazî)
Mane: Avakarê kakût û Lamlate yan jî zevlek, maskûle.
Mînak:Ji ber êşa hestî û hencavê xwe ez îşev raneketim.
Hev û di
Hev:1. Her yek. Ya din.
Di:1. Ne ew ê din, a din, yê din.
Mane: Hevdû, êkdû, êk û din.
Mînak: Dem, dema hev û di xwarinê nîne.
Hewa û rewa
Hewa:1. Atmosfer.
- Seqa
- Liva li raserî erdê.
- Cîhê ku bûyerê baran, berf, ba, ewr, serma û germa dibe.
- Cûreyê muzîkê (hewaya govendê, serhewa, hewaya hilkutok…hwd.).
- Dewr, heyam, dan.
Rewa:1. Heq, lêhatî, mafdar.
- Tewlîs, şilî, rewk
- Avî, axwisî, avîng, jale, şebnem, xunav.
Mane: Tiştên vik û vala.
Tiştên asayî
Mînak: Ji bo çandiniyê hewa û rewa guncan e.
Heyî û tineyî
Heyî:1. Tişta/tiştê ku heye. Tişta/tiştê ku di rewşa hebûnê da ye.
- Gun, hêlik, testîs (organê sexsê)
Tineyî:1. Tişta/tiştê ku tine. Tişta/tiştê ku di rewşa tinebûnê da ye.
Mane: Hebûn û tinebûn.
Xizanî, hêjarî, feqîrî (mecazî)
Mînak: Heyî û tineyî nejîyaye ku qiymeta yê destê xwe bizanîbe.
Hêrs û rik
Hêrs:1. Qehirî, enirî, har, hêç.
- Qehirandî, enirandî.
Rik:1. Înat, kîn, dijberî, dijminatî.
- Serhişkî, nifir, neyarî, rikmane.
Mane:Hêrsoyî.
Bi qehirî, qarok.
Mînak: Mixtar, bi hêrs û rik rabû çû.
Hêrs û kerb
Hêrs:1. Qehirî, enirî, har, hêç.
- Qehirandî, enirandî.
Kerb:1. Keser, kovan, xem, kul.
- Kîn, rik, nifir, dijminatî.
- Bêrî, hesret, keser.
Mane: Qehirî, xezeb, kîn.
Karên nexêr.
Mînak: Hêrs û kerb kurmê dil e.
Hêt û pêt
Hêt:1. Ran, tilor, pêt, hête, rihn, çaq. Ji çokê heta navtengê.
- Dîwar, Kevira goşe.( Ruknê dîwar)
Pêt:1. Navbera çok û hestîyê bazinê pê.
2.Pîn, pehîn. Derba bi pî. Şût.
3.Xurt, qayîm.
4.Xurî, çirîsk, pêta agir.
Mane:Taşk maşk. ( Ji bo tazîtîya çaq û ling)
Mînak: .
Hil û cil
Hil:1. Di leystikên zarokan da leystîkvanê ku bin ketîye, têk çûye.( Dapîrk, himîçk, himalk.)
- Li jor, ser, bilind.
- Arezû, hewes, xwezî. ( Wek zayendî)
Cil:1. Tiştên meriv li xwe dikin. (Derpî, gore, îşlik, sako…hwd.)
2.Nivîn.
- Cilika ku diavêjin ser pişta heywanan.
Mane: Ser û bin, ser û guh ( ji bo cil û bergan)
Mînak: Nobedarên ber derî, ji serê min bigir heta binê lingê min hil û cil seh kirin.
Hilm û gulm
Hilm:1.Bixar, buxar, helm. Gaza ava kelîyayî. Dûkêl, dûkela.
- Nefes, hanase, bên. Hewaya ku meriv di dev û pozê xwe da dikişîne û berdide.
- Bêhn, bîn.
Gulm:1. Gulp, qim, fir, qurt, qulav.
- Kom, gumlat, komasî, komik.
- Ji “helmê” helm bûn.
Mane:Dûkel.
Keldûman.
Mînak: Devê devlika benzînê vekirî hiştine, benzîn hilm û gilm bûye.
Him û gum
Him:1. Dengê “erênî”yê. Dengê “herê” kirin. Pesend.
- Xuminî, guminî, fîkîn (ji bo bayê).
Gum:1. Xurminî, guminî,gurm, ring. Dengê bihêz.
Mane: Xuminî, guminî
Mînak: Him û gumê lehîyê olan dida gir û tepikan.
Him û him
Him:1. Dengê “erênî”yê. Dengê “herê” kirin. Pesend.
- Xuminî, guminî, fîkîn (ji bo bayê).
Him:bnr.”him”.
Mane: Hime him, gume gum.
Mînak:Min ji ra got, fêmnekir, tenê him û him kir.
Himîn û gumîn
Himîn:1. Xwe parastin.
- Germ bûn ( wek hemamê/serşokê germ bûn).
- Gurmîn, xurmîn.
- Miriqandin, himehim kirin.
- Perçivîn, perçifîn.
Gumîn:1. Gurmegurm. Dengê brûskê (şîrqînî).
Mane: Deng û beng.
Çiqîn.
Mînak: Îşev li ezman himîn û gumîn kêm nebû.
Himîn û nimîn
Himîn:1. Xwe parastin.
- Germ bûn ( wek hemamê/serşokê germ bûn).
- Gurmîn, xurmîn.
- Miriqandin, himehim kirin.
- Perçivîn, perçifîn.
Nimîn:1. Nermîn, nerm bûn (di ava kelandî da nerm bûn).
- Nerm kirin.
Mane: His û pis.
Deng û beng.
Mînak: Li hemberî vê nehekîyê, himîn û nimîn ji kesêkî derneket!
His û pis
His:1. Bêdengî.
