Hevpeyvînek Li Ser Bitcoin û Pereyên Krîpto…

Kurdi

Her roja diçe Blockchain û pîyasa pereyên krîpto roj bi roj mezintir dibe. Her roj krîptoyên nû tevlî pîyasayê dibin. Gelek ji van pereyên krîpto di demek nêz de têk diçin. Dema têk diçin bi xwe re pereyên gelek kesan dibin û mixabin gelek kes têde dixisirin.

Mihyedîn Nahrîn:

Di pereyên krîpto de divê meriv bi gavên ewle tevbigere. Her coin ne saxlem in û mixabin pere rehetî nayê qezenckirin lewma divê meriv pereyên xwe neavêje rîskê. Divê meriv lêkolîn û analîzên baş bike û piştre pereyên krîpto bikire.

Li ser pîyasaya krîptoyan me bi Bitcoin Kurdî (Rodî Ekîncî) re hevpeyvînek çê kir. Me pirsên xwe ji cenabê wan kir û wan jî bersiv da pirsên me.

Bitcoin çi ye? Feyde û zerarên wê çi ne?

Ez ê danasîna Bitcoinê pêşî bi zimanekî teknîkî, dûre jî bi zimanekî gundîkî bikim. Bitcoin di navbera hemû kombersên dinyayê de qodên şîfrekirî ne û bingeha pergala Blockchainê bikar tîne. Wateya Blockchainê “Zincîrên Girêdayî” ye (block: girêdayî, chain: zincîr). Prensîba teknîka şixulandina Blockchainê wisa ye:

Kombers (computer) hemû kiryarên xwe bi qod û şîfreyan dikin. Blockchain giredanka van kod û şîfreyan e. Bitcoin li ser van girêdankan tê nivîsandin û veşartin. Her 10 deqqê carekê zincîreke nû tê girêdan û li hemû dinyayê kî li ser kombersan cî kiribe li ser wan zincîran de tê nivîsandin û qeydkirin. Di nava van kiryaran de Bitcoin jî cîyê xwe digire. Yani di nava 10 deqqê de kî Bitcoine kirîbin û firotibin ew li ser wan zinciran de tê nivisandin û qeydkirin. Ev zincîr wek navê “abc…78” tê girtin û qafaltin. Piştî 10 deqqê din zincîreke bi navê “abc…79” vedibe û ew zincîra nû jî di dinyayê de çi hatibe kirîn li ser tê nivîsandin û ev pergal wisa dimeşe. 

 

Îca bi zimanê gundîkî: Blockchain wek lênûskên deynan yên dikandara ne. Bitcoin jî wek nîşeyen ser lênûskê ne. Di wê lênûskê de rûpela herkesî cuda ye. Kî ji dikanê danûstandineke nû bike li ser deftera deyna tê nivîsandin. 

Bi kurtasî ez dikarim Bitcoinê wisa pênase bikim: Meriv dikare gelek feydeyan bijmêre lê feydeya herî mezin qedandina enflasyonê ye. Jiber ku hejmara Bitcoinê stabîl e û ti kes nikare kem an jî zêde bike. Dewlet nikarin derp bikin. Gava nikaribin derp bikin enflasyon jî çênabe. Ku enflasyon çênebe gel perê xwe di ber enflasyonê de wenda nakin.

Bitcoin heta ku derê dê biçe? Sînorê wê heye?

Bitcoin qedrê xwe ji hejmara xwe (21.000.000) ya stabîl distîne. Çawa meriv buhayê zêran nizanibe û dê nizanibe heta kuderê here herwiha meriv qet nikare buhayê Bitcoinê jî texmîn bike. Sînorê wê nîn e.

Herkes dikare Bitcoin bikire? Ji bo Bitcoin herî kêm çiqas pere pêwîst e?

Tenê yên bêdewlet nikarin bikirin 🙂 Ji bo meriv karibe Bitcoinê bikire divê nasnameyeke meriv hebe û meriv bi nasnameya xwe ji xwe re li ser sepanên danûstandinan hesabek veke. Lê ku meriv bêje: “bêdewlet jî dibe, ji me re pere lazim in”. Meriv dikare bi nasnameya xwe ya dewletên serdest jî dikare hesabekî veke. 

Ji bo kirîna Bitcoinê pereyekî mezin hewce nake. Meriv dikare bi 1 dolarî jî Bitcoin bikire.

Bi 2 awayî pereyên krîpto têne kirîn: 

1: Cûzdanên Sar (cûzdanên elektronîk): Xwedîye wan cuzdanan tine ji ber rîska topavetina borsayan xwedîyê xwe diparêze û tiştek ji krîptoyên wan nayê. Bi rehetî dikarin ji cûzdana sar krîptoyên xwe bişînin platformek din.