- Hes, hest, dilîn, pejn, hîs.
- Pêhesî
Pis:1. Melisî, melisî û bêdeng mayîn.
Mane: Bê dengî.
Bê deng û beng
Hes û bes.
Mînak: Hember wê rastîyê his û pis jê derneket.
Hiş û aqil
Hiş:1. Aqil, eql.
- Bîr, hişyarî, agadarî, haydarî.
Aqil:1.Hiş, hişmendî, fêmkirin, famatî, famabûn, jîrî.
- Mejî, mejox, mêşk.
- Bîr, hafiza.
- Jîr, biaqil, hişyar, fama, fema.
Mane: Bîr, şiûr, hişmendî.
Mînak: Hiş û aqil di serî da nema.
Hişk û hol
Hişk:1. Ziwa, ne ter, bêav.
- Req, şidandî.
Hol: 1. Hal.
- Odeya mezin.
Mane: Hişkûbiring, req.
Wek texte.
Zipî ziwa.
Mînak: Em li hember tiştê ku wî got hişk û hol bûn.
Hişk û biring
Hişk:1. Ziwa, ne ter, bêav.
- Req, şidandî.
Biring: 1.Hişk, req, pêt.
Mane: Hişk û hol.
Req
Req û rût
Mînak: Ev çi ye? “Nerm pê ve tune req û rût e, goşt pê ve tune qirût e”(2)
( Bersiv: Hişk û biring)
Hişk û biring
Hişk:1. Ziwa, ne ter, bêav.
- Req, şidandî
Biring:1. Hişk, req. Ne nerm.
- Pêt.
Mane: Hişkûhol, req, ne nerm.
Pir hişk.
Mînak: Ji ber tirsê hişk û biring bû.
Hîç û pûç
Hîç:1. Qet, yekcar, ti, bi ti awayî.
Pûç:1. Bêkêr, xirab, nebaş, kêrnehatî.
- Çilmisîn, kevn bûn, kerixîn.
- Vala, tal, qelp, peşûş, xîş, xilûxe.
Mane: Zayî, îsraf, heba.
Zîyan lê kirin, berbatkirin.
Mînak: Keda xwe ya bi salan hîç û pûç kir.
Hîç û pîs
Hîç:1. Qet, yekcar, ti, bi ti awayî.
Pîs:1.Qirêj, qilêr, qirêjî.
Mane: Berbat, nalet.
Berbatbûn, berbatkirin, berbetbûyî.
Mînak: Xwe hîç û pîs kir.
Hîle û pîle
Hîle: 1. Fêl, xap, xapandin.
Pîle: 1.Fel, xap, dek û dolab.
Mane: Hîle xurde, fen û ben, deq û pîk.
Mînak: Hîle û pîleyên dagirkeran xelas nabin.
Hûr û kûr
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Kûr:1. Cîhê ku binê wê dûr, li bin asta axê.
- Tiştê ku binê wê ji asta dev dûr.
- Kûrahî, bin li jêr.
- Dengê nizm, yê nizm ji dûr va tê.
Mane: Ji dil, kûrûdûr, cidî, dûrûdirêj.
Bi dorfirehî, bi dûvdirejî, bi berfirehî.
Mînak: Li ser civaknasî/sosyolojîya kurdan lêkolînekî hûr û kûr kirîye.
Hûr û hêwer
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Hêwer:1. Parçewesle, şeqepeqe, kerî û kerî bûn, fîtolo, lîme lîme.
Mane: Weslewesle.
Parçeparçebûn.
Mînak: Guldank ji destê bûkê da ket hûr û hêwer bu.
Hûr û pizûr
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Pizûr:1. Seqetat, dil û çerg û gurçik û kelepaçeyên heywanan.
- Beşeke hûr.
Mane: Hûr û Rûvîûrûçik.
Mînak: Mêran mêr dikuşt, Fata Korê ber dêrî hûr û pizûr dişûşt(3).
Hûr û rêvî
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Rêvî:1. Rûvî. Hîlebaz (mecazî).
- Rîvî, bûmbar. Rîvîyên zirav, rîvîyên stûr. Rodî
Mane: Ûr û rûvîûrûçik.
Mînak: Dan ber kêran, hûr û rêvî berdan ser çokan.
Hûr û pûr
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Pûr:1. Pûr, pûşik.
- pûrt, pûrik.
- Tiştên hûrik. (mecazî)
Mane: Kirt û pirt, kel û pel, kel û mal, hûrmûr.
Tiştên biçûk.
Mînak: Ji zarokên xwe ra hûr û pûr anîye.
Hûr û mûr
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Mûr:1.Rûsar, rûtirş. Rûyên xwe tirş kirin.
- Gêrik, gêle.
- Mar û mûr.
- Nênikê heywanê dirinde.
- Tiştên kelûpal.
Mane: Tiştên biçîk.
Pirtûpal, potûpertal.
Teftal.
Mînak: Em wan hûr û mûran şunva tînin.
Hûr û gir
Hûr:1. Pir piçûk, hûrik, parî, yek û yek.
- Ûr, zik.
Gir:1. Tûm, Çîyayên piçûk.
- Mezin, zexim, qelew.
Mane: Hemû herkes.
Hemû hertişt.
Mînak: Di malê da kî hebû, hûr û gir bi giştî hatibûn.
Hûrik û pûrik
Hûrik:1. Pir hûr, gelek piçûk.
Pûrik:1. Pûş, pûşik.
- Pûrtê çûkan, pûrtê çivîkan, pûrtê teyran.
Mane: Hûrik mûrik.
Negirîng, bicûcik.
Hûrhûrik.
Mînak: Tiştên giregir birin, tiştên hûrik û pûrik man.
**
1-Biwêj.
2- Tiştanok
3- Gotinên pêşîyan.