2: Cûzdanên Germ (kompanîyên borsayan): Xwedîyê wan kompanîyan heye û riska topavetina wan kompanîyan heye. 

 Ji bilî Bitcoinê krîptoyên saxlem kîjan in?

Meriv nikare beje ev saxlem e, ev ne saxlem e. Ji ber ku gelek pereyên krîpto bi destê hin kesan ve hatine afirandin û di bin bandora wan kesan de ne. Ferzkin Ethereum hem bi bingeha xwe hem jî bi ewlehîya xwe coineke (coin) mezin e lê Xwedê neke ku xwedîye Ethereumê bimire dê borsa tev serobino bibin. Di rewşeke wisa de ez nikarim wisa bi cesaret bejim: “Ev coin baş e û bi ewle ye”. Lê di nava milyon coinî de helbet meriv dikare bêje di Market Capê de 50 coinên sereke li gori wan coinên din bi ewletir û sazîyên wan saxlemtir in. 

Divê meriv selik (zembîl) çawa ji krîptoyan çê bike? Meriv hemû pereyên xwe têxe projeyek tenê çiqas bi mantiq e?

Bi rastî me 5-6 sal berê digot: “Ji bona ku meriv zedetir qezenc bike selik şert e. Lê di nava demê de me dit ku gava pîyase bilind dibe bi navîni gelek coin wekhev bilind dibin û tevdigerin. Lê helbet selik bi feydetir e. 

Ku meriv hemû perê xwe bi coinekî ve girêdide meriv ji fersendên din mehrûm dimîne. Ji ber ku carna bi yek nûçeyeke erênî coin bilind dibin. Di wan rewşên wisa de dest û pîyê meriv tên girêdan. 

Zirareke din jî ev e: Di bilindbûna pîyasê de carna hinek coin ji wan coinên din zûtir an derengtir tevdigerin ev jî meriv aciz dike. De were di destên meriv de coinek tenê hebe, hemû coin bilind bibin û dosto tenê bilind nabe (miheqqeq ev yek hatîye sere her traderan). Lewma divê meriv herî kêm bi 2-3 coinan selikan çêke. 

Zirara heri mezin jî di alîye derûnîyê de ye. Ji ber ku gava meriv ji xwe re bike edet û hemû pereyên xwe bixe coinekê tenê, meriv di nava demê de dikeve nav streseke mezin û ez dikarim garantî bidim ku %100 dê hemû sermaya xwe wenda bike. 

Ev deh sal e di pîyasê û borsayan de min bi sedan ceribandin û xwendin li ser van meseleyan kiriye. Ji vê encamê pêştir min encam neditîye. Mixabin hinek encam bi trajedîyê diqedin. 

Derûnnas baştir dizanin lê hinek kesên ku di borsayan de îflas dikin wê êşa birîna xwe heta mirinê li ser xwe de hîs dikin. Gelek jê dikevin nava depresyona demdirêj û jînê li xwe dikin ziqqûm. Kesên ku vî tiştî jîyane ku van gotinên min bixwînin ez texmîn dikim dê ji min baş fahm bikin ku ez behsa çi dikim.  

Pereyên Meme Coin çi ne? Ev pere bi kêrî çi tên? Çima hewqasî biha dibin?

Qet dirêj nekim û bi kurtasî bêjim. Meme Coin kêrî ti tiştî nayên. Hetta lê zêde bikim. Ji %99ê coinên din jî kêri ti tiştî nayên. Herkes di nava 5 deqqeyan de dikare coinekî derxe û texe pîyasê.

Ferqa navbera Meme Coin u coinên din ev e: Meme Coin bê armanc in û bêproje ne. Ji bo henek û leystikan hatine afirandin. Lê coinên din bi armanc û xwedî proje ne. Ji bo çareserîya hinek pirsgirekên teknolojîk hatine afirandin. 

Ti eleqeya bihabûna wan û kerhatîbûna wan tine. Bihabûna wan girêdayî talep û xwesteka wan bilind an nizm dibe. Ku hemû milet bi hev re herin coinekî eletewş bikrin ew coin bihatir dibe. Ku ti kes Bitcoinê nekire dê Bitcoin bikeve. Wek min got, bihabûna tiştekî li gorî talep û xwesteka wan diguhere.    

Herkes dizane Meme Coin pereyên qerfî ne lê dîsa jî însan wan dikirin û difroşin. Sedema vê yekê çi ye?

Sedama lîstina pîyango, loto, behs, îddîa û qumarê çi be sedema lîstina Meme Coina jî ew e. Yani xeyala dewlemendbûnê Meme Coinan bi meriv dide kirîn. 

Nexasim jî kesên ecemî gava nû dikevin borsayan dixwazin di nava mehekî de Passata xwe li ber devê derîyê villaya xwe parq bikin. Lê realîteya vî karî ne wisa ye. Li gorî îstatîstîkên borsayan, %95ê kesan di borsayan de wenda dikin. Bi taybetî ji kesen ku nû dikevine piyasê sermaya xwe di nava 6 mehan de wenda dikin.  

Borsa ne kare qumarbaza ye, karê kesên zana û lêkolînxwaz e. Ji bona ku meriv bikaribe di borsayan de pera qezanc bike divê ewil lêkolîneke baş bike û xwe perwerde bike. 

Hin însan pere deyn dikin, mal û milkê xwe difroşin û dikevin pîyasa krîptoyan. Meriv bi hemû semyana (sermaya) xwe têkeve pîyasayê baş e gelo?

Wek min di pirsên berê de jî bersivand, însanekî ku hemû sermaya xwe têxe borsayê ne mimkûn e ku bi demdirejî pere qezanc bike. Borsa karekî cîddî ye û qet heneka vî karî tine. Gava meriv 3 kîlo bacan jî dikire ser û binê bacanan qontrol dike lê gava meriv dikeve borsayê çima ser û bine borsayê qontrol nake ez fahm nakim. Min rûbirû gelek kes ditîye ku di borsaye de rojê 200-300 mîlyaran wenda dikin. Dûre ji diçin nîv seatî bazarîya 2-3 kîlo fêkîyan dikin. Di bingeha ve derûnîyê de helbet sedema sûnîbûna pereyên elektronîk heye. Gelek însan gava ku pereyên xwe yên fîzîkî wenda dikin li zora wan diçe lê gava bi qertên qredîyan pere xerc dikin qet ne di xema wan de ye. Ji ber vê kesên pergala kapitalîzmê birêve dibin ji van derûnîyan fahm dikin û pergalê li gorî vê realîteyê dîzayn dikin.

 Her çiqasî ez behsa perwerdehîyê jî bikim nîvê vî karî dêrûnî ye. Ji ber ku carna meriv çiqasî zana be jî derûnîya meriv nahêle ku meriv hemleya rast bike. Di rewşeke wisa de meriv bi temamî dikeve destên hestên xwe. Ya ku mala meriva xira dike jî ev e. Ji ber vê yekê hûtmasî bi derûnnas û civaknasên herî mezin ên dinyayê re dixebitin û li gorî derûnîya kesan û civakan pîyasê manîpûle dikin.     

Bi kurtasî, ji dêla ku meriv here mal û milkên xwe bifroşe û pereyên xwe bi nezantî razîne borsayan, bila here wan pereyên xwe di tenûrê de bişewitîne. Îxtîmala encama her duyan ne durî hev e. 

Dewlet û şîrketên mezin dikarin rê li ber krîptoyan bigrin?

Ti dewlet û otorîte di nava sînorên xwe de pereyekî ku nikaribe qontrola wî bike naxwazin lê zêde jî tişt ji destên wan dewletan naye. Herî zêde dikarin qedexe bikin lê heta ku internetê ji binî betal nekin nikarin bi temamî têkevin pêşîya Blochchainê. 

Mînak Îran bi salan xwest ku pergala krîptoyan qedexe bike lê tiştek ji destê wê nehat. Îro gava em li Miningê (kolana madenan) direnin em dibînin ku di dinyaye de herî zêde li Îranê mininga Bitcoinê tê kirin. 

Rewşa dewletên mezin jî wisa ye. Piştî fahm kirin ku nikarin têkevine pêşîya krîptoyan û dîtin ku pereyekî zaaf mezin di pîyasa krîptoyan de digere xwestin nanê krîptoyan bixwin.

Ji ber vê gelek dewletên mezin borsayên xwe yên netewî vekirin ku berê ava krîptoyan here ser zadê wan. 

Kîjan borsayên krîptoyan baş û ewle ne? Hûn kîjanê bi kar tînin?

Ez nikarim bibim kefîlê borsayan ji ber ku her borsayek kompanîyeke taybet e. Ewlehîya wan bi gelemperî di destê xwedîye borsayan de ye. Lê dikarim li gorî mezinayîya wan çend borsayên global û ewletir pêşnîyar bikim. Ez ji bo ewlehîyê 3 borsayan bikar tînim: Binance, Coinbase, Gate io.

Borsayên herî mezin ev in:

  • 1- Binance 
  • 2- Coinbase
  • 3- Okx
  • 4- Huobi
  • 5- Gate io.

Ji bo têkilî û şopandinê:

Mail: bitcoinkurdi1946@gmail.com

X: Bitcoin Kurdî

Telegram: Bitcoin Kurdî

 

 

İlginizi Çekebilir

Behice Feride Demir: Film Gibi Bir Hafta
Almanya Kupası’nı Bayer Leverkusen kazandı

Öne Çıkanlar